Rojnameya Heftane

Neyarên veşarî

Ez heyran, hûn çi dixwazin ji min? Qesem dikim bi navê xwedê yek armanceke min a nivîsê heye ew jî; bes pê dilê xwe aş bikim û bêhna xwe derxînim…

Ma qey hema kî a dilê xwe; bi du sê rêzikên kurmanciya zelal û bi çend peyvên ku ji ber xwe ve li hev tên, li ser medyaya civakî nivîsandin, divê hema bibe nivîskar?

Her çiqas min gotibe: Ez ne yeka wisa bi pîr pergal im. Hema çi çax ji dilê min bê ez wê çaxê dinivîsim û pêre pêre li ser tora civakî diweşînim lê hê jî ti feyde nekiriye.

Ji wê roja erêkirinê de ye, ne nivîsek ji dilê min tê ne jî tiştên bi henek tên  bîra min.

We, malê li min wêran kir. Destê xwe didim ber çena xwe, de bifikire ku tu nafikirî. Hingî min da ber hev û xwebixwe nîqaşan kir, ez westiyam. Bêhna min teng bû, firk avêt çema sitûyê min û niha nikarim li rast û çepê xwe bifetilim. Û vê mîrata karê malê, wisa li ber dilê min şîrîn bûye wisa şîrîn bûye heta hûn bêjin. Destê min ji karê malê vala nabe ku rakim pênûsê û a dilê xwe verêjim! Ev yek. A din jî; ji bo li ser mijarek xweş û bi qerf (komîk) binivîsim hingî hûr û kûr difikirim, tiştên ne tişt tên bîra min. Niha di nav şik û gumanan de noq bûme û mame!

Mînak cîrana min a jêr; tevî ku qet kek û pastayan naxwe jî her roj pasta çêdike, teyfikê bi serî dike û tîne dide min.Ez ê çaydankê deynim ber xwe û heta heblûrka dawîn jî bixwim.

Niha difikirim; heke ne ji bo bixwim û pê jê şîşmantir bibim be, ew ê çima pastayên ku jê nexwe çêke û bîne bide min? Bi rastî ji xwe yeka qelew im lê heye ku bi saya pastayên wê, jê qelewtir bibim û êdî tu cil li min nebin û dilê wê di min de rihet be jî…

Cîrana min a jor, a ku hemû xalî û tejikên malê bi ser serê min de dadiweşandin, mala xwe bar kir û çû. Xaniyê xwe jî firotiye malbatek bi gilûr. Ji bo bi ser min de qerebalix bikin û ez pê aciz bibim.

Nebî tu çi yeka dexes bûyî, nermijokê. Ne tu û mêrê xwe heta serê sibê diketin qirika hev û serûguh ji min dibirin. Hetanî ez nehatima neketima nav we, we gewriyê li hev diqetand. De here ku tu naçî. Xwedê bikim hûn goştê canê hev bixwin!

Jixwe cîrana min a li hember? Xwedê nede guran. Her ku mêrê wê bûye rêveberê saziyekê û bi şofêr û erebê diçe tê û çima carcaran ew jî lê siwar dibe, êdî bi çavê siltanan li xwe dinihêre. Di van rojên dawîn de; ne qet pirsa min dike ne jî keysê dide min ku ez pirsa wê bikim. Çiqas em di nav derî de rastî hev bên, ew ê ji nav derî bikişe hundir û bêje ziring û derî li rûyê min bigire. Rebenêêê, ji xwe ne tu bûna yî kesî ew nedikir, evdalê. Simbêlên wî mişkê ku xwe avêtibû mala me jî ji simbêlên mêrê te yê xirexavî,  gurtir û dirêjtir bûn pepûkê!

Na heyran na! Vana ne derûcîran in, hebe nebe neyar in neyar. Lê mixabin; min heta niha bi wan nizanibiye.

Xwezî; ên neyar, ne tenê der û cîran bûna. Hevalên min ên tora cîvakî jî xêrnexwaz in! Çavên wan bar neda ku ez royê hema du sê rêzikan xêz bikim û dilê xwe pê egle bikim. Bi baweriya min, wan zanibû; ez çawa ji bo weşanê xwe bidim ber nivîsê, ew ê hibir li pênûsa min biçike û lênûska min vala bimîne.

Na na qet dilê xwe xweş nekin û kêfa xwe li min neynin,  ez ê ji ser eksa der û cîranan û dost û hevalên xwe binivîsim.

De ji kerema xwe re, heger hûn ji dil bin û qenciya min bixwazin, vê nivîsa min, li rûpela serî û li bin serenavê rojnameyê biweşînin ku ez pê qerezan bidime wan!