În, Nîsan 16, 2021

Nexweşiya Alzheimerê

Fzt. Mustafa Onal

Alzeimer cureyeke xurifînê (demansê) ye. Demans, ji bo tevahiya nexweşî û pirsgirêkên jibîrkirinê navekî gelemperî ye. Em ê li vir li ser nexweşiya alzheimerê rawestin. Ji ber ku pêwendiya alzheimerê bi mejî re heye divê em hinekî qala mejî bikin.

Mejî di serî de bi kiloxê (hestiyê serî) tê parastin.

Mejî bi sereke ji 4 beşan (lob) pêk tê: Frontal, Pariyetal, Oksîpîtal, Temporal. Her beş, ji kar û tevgerên cuda berpirsiyar in.

Frontal: Navenda hişmendiyê ye. Ji karên wekî plansazî, rêxistin, çareserkirin, baldariyê berpirsiyar e. Demans, herî zêde bandorê li vê beşê dike.

Pariyetal: Ji bo têgihiştina hesta destdanê û yekkirina hestan ev beş girîng e. Pirsgirêkên di vê beşê de, di dest û çîpan de dibin sedemên tevizîn, bêhestî û êşê.

Oksîpîtal: Beşa ji dîtinê berpirsiyar ev beş e.
Temporal: Dengbihîstin û bêhngirtin erkên vê beşê ne.

Mejiyê mirovên bitendurist xwedî pergaleke birêkûpêk e. Ji bo ku mejî karê xwe bike divê di navbera rehikan (rîşeyan) de danûstandineke domdar hebe. Lê carinan ji ber hinek sedeman ev danûstandin têk diçe û mejî nikare bi awayekî asayî karê xwe bike.

Ji pirsgirêkên di mejî de rû didin yek jê alzheimer e. Proteînên bi navê beta amîloîd li mejî berhev dibin û danûstandina di navbera rehikan de têk dibin. Ji ber vê şaneyên mejî hêdî hêdî dimirin û mejî biçûk dibe.

Nexweşiya alzheimerê cara yekem ji aliyê bijîşk Alois Alzheimer hatiye pênase kirin. Bijîşk Alzheimer, di sala 1901’ê de li ser nexweşeke bi navê Auguste Deter (51 salî) lêkolînan dike. Tevgerên vê nexweşê ne asayî ne û tiştan zû ji bîr dike. Auguste Deter di sala 1906’an de dimire û bijîşk Alzheimer li ser mejiyê wê dest bi lêkolînan dike.

Alzheimer, encamên lêkolînên xwe di sala 1907’an de diweşîne. Ev agahî, zêde zêde bala cîhanê dikişînin. Piştî van xebatên girîng Dr. Emil Kraepelin, ji ber pênasekirin û xebatên bijîşk Alzheimer, navê vê nexweşiyê Alzheimer datîne.
Alzeimer cureyeke xurifînê ye. Xurifîn an jî demans ji bo tevahiya pirsgirêkên jibîrkirinê tê bi kar anîn. Her demans, ne alzheimer e. Alzheimer bi tenê ji van cureyan yek e. Mejiyê nexweşên alzheimerî her diçe biçûk dibin.

Sedemeke berbiçav mixabin ji bo alzheimerê hîn nehatiye dîtin. Ji ber ku sedem nayê zanîn hewldanên ji bo başkirinê jî bi tenê ji bo jiholêrakirina encamên nexweşiyê ne.

Sedemên diyar ên alzheimerê tune ne. Lê ji hinek rewşên xeternak guman hene. Em dikarin van xetereyan wisa rêz bikin:

•Temenê dirêj
•Di malbatê de hebûna Alzheimerê (zikmakî/genetîk)
•Nîşankoma downê (Down Syndrome)
•Lêdanên li dijî serî
•Pirsgirêkên xewê
•Bêtevgerî/kêmtevgerî
•Qelewiya zêde (Obezîte)
•Bikaranîna çixareyê
•Hipertansiyon
•Nexweşiya şekir
•Depresyon/tengijîn
•Zêdebûna kolesterolê (kolesterol, pirtikên rûnî ne û di xwîna jîndaran de hene. Dema zêde bibin gelek nexweşî peda dibin.)

Nexweşiya alzheimerê ji hinek qonaxan pêk tê. Bi gelemperî em dikarin van qonaxan wekî qonaxa destpêkê, qonaxa navîn, qonaxa pêşketî bi nav bikin.

Qonaxa destpêkê, zêde ne giran e. Di vê qonaxê de nexweş dikarin bi tena serê xwe karên xwe bikin lê hêdî hêdî pirsgirêkên jibîrkirinê û plansaziyê dest pê dikin.

Qonaxa navîn, qonaxa herî dirêj e û bi salan didome. Di pêkanîna kar û tevgeran de pirsgirêk girantir dibin. Nîşanên jibîrkirinê bêtir xuya dibin. Ji ber ku êdî nikarin bi hêsanî karên xwe bikin, tiştan bi bîr bînin nexweş pir hêrs dibin.
Qonaxa pêşketî, qonaxa herî dawî û ya herî giran e. Di vê qonaxê de nexweş êdî ne serbixwe ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Nikarin bi hêsanî têkiliyê bi mirovên din re deynin.

Nîşanên (Semptomên) Alzheimerê

•Jibîrkirin
•Têkçûna çalakî û tevgerên rojane
•Pirsgirêkên axaftinê, kirina peyvên çewt
•Pirsgirêkên derûnî, bîrayî, tevgerî
•Tevlihevkirina dem û cih
•Di nirxandin û biryardayînê de astengî

Başkirin/terapî

Di destpêkê de me gotibû ji ber ku sedemên alzheimerê ne diyar in, rêbazeke berbiçav ji bo başbûnê jî mixabin tune ye. Bi rêbazên heyî armanc kêmkirina encamên nexweşiyê ne û bi vî awayî rawestandin an jî kêmkirina leza pêşveçûnê ye.
Bernameya başkirina alzheimerê fireh e. Gelek pispor û rêbaz di vê bernameyê da cih digirin. Bijîşk, fîzyoterapîst, ergoterapîst, derûnnas hinek endamên vê bernameyê ne.

Wekî her nexweşiyê, di alzheimerê de jî, karê herî girîng para malbatê ye. Divê malbat pêwendiya xwe bi pisporan re qut neke. Ji ber ku nexweş tiştan zû ji bîr dikin û nikarin karên xwe bikin pir hêrs û hestyar dibin. Divê malbat û pispor vê yekê ji bîr nekin û bi gotinên xweş, bi rûken nêzî nexweşan bibin.