20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşiya serdemê nijadperestî ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyê dijayetiya li kurdan ji yek navendê ve tê birêxistinkirin. Ev navenda di heman demê de ji nijadperestiya tirk re jî malovaniyê dike, li welat û derveyî welat xwe bi rêxistin kiriye. Ev rêxistin her çiqas bi şîara tunekirina kurdan hatibe avakirin jî, yekem armanca wê xurtkirina tifaqa AKP û MHP’ê ye.

Li Tirkiyê rojev çi dibe bila bibe yekem rojeva vê rêxistina antî-kurd tu carê nayê guhertin ji bo wan her tim rojeva sereke tunekirin ango îmhakirina destkeftiyên kurdan e. Di van rojên karantînayê de ev yek bi awayekî hîn baştir hat dîtin. Li seranserî welat bi taybetî jî li bajarên bakurê Kurdistanê gelê kurd bi zilma faşîzma tifaqa AKP û MHP’ê re rû bi rû ye.

Di vê pêvajoya wisa bi zehmet de êrîşên li ser şaredariyên HDP’ê û binçavkirina endamê HDP’ê ne  bûyerên ji rêzê ne. Ev êrîş encama planên navenda vê rêxistina antî-kurd in. Ev rêxistina xwe mîna Gladyoyê bi rêxistin kiriye ji gelek milan ve êrîşî gelê kurd dike.

Di van demên dawî de êrîşên li ser goristanên gelê kurd, binçavkirina siyasetmedarên kurd û kampanyaya reşkirina HDP’ê bi hev ve girêdayî ne. Faşîzma AKP û MHP’ê ji niha ve ji bo hilbijartinan xwe amade dike. Her çiqas bi awayekî eşkere vê niyeta xwe bi lêv nekin jî, ev emelên wan bi awayekî eşkere niyeta wan radixe ber çavan.

Erdogan û şirîkê wî Bahçelî yekem mijara li ser mutabiq dimînin mijara tunekirina kurdan e. Lewma di nevbera van herdu dijminên kurdan de, çi nerehetî ango problem çêbibe jî ew di mijara kurdan de xwedî yek fikrê ne. Ji ber vê yekê AKP û MHP di vê mijarê de wek yek partiyê kar dikin.

Di van rojên dawî de ev rêxistina antî-kurd ji bo xwe li herêmê hîn xurtir bike ketiye nav liv û tevgerê. Bi taybetî xebatên xwe di nav civaka oldar de hîn pêştir dixin. Bi fêlbaziyekê ve dixwazin li herêmê civaka oldar durî HDP’ê bixin. Ji niha ve dest bi amadekariya vê fêlbaziyê hatiye kirin. Di vir de pêwîst e rêxisnên HDP’ê û bi taybetî jî civaka kurd li himberî van emelên xirab hişyar be.

Her çiqas di hedefa vê rêxistina Gladyoyê ya li gor perspektîfên AKP û MHP’ê tevdigere HDP hebe jî, em ji bîr nekin ku di vir de hebûna civakekê tê hedefgirtin. Ev êrîşên di cewhera xwe de têgiha nijadperestiyê dihewîne ji bo xwe kurdan wek dijmin dibîne. Lewma êrîşên li ser civaka kurd jî li gor wan rewa ye. Ev fêmkirina teng a têgiha nijadperestiyê ye. Nijadperestî li tevahiya cîhanê wek nexweşiyekê ye lewma mirov dikare bêje nexweşiya serdemê nijadperestî ye. Her çiqas hemû netewe di xwe de vê nexweşiyê qebûl nekin jî di wan de heye. Mînakên vê hene. Mînaka herî guncaw jî her roj li ber çavên me tê jiyîn.

Li Tirkiyê ji bo gelê kurd bitirsînin ango durî armanca wî ya azadiyê bixin serî li gelek rê û rêbazên cuda hat dayîn.  Gelek ji van pir bi êş bûn. Kesên ji vana ders dernexistine niha jî bi avakirina rêxistinên antî-kurd ve dixwazin hebûna kurdan tune bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê