16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşiya Ehmed Huseynî

Dildarê Amedê

Xwedevanên hêja, ez dizanim ku kul û derdên me têr û sertêra me hene, lê tevî her tiştî jî mafê me ye ku em jî wekî xelkê jiyaneke xweş û bi rûmet bijîn. Her wiha mafê me heye ku em bikenin jî, ne tenê bigrîn. Bi her halî di vê nivîsê de dixwazim bi we re serpêhatiyekê parve bikin.

Beriya çend salan helbestvanê hêja Ehmed Huseynî bûbû mêvanê Amedê. Ehmedê me yê cansivik û wek çipkan, vê carê rewşa wî xerab bû. Ehmed ji ber êşa kaboka xwe nema dikaribû bi rê ve biçe û gopalek xistibû destê xwe.

Ehmed ji min re got ji bo xwedê ka bipirse doktorekî baş yê nexweşiyên hestiyan bibîne da ku em çareyekê ji vê êşa xwe re bibîne.

Min jî ji çend hevalan pirsî, Sîdar Jîr navê doktorekî da min û got biçin ew gelekî baş e. Min û Ehmed meberê xwe da nexweşxaneya wî doktorî.

Bi rastî dema ez çav li doktor ketim min di dilê xwe de got ev rebenê xwaro maro û pişt quluz nikare xwe rast bike êdî dê çawa Ehmed rast bike.

Em ketin hundir me derdê xwe ji doktorî re got. Ez dibêjim me, ji ber doktor bi kurdî nizanibû, lewra Ehmed digot û min jî bi tirkiya xwe ya (orjînal) jê re werger dikir.

Di navbera diyalog û wegera gotinên doktor û Ehmed de ji nişkan ve Ehmed di ber xwe de got : “Mêro encax deh hebin karibin vî doktorê we rast bikin îca çawa ew ê min           rast bike.”

Doktorê me yekî piştxilûz û         qulûz bû.

Ez keniyam û min got na mamoste gelekî pesnê wî didin wê di çend rojan de te rast bike, bike wekî zêr.

Doktor got ew çi dibêje?

Min got ew dibêje gelo ez ê di çend rojan de ji vî gopalî xelas bibin û normal bimeşim.

Welhasilî doktorê me derman û derzî ji Ehmed re nivîsandin û ji me re got min hebên êşbir û derziyên sistkirina rehan jê re nivîsandin.

Ehmed got: “Kuro ev çi dibêje ew derziyên çi ne?”

Min got dibêje ew derziyên sistkirina rehan in.

Ehmed got: “Çawa yanî ew kîjan rehan sist dikin kuro. Ka ji doktor bipirse ew tenê rehê lingê min ê sist bikin an jî hemû rehan.”

Beriya wergerînim doktor jî mesele fêm kir û got erê erê hemû rehan sist dike.

Doktor ji min re got : “Hevalê te neketiye derdê rihetbûna çogên xwe ew bi vî halê xwe jî di kêfa xwe de difikire.” Ez serê we neêşînim Ehmedê ne bi dilê xwe be jî ji neçarî ew derman kirîn û piştî çend rojan êdî li ser nigê xwe geriya û gopalê xwe avêt.

Bi her halî Ehmedê me bû wek deq. Ya rast xebera doktor bû wekî meseleya sofî lê hatibû. Sofiyek roja înê li wazê meleyekî camiyê yên bi pereyan guhdarî dike û dema ku mele dibêje roja qiyametê kesên bi tirkî nizanin ew nikarin îfadeya xwe bidin û dê herin dojehê, sofî dest bi giriyê dike. Kesên derdorê dibêjin heyra tiştek nabe em ê te hînî tirkî bikin. Sofî dibêje heyra ez neketime hetra xwe ez xema pêxemberê me dixum feqîro bi tirkî nizane wê çawa îfadeya xwe bide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê