20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşî herî zêde feqîran dikuje

Li seranserê cîhanê derdora 780 milyon kes bi nexweşiya Covîd-19’ê ketin û heta niha li cîhanê nêzî milyonek û 750 kesan jiyan xwe ji dest dane. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê rojane zêdetirî 20 hezar kes bi nexweşiya koronayê dikevin û heta niha bi giştî nêzî 2 milyon kes bi koronayê ketine û nêzî 20 hezar kes jî mirin. Li aliyê din li cîhanê kampanyayên aşiya koronayê hatin destpêkirin.

Têkildarî nexweşiya Covîd-19’ê hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku heta niha li Tirkiyeyê tevdîrên pêwîst nehatine wergirtin û wiha got: “Bi hatina zivistanê hejmara weqayên şewbê gelek zêde bûn hikûmet dîsa tevdîrên beriya pêvajoya asayîbûna nû ya 1’ê hezîranê girtibûn xistin meriyetê. Ev tedbîrên nû yên hatin girtin dîsa pêşiya şewbê negirt, bandora wê sivik nekir. Çimkî tevdîrên nû yên hatin girtin ji bo hemû çînên civakê nebûn.”

Rewşa li malen xîzan

Guldîken da zanîn ku rîska vê nexweşiya li hundirê malê zêde ye û wiha axivî: “Bi taybetî li malên xizanan kesên ku enfekte dibin ji ber hejmarên odeyên wan kêm in, daşir û banyo hevpar tên bikaranîn nikarin îzolasyonê pêk bînin. Ji ber vê yekê mal tev hev enfekte dikin û hejmarên nexweşên enfekte jî zêde dibin. Bi hatina zivistanê li gund û qezayan şênî li odeyeke sobeyê datînin û pê germ dibin. Ji ber ku derfeta wan nîn e li hemû odeyan sobê deynin şênî nikarin îzolasyonê pêk bînin û ji ber vê yekê mecbûr dimînin mesafeya civakî têk bibin.”

Şiyar Guldîken got ku hikûmet ji bo bandora şewbê kêm bike plansaziyeke tekûz danayne ber xwe û wiha got: “Kesên li fabrîqayan dixebitîn dîsa ji neçarî çûn karên xwe, karker, firinvan û kedkarên ku rojane bi 40-50 TL yewmiyeyê dixebitîn dîsa ew jî ji mecbûrî çûn karên xwe.”

Ji bo dewlemendan dixebitin

Guldîken destnîşan kir ku hikûmet ji bo dewlemendan dixebite û wiha pê de çû: “Ev salek e şoforên otobês û texsiyan, dikandar, firinvan, qesab û gelek esnafên Tirkiyê di nav qeyraneke mezin de ne. Esnafên ji ber nikarin kirêyên dikanên xwe bidin ji bankayan krediyê digirin û deynên wan bi faîzan li wan vedigerin. Li gel deynên bifaîz ên esnafan deynên holdingên mezin tên jêbirin û vesazkirin.”

Agahiyên rast parve nakin

Guldîken anî ziman ku hikûmet têkildarî nexweşiyê agahiyên rast parve nake û wiha got: “Rêveberiyên nexweşxaneyan daneyan bi aşkera ji me re nabêjin. Ji sedî sed agahiyên rast nebe jî em ji kedkarên tenduristiyê daneyên pêketî mirinên ji ber şewbê berhev dikin. Hikûmet û wezareta tenduristiyê daneyan vedişêrin û bi veşartina daneyan baweriya civakê dişikê.”

Guldîken got ku di vê serdema şewbê de berpirsiyariya herî zêde li ser milên kedkarên tenduristiyê bû lê li gel vê berpirsiyariyê gelek mafên wan ji aliyê hikûmetê ve hatin astengkirin. Guldîken bi bîr xist ku heta niha zêdetirî 130 kedkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dan û li gel her tiştî kedkarên Tenduristiyê bi awayekî aktîf bi şewbê re têdikoşin.

Dewletên feqîr û dewlemend

Guldîken destnîşan kir ku li cîhanê ji bo aşiyê xebat hatine destpêkirin lê hinek welatên dewlemend ji 10 qat zêdetir nifûsa xwe aşî peyda kirine û gelek welatên feqîr jî hêj aşî nekirine û peyda nekirine. Guldîken got ku koronayê pergala kapîtalîzmê xistiye krîzê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê cîhan û civak bi piştevanîdayînê ji vê şewbê xelas bibin. Lewra ku ez biçim aşî û alavên hîjyenê stok bikim û cîranên min ji bêderfetiyê nikaribin van alavan peyda bikin dê ewlehiya min jî tune be. Çimkî ez dê dîsa bi vê vîrûsê bikevim. Divê piştevanî dayîn bibe xala hevpar a herî girîng. Encax wê çaxê dê xelasî xuya be. Li cîhanê li cihekî tenê ev vîrûs bimîne jî dê ev metirsiya vîrûsê li ser hemû cihanê bidome.”