24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nêzîkatiya CPT’ê cesaretê dide Tirkiyeyê’

Nêzîkatiyên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) yên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî xirabtir derdikevin holê. Wek tê zanîn ku CPT’ê herî dawî 28-29’ê nîsana 2016’an hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû û agahiyên hevdîtinê nehatibûn parvekirin. Piştî vê yekê CPT’ê 5’ê tebaxa 2020’an da zanîn ku sala 2019’an jî girtîgeha Îmraliyê ziyaret kirine lê şert û mercên 2016’an bi tu awayî nehatine guhertin. CPT ligel vê xemsariya Tirkiyeyê ya ku 21 sal in tecrîdê li ser Ocalan bi awayekî bênavber berdewam dike heta niha tu biryareke şênber nedaye û ev yek jî rê li ber Tirkiyeyê vedike ku tecrîdê girantir bike.

Hefteya borî CPT’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di navbera 11-25’ê çileya 2021’ê de heyeta CPT’ê serdana Tirkiyeyê kiriye. Di dema serdanê de heyetê li gel rayedarên hikûmetê bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re hevdîtin kirine. Lê heyetê serdana girtîgeha Îmraliyê ku tecrîdê lê berdewam dike, nekiriye.

Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî der barê neçûna CPT’ê ya Îmraliyê de daxuyaniyek dabû û neçûna wê şermezar kiribû. Buroyê di daxuyaniyê de bal kişandibû ser girîngiya serdanên CPT’ê yên li Îmraliyê û diyar kiribû ku nêzîkatiya CPT’ê tê wateya domandina pergala îşkence û tecrîda li Îmraliyê.

Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal têkildarî nêzîkayê CPT axivî û diyar kir ku CPT di mijara tecrîdê de cesaretê dide Tirkiyeyê.

Her tişt bi zelalî li holê ye

Newroz Uysal der barê serdanên CPT’ê ya yên peryodîk de da zanîn ku ev serdan di çerçoveya hiqûqî, mafên mirovan û rawestandina îşkenceyê de pêk tên û wiha got: “CPT’ê di serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê bal kişandibû ser binpêkirina hiqûqê û pergalê, ew wekî îşkenceyê nirxandibû û xwestibû şert û merc bên guhertin. Ji bo rakirina tecrîdê çend mukelefiyet li Tirkiyeyê ferz kirin, lê li hember vê yekê jî ji meha îlonê heta îro hevdîtina bi parêzer, malbat û wasî hatin astengkirin, mafê telefonê bi hinceta cezayên disîplînê hatin astengkirin. Dema her tişt wisa bi zelalî li holê ye jî CPT, piştî salek û 9 meh şûnde tespîta îşkenceyê kiribûn. Ligel vê îsal neçûn serdana Îmraliyê û ev tişt neyînî ye. Li gorî rapora ku demên borî weşandî tev negeriyaye.”

‘Helwesta CPT ne cidî ye’

Uysal di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina CPT’ê ya bi rayedarên hikûmetê û ev tişt anî ziman: “CPT bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir lê belê neçû Îmraliyê. Peywira wê pêşîgirtina îşkenceyê ye, lê em dibînin ku şopandineke têr û tije ya CPT’ê tune ye û bandora wê ya guhertinê tune ye. Ji bo îşkence bê astengkirin hevdîtina bi rayedaran normal e. Lê belê tenê hevdîtina bi hikûmetê re nîşanî me dide ku bi helwesteke cidî CPT nêz nabe. Haya CPT’ê ji rewşa Îmraliyê, ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan heye. Tevî vê jî tenê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir. Ev helwest di heman demê de di mijara tecrîdê de cesaretê dide hikûmetê. Me gumana xwe ya di warê dayîna cesareta ji bo berdewamiya tecrîdê bi raya giştî re parve kir. Em ê bi CPT’ê re jî parve bikin.”

‘Hemû dewletên endam berpirs in’

Parêzera Ocalan Newroz Uysal destnîşan kir ku pêşîgirtina îşkenceyê hem peywira CPT hem jî ya dewletên endamên Konseya Ewropayê ne û wiha domand: “Divê CPT encamên vê pêvajoyê ji konseyê û ji Dadgeha Mafê Mirovan a endama konseyê ye ragihîne. Hemû dewletên endam ji vê yekê berpirs in. Li ser raporên komîteyê di heman demê li Meclisa Konseya Ewropayê jî hevdîtin çêdibe. Ya tê nirxandin an jî tê erêkirin. Raporên têkildarî serdana 2019’an jî li Meclisa Mayinde ya Konseya Ewropayê hat nirxandin û ji bo Tirkiye hewcedariyên vê raporê bîne cih bang hat kirin. Tevî vê raporê tecrîd bi dawî nebû. Hewcedariya vê raporê ne qedexeyên nû ne, divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin bi malbat û parêzeran re pêk werin û îzolekirina di warê şerdên fizîkî de bi dawî bibin.”

‘Em ê raporekê parve bikin’

Her wiha Newroz Uysal destnîşan kir ku ew têkildarî rewşa li Îmraliyê CPT’ê her dem agahdar dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em herî kêm ji sê mehan carekê raporê ji CPT’ê re dişînin. Em rû bi rû jî hevdîtinan dikin û ji bo bidawîkirina tecrîdê em bang dikin. Me têkildarî ‘biryarên qedexeyê yên dadgeriya înfazê ya nû ya di îlonê de’ jî îxbarnameya nivîskî ji CPT’ê re şand û ew agahdar kir. Me herî dawî 27’ê Nîsana 2020’an bi birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir û piştre ev yek pêk nehat. Me ev jî bi CPT’ê re parve kir. Em ê di rojên pêş de jî têkildarî geşedanên hiqûqî û sedema serdana CPT’ê de raporekê bi CPT’ê re parve bikin.”