Saturday, December 4, 2021

Nêzîkatiya li hemberî jinên kurd!

Dûrket Suren

Li bakurê Kurdistanê îşkence, destdirêjî, faktora bêcezatiyê, yanî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan a bi salan…

Ev 72 sal in 10-17’ê kanûnê weke Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanî tê pîrozkirin û Tirkiye îsal jî bi binpêkirinên mafên mirovan ev hefte pêşwazî kir. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan li bajarên kurd dijîn ev binpêkirin hê zêde ne û metirsîdar in. Mixabin mînakên wê yên berbiçav her roj xwe zêdetir nîşanî me didin. Jixwe hin mînakên wisa hene ku mirov nizane çi têgehî lê bar bike.

Bi rastî jî nivîsandina wê destên mirov dilerizîne, nîqaşkirina wê dibe sedema hêrseke pir mezin. Mirov asê dihêle ango mirov nizane çi bike çawa bike! Ji ber ku li hemberî hin mijaran, tu ne tenê rojnameger î ku pirsan bikî û nûçe û bernameyan amade bikî. Beriya her tiştî tu jinek î, kurdek î û ji polîtîkayên tê meşandin ne dûr î.

Li bakurê Kurdistanê îşkenceya destdirêjiyê ya bi destê hêzên dewletê pêk hat careke din hat teşhîrkirin. Dewlet bi pêkanînên xwe bi derûniya hemû jinan, nexasim bi derûniya jinên kurd, bi hêza jinên kurd ku li dijî êrîşan têdikoşe dilîze. Wisa bûye ku her roj rastî bûyereke din a nirxên kurdan ku çawa tê xwestin bê binpêkirin, cureyeke din a îşkenceyê tên, lê ne rast hatin e ku di her bûyerê de em rastî heman kiryarê jî tên. Belê kiryar heman in, ji ber ku ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha nav û rûyên wan kesan biguherin jî feraseta dewletê ya li dijî jin û zarokên kurdan neguherî.

Bûyera tecawizê ya li Kercewsê

Piştî derket holê li navçeya Kercewsê ya Êlihê polîs, leşker û çawişê pispor jî di nav de, 27 kesan dest dirêjî zarokeke 15 salî kiriye û bi 2 jinan fuhûş hatiye kirin, jin û rêxistinên jinan daketin qadan. Çalakî tên kirin, daxuyanî tên dayîn, mixabin ji ber edaleta kêm li ser medyaya civakî jin li edaletê digerin!

Ev mesele ji her alî ve meseleyeke giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ye, lê ji ber ku di nav çend mehan de ev bûn çend bûyer li Êlihê diqewimin mirov vê pirsê dixwaze bike. Meseleya lîstika li ser jin û zarokên Êlihê tê lîstin çi ye?

Li Tirkiyeyê, bi taybetî li Kurdistanê çanda destdirêjiyê ango tecawizê bi awayekî sîstematîk didome û ev polîtîka ne ji ber lawazbûna hêza jinê, dijberî wê tam jî ji ber rêxistinbûyîn û hêza jinê ye ya li dijî serdestiya mêr-dewlet û malbatê pêk tê.

Li Kurdistanê girtina saziyên jinan jî girêdayî vê mijarê ye. Bajarekî weke Êlihê ku di salên 2000’î de bi xwekuştinê ket rojevê, bû ku weke bajarê jinê yê birêxistinkirî bê pênasekirin. Di her çalakiya civakî de bêkêmasî jinên ciwan li pêş xuya dikirin û ev yek qet li hesabê desthilatdariyê nayê.

Ji salên 1990’î heta niha

Mînakên salên nêz ên li Tirkiyeyê têrî hiqûqa dijminane ya li pêşberî me dike. Ji Mûsa Çîtîl ê salên 1990’î, heta Mûsa Orhan ê 2020’î rêbaza dewletê ya li dijî jinên kurd nehat guhertin. Di arşîvan de bi sedan mînakên wê hene. Mûsa yê 2020’î hêza xwe ji kesên unîformayê weke xwe li xwe dikir girt, ew ê heta hetayê mînakeke ku her li rûyê dewletê bê xistin bimîne. Dema ev çawişê pispor, tecawizkar û kujerê Îpek Er, Mûsa Orhan hat berdan, xuya bû ku ev berdewama polîtîkaya li dijî jinê, bi taybetî jinên kurd e. Bêcezakirin û xwedîderketina kesên weke wî dê bi xwe re bûyerên nû bîne û mixabin em rastî mînakeke din a destdirêjiya bi destên endamên dewletê hatin.

Dewlet li xwe mikur nayê, kirinên endamên xwe diparêze û rê li ber sûcên nû vedike. Li şûna tecawizkar Mûsa Orhan, Îpek Er a li dû xwe bi nameyekê her tiştî derxist holê û malbata wê ya hesab ji dewletê dipirsî, hat tawanbarkirin.

Di bûyera dawî ya Kercewsê de jî yên sûc kirine na, lê yên sûc derxistin holê û bûyer ragihandin, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Biryara nepen a li ser dosyayê, qedexekirina belavkirina nûçeyê, gefxwarina nûçegihana JinNewsê hemû meseleya kurdbûyîn û nêzîkatiya dewletê di nav xwe de dihewîne.

Mesele meseleya kurdbûnê ye

Ger hikûmeta dixwaze di serê civakê de şik nemîne, wê demê divê bi biryar û daxuyaniyên xwe hêz nede endamên xwe. Ger hikûmet dixwaze ev ne êrîşeke bi zanebûn e li dijî jin û zarokên kurdan, bila “daraza wê” hemû dosyayan ji nû ve veke, hemû kiryaran bidarizîne, cezayên heq kirine bide, da ku tu şik der barê wê de nemîne, lê belê ev mesele meseleya kurdbûnê di xwe de dihewîne. Mesele meseleya polîtîkaya wan e. Mesele meseleya rêbaza şerê taybet e!

Em behsa nirxên jin û zarokan dikin

Ev bûyer bi biryara nepen a li ser dosyayan, bi destdanîna ser zaroka ku rastî destdirêjiya endamên wê hatiye nayê girtin. Rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan diyar kirin ku dê şopdarê vê dozê bin û nehêlin ser vê bûyerê bê girtin. Divê neyê girtin! Xuya ye armanca hemû hewldanan ew e ku civakê hînî bûyerên bi vî rengî bikin, bitirsînin û li dijî îşkenceyan bertekên gel qels û kêm bikin. Ji ber vê yekê jî divê civak, bi taybetî jî rêxistinên jinan destûr nedin ku ser vê bûyerê were girtin.

Weke dawî madem em di hefteya mafên mirovan de ne û di vê demê de jî herî zêde li ser medyayê behsa mafan tê kirin û nivîsandin, dixwazim bi çend hevokan bi dawî bikim.

Ew nijadperestiya li Tirkiyeyê ya ji ber polîtîkayên cudakariyê bilind dibe di mijara tundiya dewletê ya li jinên kurd jî xwe nîşan dide. Hin kesan bi parvekirinên xwe, hin kesan jî bi bêdengiya xwe ya li hemberî vê destdirêjiyê nêzîkatiya xwe ya “demokratbûn” û “azadiya jinê” diyar kir. Hew maye ku bêjin (gelekan got jî) “Bila polîs û leşkerên dewletê îşkence nekin, lê ger di sînorên bajarên kurdan de bin ne xem e. Kurd heq dikin, bila hedê xwe bizanibin…”

Em behsa destdirêjiyê yanî tecawizê dikin! Em behsa nirxên jin û zarokê dikin! Em behsa ji bo her kesî mafên mirovan dikin heyran!