Sunday, December 5, 2021

Nexweşxane kirine tîcaretxane

M. Alî Ertaş

Li Tirkiyeyê piştî hikûmeta AKP’ê hat ser îqtîdarê, polîtîkayên qada tenduristiyê li gorî daxwazên bazirgan û sermayedaran pêş xist. Hejmara nexweşxaneyên taybet zêde kir û nexweşxaneyên dewletê jî kêm kirin. Ji ber qada tenduristiyê kirine qada bazirganiyê, êdî nexweşxane bûne tîcaretxane û nexweş jî bûne wekî muşteriyan. Ev jî dibe sedem ku êdî welatî nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Dîsa ji ber xizmetkarên tenduristiyê zêde kar dikin, her salê zêdeyî hezar xizmetkarên tenduristiye koçî derveyî welat dikin. Hinek ji wan întîhar dikin û hinek jî îstîfa dikin. Em têkildarî rewşa tenduristiyê û polîtîkayên îqtîdarê yên tenduristiyê bi Endamê Lijneya Navendî yê Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê Halîs Yerlikaya re axivîn.

Li Tirkiyeyê polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên der barê tenduristiyê de çi ne?

Li Tirkiyeyê polîtikayên hikûmetê yên li dijî tenduristiyê wekî qadek aborî û tîcaretê ye. Polîtikayên tenduristiyê wekî mafekî gel ê tenduristiya baş û xweş nayê dîtin. Divê berî her tiştî fikr û ramanên rayedaran jiyana bi tenduristî be. Jiyana bê nexweşî be. Ji bo vê yekê divê gel di karê baş de bixebite û xwarin û vexwarina gel bi tenduristî be. Divê welatî xwedî xanî be û karibe sûdê ji xizmetên şaredariyê bigire. Divê li hawîrdorek bê şer bijî. Divê gel di nava aramî û aştiyê de bijî. Divê berî her tiştî gel di nava aramî û aştiyê de bijî. Divê gel karibe bi hêsanî li her derê xwe bigîne xizmeta tenduristiyê. Tenduristî bi qalîte û bê pere be. Divê tenduristî ji bo her kesî be û bi zimanê zikmakî û dayikê be.

Dema em li polîtîkayên hikûmeta AKP’ê dinerin, yek jî pêk nayê. Nexweşxaneyan wekî ticaretxaneyan dibînin. Nexweşan jî wekî muşteriyan dibînin. Qada tenduristiyê bûye qada bazirganiyê. Tê zanîn ku gelek nexweşxaneyên taybet ên dewletê û hikûmeta AKP’ê pêşiya wan vekirine hene. Saziya ewlehiya civakî (SGK) gelek piştgiriyê dide wan. Ji ber vê yekê dema welatî nexweş dikevin li nexweşxaneyên dewletê nikare xwe bigîne xizmeta tenduristiyê. Welatî neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên taybet. Bi vê yekê bêtir pereyan ji bêrîka gel derdixin. Niha qeyrana aborî heye. Bandora qeyranê li ser tenduristiyê dike. Welatî nikarin biçin nexweşxaneyan. Welatiyên xizan û karker êdî nikarin biçin nexweşxaneyan. Divê ev polîtîka bêne guhertin. Divê bê zanîn ku tenduristî mafê sereke ye û berî her tiştî ye.

Polîtîkaya hikûmetê bandorek çawa li ser xizmetkarên tenduristiyê û welatiyên nexweş dike?

Polîtîkayên ku nexweşxaneyan wekî tîcaretxane dibîne û nexweşan jî wekî muşteriyan dibîne, dibe sedem ku tenduristiya gel xera bibe. Bandora neyînî li ser xizmetkarên tenduristiyê jî dike. Herî zêde xizmetkarên tenduristiyê bi gel re rû bi rû dimînin. Li nexweşxaneyan wekî berpirsiyarê van polîtîkayan wekî xizmetkarên tenduristiyê tê dîtin. Lê bi rastî berpirsiyarê esasî pergal e. Butçeya ji tenduristiyê re tê veqetandin nayê zêdekirin. Rayedar tişta pêwist pêk naynin. Her ku diçe bêtir xerab dibe. Nexweşiya Covîd 19 jî bû sedem ku şert û mercên xizmetkarên tenduristiyê bêtir xerab bibin. Bi şewbê re pirsgirêk bêtir derketin pêş. Ev yek bandoreke neyênî li ser nexweşan jî dike.

Welatî çiqas sûdê ji mafê tenduristiyê digirin? Ji bo sûdê bigirin divê xizmetek çawa bê dayîn?

Her ku diçe welatî ji mafê tenduristiyê sûdê nagire. Mafê tenduristiya gel her ku diçe bêtir binpê dibe. Hikûmeta AKP’ê di destpêkê de hişmendiyek ava kir ku di her qadê de nebaş be jî di qada tenduristiyê baş e. Di hişê gelek kesan de polîtîkayek wisa ava kir. Lê ev ne rast e. Em xizmetkarên tenduristiyê dibînin ku gel sal bi sal bêtir ji mafê xwe yê xizmeta tenduristiyê dûr dikeve. Dîsa di navbera herêman de jî gelek cûdatî heye. Ew parametreyên ku pîvanên tenduristiyê nîşan didin wekî mirina zarokan û mirina dayikan nîşan dide ku şertên tenduristiyê li herêma me xerab in. Herêma herî xerab herêma me ye. Gel ji qada tenduristiyê nagire. Geşedan nîşan dide ku her diçe gel dê bêtir ji mafê xizmeta tenduristiyê dûr bikeve. Ji bo xizmetek baş a tenduristiyê divê hişmendiya ku nexweşxaneyan wekî bazirganiyê û nexweş wekî muşterî dibîne bê guhertin.Divê qad û pergala tenduristiyê ji nûve bê avakirin. Tê zanîn ku di qada tenduristiyê de guhertinek hatiye çêkirin. Pergala performansê pêş xistine. Di pêlika yekemîn de bijîşktiya malbatê danîne. Divê ji bo fakulteyên tibê bêtir butçe bê veqetandin. Divê berî her tiştî tenduristî wekî mafekî asayî, rewa û sereke bê dîtin û qebûlkirin. Di serî de ji bo tenduristiya civakê û gel xera nebe divê di serî de şertên sereke yên pêwist bêne kirin. Di vê pergalê de divê mafê xizmetkarên tenduristiyê jî bê dayîn. Hem mafê debarê û hem şertên xebatê divê bê başkirin. Divê xizmetkar karibin bi dil û can bixebitin.

Hûn dikarin hinekî qala şert û mercên xebatê yên xizmetkarên tenduristiyê bikin?
Şert û mercên xizmetkarên tenduristiyê pir xerab in. Pêvajoya pandemiyê herî zêde bandorek mezin li ser xizmetkarên tenduristiyê kir. Di têkoşîna li dijî Covîd 19 de xizmetkarên tenduristiyê xwe kirin mertal û li dijî wê têkoşîyan. Bedelên pir mezin dan. Nexweşketin û mirin. Lê şert û mercên xizmetkarên tenduristiyê nebaş in. Bandora krîza aborî jî li ser wan zêde bûye. Hêza wan a stendinê kêm bûye. Xizmetkar 36 saetan bênavber dixebitin. Ji ber stratejiya şerê li dijî coronayê, ên întîhar dikin hene. Ên îstîfa dikin hene. Yên ji nexweşxaneyên dewletê diçin nexweşxaneyên taybet hene. Lê dema diçin nexweşxaneyên taybet jî saetên dirêj dixebitin. Li wir jî li ser wan tundî heye. Gelek ji wan nikarin meaşên xwe bistînin. Niha pirsgirêka herî zêde, xebata zêde ye. Xebatkarên tenduristiyê pir zêde dixebitin. Heqê keda xwe nastînin. Kesên bi KHK’yan ji kar hatine avêtin divê dîsa li karê xwe vegerin. Dîsa gelek xizmetkarên tenduristiyê ku zanîngeh xwendine û niha bê karin divê bên tayînkirin.

Zahmetî û astengiyên li pêş xizmetkarên tenduristiyê çi ne?

Xizmetkarên tenduristiyê di şertên gelek giran de kar dikin. Rayedarên nexweşxaneyan ji bo şert û mercên nexweşxaneyê baştir bikin naxebitin. Ji ber ku di pergalê de pirsgirêk heye. Mafê xizmetkarên tenduristiyê yê herî zêde tê binpêkirin, mafê keda wan nayê dayîn û zêde dixebitin. Di şertên giran de bi saetên zêde kar dikin. Nexweşxane ne li gorî şertên pandemiyê ye û bi vî şiklî dixebitin.

Bi taybetî piştî pandemiyê di şert û mercên bijîşkan de guherînek çawa çêbû. Di vê pêvajoyê de çiqas bijîşkan îstîfa kir. Yên ku îstîfa kirin niha çi dikin?

Ji ber şertên giran, ji ber tundiya rayedaran, bi gelemperî ji ber siyaseta rayedaran ku li Tirkiyeyê dimeşînin, di nav xizmetkarên tenduristiyê û bijîşkan de bêhêviyek mezin pêş dikeve. Ev jî dibe sedem ku xizmetkarên tenduristiyê pêşeroja xwe li vî welatî nabînin. Li gorî daneyên di destê me de her meh 80 bijîşk serî li Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê didin û belgeya tesdîqnameyê ya nîşan dide ku ew bijîşk in, ji me dixwazin. Salê nêzî mezûnên 6 fakulteyên tipê diçin derveyî welat. Yanî nêzî Hezar û 200-300 kes diçin derveyî welat. Dixwazin li wir bijîşkiyê bikin. Pêşeroja xwe li vir nabînin. Ji ber vê yekê diçin derveyî welat. Ji ber van şertan gelek bijîşk îstîfa jî dikin. Yan diçin nexweşxaneyên taybet, yan jî diçin derveyî welat. Bi taybetî pandemiyê şertê bijîşkan xerab kir û barên wan giran kir. Ji bo ku vîrûs li nexweşxaneyan û nava gel belav nebe û bi rengekî din bihata pêşwazîkirin, diviya bû gel jî tev li vê têkoşînê bihata kirin. Divê rayedaran bawerî bidaya gel. Yek ji nebaweriyan jî aşî ye. Herî zêde gel li herêma me baweriya xwe ji aşiyan nîne. Li herêma me rêjeya aşiyê pir kêm e. Ev jî pirsgirêk e. Yanî vê pandemiyê barekî pir giran danî ser pişta xizmetkarên tenduristiyê.

Odeya Tabîban a Amedê û Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê ji bo mafê bijîşkan çi dike û divê çi bike?

Bi rastî jî ji bo em van şert û mercan biguherînin em di nava hewldan û têkoşînek mezin de ne. Beriya pandemiyê jî û di pêvajoya pandemiyê de jî me her tim pirsgirêk dianîn ziman. Me hem pirsgirêk û hem jî rêyên çareseriya wan jî anîn ziman. Ji bo pergalek nû ya xizmeta tenduristiyê bê avakirin û her kes karibe ji mafê tenduristiyê sûdê bigire, ji bo mafê gel ê tenduristiyê neyê binpêkirin, ji bo tedawiyek baştir û bi leztir, ji bo gel bi hêsanî û bêpere xwe bigîne nexweşxaneyan, me gelek pêşniyar kirin. Lê heta niha mixabin rayedarên ku Tirkiye bi rêve dibin, ne li gorî zanistiyê û ne li gorî fikra tenduristiya gel tev geriyan. Bêtir li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ev jî dibe sedem ku di siberojê de bêtir pirsgirêkên qada tenduristiyê zêde bibin. Divê gel ji bo karibe xwe bi hêsanî bigîne mafê tenduristiya baş li mafê xwe yê tenduristiyê xwedî derkeve. Em jî wekî Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê wekî Odeya Bijîşkên Amedê, di nava xebat û têkoşînê de ne. Heta niha em her hefte daxuyaniyan didin. Em ê di 23’ê mijdarê de li Stenbolê meşekê li dar bixin. Meş dê ji Stenbolê dest pê bike, li Koçaelî, Bursa, Eskîşehîr û piştî wê di 27’ê mehê de em ê li Enqereyê bin. Me navê wê Meşa Spî bi nav kiriye. Em ê li Enqereyê forumlekê li dar bixin û em ê van pirsgirêkan niqaş bikin. Heta niha me bi partiyên siyasî yên li parlamento û ne li parlamentoyê jî ev niqaş kirine. Têkoşîna me ya ji bo tenduristiya gel didome.