23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newrozê peyam da: Tecrîdê bi dawî bikin, HDP partiya bi milyonan e

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî rewşa pandemiyê, Newroz bi coşeke mezin û bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin, azad dibin’ hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê li gelek deveran bi rêzgirtina ji bo kesên jiyana xwe di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane dest pê kir.

Stenbol

Di Newroza Stenbolê de, bi sedhezaran kes tevî serma habû jî bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin, azad bibin’ li qada Yenîkapiyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê dirûşmên ‘Bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’,  ‘HDP gel e gel li vir e’, ‘Zindan hilweşin girtî azad bibin’, ‘Gergerlîoglu ne bi tenê ye’, ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’, ‘Her der zindan her der berxwedan’, ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.

Di berdewama pîrozbahiyên Newroza  Stenbolê de, gelek parlamenter û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku axivîn. Beşdaran yek bi yek bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û biryara doza girtina HDP’ê. Di bernameya Newrozê ya Yenîkapiyê de Dayikên Aştiyê, parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder, serokê partiya Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, serokê Partiya Kedê Ercûment Akdenîz, hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Sedat Şenoglu axivîn. Peyama Selahattîn Demîrtaş jî di Newrozê de hat xwendin û Ocalan û girtiyên azadiyê hatin silavkirin.

Xalên sereke yên kesên axivîn wiha ne: 

Dayikên Aşitiyê: Em edaletê dixwazin. Edalet ji bo her kesî lazim e. Yên ku îro zilmê dikin, bila bizanibin ku sibehê edalet dê ji bo wan jî lazim bibe.

Pervin Bûldan: Newroz ne tenê cejnek e, Newroz nasnameya me ye, rûmeta me ye. Wan tecrîd dijwartir kirine. Nahêlin malbata Ocalan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Li vî welatî pirsgirêka tecrîdê heye. AKP betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu û doza girtina HDP di rojekê de da. Em bi serkeftinê hatin van rojan, lê ew parçe parçe dibin û diçin. Em ê cardin nîşanî wan bidin, bila kes gumanan neke. Gelê me îro hêza xwe dîsa nîşan da.

Jinên hêja, îro em bi biryara betalkirina Peymana Stenbolê hişyar bûn. Lê em cardin bibêjin begno, efendîno, gotina dawî ya jinan e. Kesek nikare ji ber kêfa xwe vê peymanê tune bihesibîne, ev biryar bê hukm e, em ê tu carî vê biryarê nas nekin.

Armanca wan ew e ku mafê siyasetê yê 687 kesî qedexe bikin. 12 milyon amade ye ku siyasetê bike. Bila ev jî ji AKP û şirîkê wê yê biçûk re bibe derd.

Em li ser esasê manîfestoya Newroza 2013’an in. Em bang li her kesî dikin, xwestina aştiyê bila ne tenê para me be, di serî de partiyên muxalefetê, divê her kes xwedî li aştiyê derkeve.

Erkan Baş: Gelê kurd dê bi tu awayî tenê nemîne. Em bi hemû rengên xwe ve li vir in. Hûn dixwazin HDP’ê bigirin lê îro girseya li vê qadê bersiva we dide we.

Ercûment Akdenîz: AKP got ez li dijî nelirêtiyan im lê bû çavkaniya nelirêtiyan. Got ez ê hejariyê ji holê rakim lê bû çavkaniya hejariyê. Bi awayekî dijminane bi ser HDP ve diçin. Biryara 6 milyon kesî bin pê dikin.

Îzmir

Li Îzmirê tevî ku baraneke zêde dibarî, bi beşdariya dehhezaran û bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin, azad dibin’ Newroz li qada Gundogduyê hat pîrozkirin. Berî ku bernameya Newrozê dest pê bike gel li qadê amade bû û bi dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’, li benda pîrozbahiyan sekinîn. Hêzên Demokrasiyê, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî bi pankartên xwe beşdarî Newrozê bûn.

Kocaelî

Yek ji cihên Newroz bi girseyî hat pîrozkirin jî Gebzeya Kocaeliyê bû. Bi hezaran kes li Pazara Semtê ya Girtî ya Mevlana kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê ku bi biryara meclisê parlamenteriya wî hat betalkirin û li meclisê dest bi ‘Nobeda Demokrasiyê’ kir, ji bo pîrozbahiya Newrozê Gebzeyê peyam şand.

Gergerlîoglu di peyamê de Newroza gel pîroz kir û got: “We li wir agirê Newrozê pêxist. Me jî li Enqereyê di dilê gelan de li meclisê agirê berxwedanê pêxist. Ez bi vîna gel hatim meclisê. Em heta dawî li meclisê li vîna gel xwedî derketin. Hemû xerabî anîn serê me. Em parlamenterên dilê gel in. Em rûmeta gel temsîl dikin. Ev biryara der barê min de ne biryara gel e. Ev biryara yek zilamî ye.” 

Gergerlîoglu destnîşan kir ku Newroz ji nûvehişyarbûn e û wiha bi dawî kir: “Nikaribûn me têk bibin. Nikaribûn nasnameya me tune bikin. Nikaribûn hebûna kurdan tune bikin. Em ê heta dawî aştiyê biparêzin.”

Mêrsîn

Newroz li Mêrsînê ji aliyê dehhezaran kesan ve bi coş û peroşeke mezin hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê Tirmilê pankartên ‘Bijî sosyalîzm, bijî azadî û wekheviya gelan’ û bi 6 zimanan ‘Newroz pîroz be’ hatin daliqandin.

Gelek kes bi taybetî jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyên tev li pîrozbahiyê bûn bi dirûşman hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Her wiha li dijî doza girtina HDP’ê jî dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘Bijî berxwedana HDP’ê berz kirin û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derketin ku 114 roj in didome.

Tekîrdag

Li Tekîrdagê jî bi dirûşmên ‘HDP gel e, gele li vir e’, ‘ Bijî Newroz’, ‘ Bijî biratiya gelan’ bi sedan kes bi girseyî Newroz pîroz kir. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulu di pîrozbahiyê de têkildarî doza girtina HDP’ê axivî  û diyar kir ku ew partiya gel in û hêza xwe ji gel digirin û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê parlamenteriya me betal dikin, lê ancax gelê me dikare parlamenteriya me ji me bigire. Wê destpêkê jin destûr nedin vê.”

Çanakkale

Li taxa Esenler a Çanakkaleyê jî tevî hewaya nebaş, bi sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê Oya Ersoy û endamên Meclisa Partiyê Omer Faruk Kirinç û Ergin Guleser tev li pîrozbahiya newrozê bûn. Jinên tev li pîrozbhiyê bûn bi tilîliyên xwe kêf û coşa xwe ya ji bo Newrozê anîn ziman û her wiha desthilata biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê da protesto kirin.

Çewlig

Li Çewligê bi beşdariya hezaran û bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê ber xwe bidin, azad bibin’ Newroz hat pirozkirin. Pîrozbahî li hinda cadeya Nexweşxaneyê ya taxa Sarayê çêbûn. Gelê Çewligê li dora agirê Newrozê govendên xwe gerand. Pirozbahî bi stranên kurmancî û kirmanckî hat geşkirin. Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Erdal Aydemir beşdarî pîrozbahiyan bûn.

Îdir

Li Îdirê bi tevlêbûna hezaran Newroz hat pîrozkirin. Gelê kurd, azerî û terekeme bi hev re beşdarî pîrozbahiyan bûn. Parlamenterên HDP’ê Habip Eksik û Dîlan Dirayet Taşdemir, hevseroka HDP’ê ya bajarê Îdirê Semra Dogruyol û şaredarê Îdirê yê ku qeyûm dewsa wê hatibû tayînkirin Eylem Çelik tev li pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyê de Dîlan Dirayet Taşdemîrê bal kişand ser doza girtina HDP  û got ku em ê bi tu awayî paş de gav neavêjin. HDP di dilê gel de ye, ew dara jiyanê ye û hûn dê nikaribin pêşî lê bigirin. Em ê heta dawî mafê gelê xwe biparêzin. Taşdemîr di axaftina xwe ya der barê Peymana Stenbolê de got ku duh li hemberî jinan derbeyek çêbû û wiha berdewam kir: “Desthilata ne tenê li dijî gelê kurd e ew dijminê jinan e jî.”

Çorûm

Li Çorûmê jî li navenda bajêr, li parka Aşik Mahsunî Şerîf Newroz hat pîrozkirin. Dirûşmên ‘Her bijî Newroz’ û ‘Bijî biratiya gelan’ hatin berzkirin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.     

Meletî

Li Meletiyê Newroz li qada Emeksizê hat pîrozkirin. Li qadê pankarta ‘Em bi agirê Newerozê li ber xwe bidin, azad bibin’ hat daliqandin. Gelek kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Kedê û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr tev li pîrozbahiyê bûn. 

Di pîrozbahiyê de nameya hevseroka Partiya Herêmên Demoratîk Sabahat Tuncel ku li girtîgeha Kandiarayê girtî ye, hat xwendin. Tuncel di nameya xwe de hêviya xwe ya Newroz bibe wesîleya aştiyê anî ziman.

Parlamenter Ayşe Surucu di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser zext û berxwedana li dijî zextan. Surucu diyar kir ku parlamenteriya Gergerlîoglu bi awayekî bêhiqûqî hat betalkirin û wê li dijî hemû bêhiqûqiya li ber xwe bidin. Sururucu axaftina xwe wiha domand: “Niha li welêt kaos heye. Bi saya hewldan Ocalan cenaze nediçûn tu malê. AKP’ê muzakere bi dawî kirin û tecrîd kûrtir kir. 114 roj in li dijî tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Heta aştî bê em ê li ber xwe bidin.” 

Gurgum

Bi pêşengiya HDP’ê li Pazarcixa Gurgumê li parka Celal Dogan Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, endamê MYK’ê Îlknûr Bîrol, endamên PM’ê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Pankarta ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ hat vekirin. Parlamenter Zeynel Onel di pîroz bahiyê de axivî û wiha got: “HDP partiyeke wisa ye ku hem dide qezençkirin hem jî dide têk dibe. Ne HDP be aştî nayê vî welatî. Kurdan dikin hedef û şer dikin. Her ku aştî tê gotin ew şer dikin. Divê ji HDP’ê baş fêm bikin. Em yek herin em ê hezar werin. HDP gel e. Em serî natewînin. Berxwedan jiyan e û jiyan berxwedan e.”

Semsûr

Li Semsûrê Newroz li qada nêzî mizgefta Mahmut Gurbuz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên ‘Newroz pîroz be’, ‘HDP gel e, gel li vir e’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin û li ber stranan govend hat gerandin.

Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul li pîrozbahiyê têkildarî doza girtina HDP’ê axivî û diyar kir ku HDP ne dikan e ku were girtin û ew tene ne saziyek e jî, HDP em in, gel e. Togrul wiha domand: “Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Tecrîd rabe wê grevên birçîbûnê bi dawî bibin. AKP û MHP wê di hilbijartineke din de têk biçin.” Nûnerên partiyên kurdistanî axivîn û bal kişandin ser yekitiya neteweyî ya kurdan. 