Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Qalikê li ser birînê

Ev demeke dirêj e, bi taybetî bi derketina çalakvana ekolojîst Greta Thunberg, peyva ‘nifşa nû’ û nîqaşên di vê der barê de bûn mijarên gelek nivîs, gotar û lêkolînan. Nifşa nû ya ku wek ‘nifşa Z’ jî tê binavkirin, li Tirkiyeyê di hefteya borî de bi mebesta civîna Erdogan a bi ciwanan re li ser medyaya civakî, bû mijara sereke. Hin kesan ew pîroz kir, hin kesan li ser teşeya protestoya wan, ew analîz kirin; hin kesan li ser ciwanan wek dengdarên potansiyel propagandayên xwe kirin. Hin kesan pêşeroja xwe bi wan ve girêdan û hwd.

Nifşan li gorî taybetiyên wan ên demî û civakî û bi taybetî girêdayî pêşketinên teknolojîk ji hevûdu veqetandin, yek ji rêbazên civaknasiya nûjen e. Ji bo pênasekirin û fêmkirina fenomenan kategorîzekirinê wek rêyeke sereke bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze hevkarî û cudahiyên fenomenên civakî ji hevûdin derxîne. Ev çiqas pêwîst e û çiqas li gorî berjewendiyên mirovahiyê tê bikaranîn pirsên sereke ne. Lewre em dizanin ku ev rêbaza kategorîzekirinê mirovahiyê û civakan li gorî ‘nijad’, reng, çand, ziman û zayendan ji hev veqetandine û bi vî awayî bingeh ji hiyerarşî, nijadperestî û çînan re amade kiriye. Lê bila ev tespît tenê wek agahiyeke nav kevanê li vir bimîne. Ez ê dîsa vegerim ser mijara ‘nifşa Z’.

- Advertisement -

Cara yekemîn nivîskarê kanadî Douglas Coupland di pirtûka xwe ya bi navê ‘Generation X – tales for an accelerated culture’ (1991) de nifşeke bi tîpên latînî bi nav dike. Piştî derketina vê pirtûkê ev peyv di nav lîteratura civaknasiyê de rûnişt û nifşên li dû wê dîsa bi mantiqa tîpên latînî hatin binavkirin (Nifşên Y û Z). Ango niha piştî ‘nifşa Z’ nifşên ‘Alpha û Beta’ li pêşberî me ne. Bi giştî di nav civakan de nifş li gorî hin taybetmendiyên xwe yên balkêş tên ravekirin. Û ev pênasekirin her tim ne erênî ne, heta nakokiya nifşan derdixîne der. Mînak; gotinên  wek ‘zarokên biskuvîtan’ ‘ciwanên iphonê’, ‘nifşên tirêmbêlan/balafiran’  balê dikişînin ser hin taybetmendiyên nifşan. Li gorî vê kategorîzekirinê kesên di navbera 1965-1980 de hatine dinê endamên ‘nifşên X’ ne, yên di navbera 1980-2000’an de endamên ‘nifşên Y’ ne û yên di navbera 2000 û 2020’an de dikevin nav kategoriya ‘nifşên Z’. Her çiqas zanist di vê binavkirin û kategorîzekirinê de hîn ne yekdengî be û bi şik nêzîk bibe jî, ji aliyê din ve tespîta ku dibêje di navbera komên temenên cuda de ferq û meylên cuda hene, dipejirîne. Ya din dabeşeke zelal di navbera nifşan de ne mumkun e, di navbera wan de veguhestineke zindî heye. Her wiha divê mirov van taybetmendiyan weke ya giştî bibîne, lê neke rêbazên neguherbar û nekeve xetereya endezyariya civakî.

Li gorî vê dabeşiyê tê gotin ku nifşa Z hem ji hêla hişmendiyê hem jî ji hêla xemilandina xwe ve ji nifşên beriya xwe bi gelek awayan cudatir e. Nirx û watedayînên nifşên beriya wan bo wan bê mane ne: netew, zayend, ol, reng, nijad û hwd. Ya rastî ne bêwate ne, lê wateyên nû digirin. Li dijî dubendiyan in. Ne tenê durûtiya pergalê di heman demê de yên dê û bavên xwe rexne dikin. Nifşa ‘azadîxwaz’ a beriya wan ku bawer dikir ekolojî, mafê mirovan û wekhevî bi rêya ‘alîkariyê’ dê bidest bixin, tenê kevirên ku diçe rêya cehennemê dirûstir kirin. Ji wê demê de çi baştir bû: nijadperestî, pêkutî, tundî, hawirdor? Hemî jî her ku çû xirabtir bûn. Lewre ‘azadixwazî’ bi konformîzma demê hatibû dorpêçkirin.

Çend roj berê ez çûm deverekê. Dema min kir ku ez li ser kursiyê rûnêm, nivîseke tam li hemberî min bala min kişand. Li ser qasnaxekî hevokeke hema bêje di wateya ‘nasnameya te ya neteweyî serê te bixwe’ hatibû nivîsandin. Ez di nav xelîl û celîlî de mam. Ji hêlekê ve min got ‘hedê kê ye nasnameya min wisa bike mijara pirsê. Ez rabim herim.’ Ji aliyê din ve ez li benda çend ciwanan bûm, diviyabû me çalakiyeke ji bo  jinên li Kobanê ji hêla dewleta tirk ve hatin kuştin birêxistin bikira. Van ciwanan ez wek jineke kurd pêşwazî kirim. Ango ez bi nasnameya xwe ya neteweyî û zayendî bi wan re bûm. Lê ez nizanim yên li hemberî min çibûn? Jin, mêr, queer, trans, alman, reşik, îspanyol, faris, ciwan, navsere, ewropî, afrîkî, xwendekar, karker? Xwe çawa pênase dikirin? Min ferq kir ku ez li gorî têgihîştina xwe û ji bo ewlehiya xwe li dû kategorîzekirina wan im. Lê ew  bi alên xwe yên YPJ’ê li hemberî min rûniştî, li ser plansaziyê fikrên xwe dianîn ziman. Wê kêliyê tev kurd bûn, jinên li Kobanê bûn. Wekî ku çend hefte berê hemî George Floyd bûn, an jî wek Las Tesîs jinên li hemberî tecawizkeran bûn. Nifşa Z xwe bi netewe, ziman, reng, zayend û olan pênase nake lê wek qalika li ser birînê ye; xwîn ji ku biherike, wek şane xwe lê digire.