Şemî, Çile 29, 2022

Nêzîkayîtêdaneke Pedagojîk

Gelek kesên zana û pispor li ser mafê zarokan û perwerdehiya wan serê xwe diêşînin û derbarê perwerdehiya wan de angaştên balkêş derdixin pêş û fikr û boçûnên xwe derdibin. Pedagojî, ji hêla koknasiyê (etîmolojîk) ve pedag (zarok) û ojî (zanîn) tê wateya zanyariya zarokan.

Her çendî ku îro pedagojî wekî zanîna perwerdehiya zarokan tê watedarkirin jî peyveke yewnanî ye û di serdema yewnaniya kevnar de derketiye holê. Ev têgih ji peyva “ho paidagogos” de bûye ku tê wateya “bendeyê ku zarokan dibe dibistanê û tîne”. Ango pêşî wekî kesê ku di suxreya zarokan de dixebite hatiye binavkirin. Belê îro pedagojî wekî zanyariya perwerdehiya zarokan û pedagog jî wekî perwerdekarê ku bi zanyariya perwerdehiya zarokan eleqedar dibe; perwerdeker, fêrker an jî pisporê karê fêrkirinê (fêrkirina zarokan) tê zanîn.

Pedagojî, berê wekî şaxekî zanîna derûnnasiyê û mijara felsefeyê dihat dîtin û îro jî wekî zanîna perwerdehiya zarokan tê bikaranîn. Belê heke têgiha pedagojiyê tenê bi “zanîna zarokan” an jî “zanîna perwerdehiya zarokan” were sînordarkirin, dê wateya wê hinekî qels bimîne. Lewre perwerdehî ji bo hemû mirovan pêdiviyeke bingehîn û domdar e û heta dawiya temenê mirov didome. Ji bo wê, pedagojî tenê ne bi zanîna perwerdehiya zarokan; bi ya mirovên ciwan, gihîştî û navser hemûyan re jî eleqedar dibe.
Ji ber ku perwerdehiya mirov a bingehîn ji zarokatiyê dest pê dike û hîmê perwerdehiya mirov ê herî tebût di zarokatiyê de tê danîn, pedagojî jî di vê hêlê de bêtir li ser perwerdehiya zarokan hûr dibe. Zanyariya hemû domanên perwerdehiyê; lêkolîn û dahûrandinên derbarê jiyana zarokan û şert û mercên ku tê de dijîn, bi pedaojiyê re têkildar in. Pedagojî, ji bîr û jîrayiya zarokan bigirin, heta xwedîkirin û perwerdekirina wan; ji malbata wan bigirin, heta aboriya wan; ji bedena wan bigirin, heta derûniya wan ango ji gelek hêlan ve rewşa wan bi awayekî piralî hildide dest.

Qada zanyariya pedagojiyê, pêşî û berî hert tiştî zarok in. Ji ber ku her mirov pêşî zarok e û ji zarokatiyê dest bi jiyanê dike, pedagojî jî wekî pêdiviyekê bi vê mebestê derketiye holê. Loma pêşiyan gotine: “Dema dar ter be ditewe.” Zarok jî wekî şitila ter in û bi hêsanî ditewin. Belê ev tewandin di wateya xaze (mecaz) de hatiye bikaranîn. Çi ji hêla erênî û çi jî j hêla neyinî ve dibe, zarok bi hêsanî û pir zû dirb û dirûvekî nû digirin. Hem dê û bav û hem jî mamoste, wan li gor dilê xwe perwerde dikin û digihînin. Belê ev nayê wê wateyê ku her dê û bav û mamoste zarokan bişibînin xwe an wan ji xweserî û taybetiyên wan ên cuda dûr bikin û liv û tevgerên wan li gor dilê xwe biedilînin. Her zarok xwediyê kesayetî, behre û jîrayiyeke taybet û xweser e. Bi şikl û şêweyên xwe, bi bedena xwe biçûk in; belê bi hiş û jîrayiya xwe, bi bîr û behreyên xwe, bi xwezayîtî û afîrîneriya xwe heta bêbes mezin in. Divê em wan qet biçûk nebînin; kes û civakên ku zarokan biçûk dibînin qet mezin nabin. Dibe ku em bi rêya tirsê û gefan zarokan bidin sekinandin an li gorî feraseta xwe teşeyeke demdemî bidin wan; belê em tu carî nikarin fikra xwe bi wan bidin qebûlkirin. Ew qet nayên ser fikra me; belê dibetî heye ku em biçin ser fikra wan.

Ji do heta îro der barê perwerdehî û pedagojiyê de gelek tişt hatine axaftin, nivîsandin, veguhastin û vegotin. Her wiha gelek der barê vê yekê de dane, hevdan û serpêhatiyên ku di domanên perwerdehiyê û kardariya jiyanê de hatine bidestxistin hene.Tiştên ku heta îro di pêvajo û domanên perwerdehiyê de pêk hatine; çi li dibistanê û çi li derveyê dibistabê dibe, hemû xwendin, guhdarîkirin, dîtin, ezmûn, raçavkirin, hîndarî, zanîn û şahidiyên ku di tu pirtûkan de hilnayên hatibin ceribandin jî dîsa pirsgirêkên perwerdehiyê zû bi çareser nebûne û nabin jî. Lewre tu pergalên perwerdehiyê heta îro zarok esas negirtine. Bi giştî pergala perwerdehiya cîhanê jî di nav de, tu pergalên perwerdehiyê li gor feraseta perwerdehiyeke zanistî û mirovane tevnegeriyane. Zanyariya perwerdehî û pedagojiyê jî li gor pergala ramyarî, aborî û berjewendiyên kesên serdest û hêzên destilatdar teşe digirin û tên bikaranîn.

Arîşeyên perwerdehiyê gelek pirsgirêkên civakî jî bi xwe re tîne. Perwerdehiya ku ji rê û rêbazîn pedagojiyê bêpar be, nikare zarokan li gor xweserî û taybetiyên wan perwerde bike. Pewredehiya ku her gav yekzimanî û yekramanî û yeknesakî dide ferzkirin, tu car nikare arîşeyên perwerdehiyê û pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bike.
Li gor nêzîkayîtêdanên pedagojiyê, bingeha kesayetiya mirov hê di betnê dayikê de tê avêtin. Ji bo wê; zarok çi qasî bi dayika xwe re têkildar be û pê re bijî, dê pêdiviyên wî/wê bi hêsanî pêk werin û pirsgirêkên wî/wê jî ew qas ne zêde bin. Ji bo wê; sê pêdiviyên zorok yên bivênevê û bingehîn ku bidestxistina wan bêyî dayikê pêkan nabe, hene:
•Şîrê dayikê
•Hezkirina dayikê
•Zimanê dayikê
Şîrê dayikê: Qûtê ku ji bedena dayikê çê dibe û ji bo zarokê herî fêdedar, şîrê dayikê ye. Tu xwarin û vexwarinên fêdedar jî şûna şîrê dayikê nagirin. Zarokên kêmşîr an jî şîrkuj ku ji şîrê dayika xwe têr nebûne, dê heta dawiya temenê xwe di bedena xwe de kêmaniyekê bibînin. Dê bedena wan tu carî bi qasî zarokên ku ji şîrê diyê têr bûne, tebût nebe. Ew ê teqez rojekê vê kêmasiyê di bedena xwe de bihisînin.

Hezkirina dayikê: Hesta ku ji dayikbûna mirov heta dawiya emrê mirov didome û kilîda hemû deriyan vedike, hezkirin e. Hezkirina dayika ku bi zaroka xwe ducanî dibe naşibe tu hezkirinan. Îcar zarok jî bi heman awayî vê hezkirinê di zikê diya xwe de dihisîne. Hezkirina dayikê hezkirineke herî bedew û bêderew e. Hezkirina dayikê di ser hemû hezkirinan re ye. Dibe ku hezkirina dayikê bingeha hemû hezkirinên din be jî. Zarokên ku ji hezkirina dayika xwe bêpar dimînin, heta dawiya temenê wan di derûniya wan de rûxanên ku qet nacebirin pêk tên. Nexweşiyên derûnî yên mîna tengijîn, bêqidûmî, bi edrê ketin, dînîtî û hwd. hemû ji ber kêmaniya hezkirina dayikê derdikevin holê.

Zimanê dayikê: Ji ber ku zarok hê di malzaroka dayika xwe de hîn dibe, wekî make ziman û bingeha hemû zimanên din jî tê dîtin. Zimanê mirov ê sereke ku tu ziman dewsa wî nagire, zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê, bingeha hemû zimanên ku mirov dawiyê hîn dibe ye jî. Mukayesekirin û têgihîştina hemû zimanên din jî bi saya zimanê dayikê pêkan dibe. Kesê/a ku zimanê dayika xwe baş fêr nebe, zimanên din jî baş fêr nabe. Ji bo derbirin, axaftin û famkirinê jî zimanê bingehîn dîsa zimanê dayikê ye. Mirovê/a ku zimanê dayika xwe hîn nebe, dê di hemû têkiliyên civakî de tûşî astengiyên rojane bê û bi gelek pirsgirêkên civakî rû bi rû bimîne.

Ji ber ku mijara me pedagojî ye, em ê bi kurtayî behsa hinek şaxên pedagojiyê jî bikin. Gelek şaxên pedagojiyê hene. Hin jê ev in:
Pedagojiya perwerdehiyê: Pêvajoya ku ji malzaroka dayikê dest pê dike û heta dawiya temenê mirov didome û pê re eleqedar dibe. Pedagojiya perwerdehiyê ye. Pedagojiya perwerdehiyê, li ser hemû dem û domanên perwerdehiyê hûr dibe. Li gel azîne, rêbaz û rêgezên perwerdehiyê, li çareserkirina pirsgirêkên perwerdehiyê jî digere.
Pedagojiya mirovnasiyê: Tê wateya nasîn û zanyariya mirov. Ev şaxê pedagojiyê li ser pêvajoya jiyana mirovahiyê ya dîrokî, derûniya mirovan û liv û tevgerên wan disekine.
Orthopedagojî (pedagojiya neliheviyê ya civakî): Li ser tevgerên zarok û mezinên ku bi civakê re nelihev in û liv û bizavên wan ên awarte hene, hûr dibe.

Pedagojiya çandî: Li ser cudabûna welat, civakan, çand û kevneşopiyên wan radiweste û çanda ku bandorê li ser tevgerên zarokan dike, hildide dest.
Di hemû domanên perwerdehiyê de, pêdivî bi zanyariya pedagojiyê û bi zanebûna pedagogên perwerdehiyê heye. Heta ku mirov û mirovahî hebe, dê ev pêdivî tu carî ji holê ranebe.