19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestiya kes û dewletan

Nijadperestî tegeheke rojane derdikeve pêşberî me ku xwedî dîrokeke dûvdirêj û guherbar e.
Lewma piranî mirov û di nav wan de nijadperest jî vê têgehê red dikin. Lê çiqas mirov vê red bikin jî her roj bi awayên cuda xwe nîşanî me dide. Bi taybet jî heke mirov di nav civakeke ‘xwediyê dewletê’ de bijî. Kesên xwe ‘xwediyê dewletê’ dibînin carinan bi awirên xwe carinan bi liv û tevgerên xwe herî zêde jî bi zimanê xwe nijadperestiyê dikin ku li gorî wan tişteke asayî ye. Ji ber ku nijadperestî bi amûrên dewletê yên îdeolojîk tê fêrkirin û civakê kontrol dike, êdî dibe parçeyek ji jiyana civakê. Hemû amûrên dewletê yên îdeolojîk di xizmeta ‘nijada dewletê’ de ne. Belê dewletên vê serdemê ji xwe re nijadekê ava dikin û wê civakê li gorî bîrdoziya xwe bi rê ve dibin. Dewlet nijadeke çawa ava dike? Pirsa girîng ev e. Hemû endamên civakê di aşê amûrên îdeolojîk ên dewletê re derbas dibin ku ev aş bi perwedehiyê, olê, malbatê, hiqûqê, sendîkayan û partiyên siyasî digere. Heta ku ev li ser aşî demekê dirêj neyên çikandin bêguman wê nijadperestî jî berdewam be. Berdewamiya nijadperestiyê bi polîtîkayên dewletê yên taybet ve girêdayiye. Lewre heta ku kesên xwe xwediyê dewletê dibînin û dewlet polîtîkayên xwe yên taybet bimeşîne dê nijadperestiya li nav neteweyan xilas nebe. Jixwe dewlet jî nijadperestên xwe bi amûrên xwe yên tundiyên ên weke artêş, polîs, dadgehan diparêze. Kesên li hemperî nijadperestan derdikevin ‘ê-din’ in. Meriv dikare bi dilrihetî bibêje ku pêvajoya nijadperestiyê ava dike bi avakirina “ê-din” re dest pê dike. Heke ‘ê-din’ nebe ma ‘xwediyên dewlet’ wê li hemberî kî şer bikin. ‘Ê-din’ carinan dibin kêm-neteweya li wî welatî carinan dibin kocberên li wî welatî û carinan jî dibin kesên xwediyê wî welatê yê eslî.

Vêca dema em li dewleta tirk binerin em ê bibînin ku ev her sê hêman jî li gel hene. Bi avakirina netew-dewleta tirk re dîrokek, çandek, zimanek û neteweyek nû ava kirin. Li gorî dewletê dîroka wan tijî qehremanî ye, nijada wan a herî baş û zana ye. Çanda wan a herî qedîm e. Zimanê wan zimanê herî dewlemed ê ser rûyê dinyayê ye. Lewma jî li gorî wan zimanê din tune ne.

Ev sed sal in ku van û gelek tiştên din ên pesnê nijada tirk didin, di dibistan, mizgeft û malan de fêr dikin. Lewma jî neteweyên din divê di bin nijada tirk re bin. Lewma dibêjin ku kurd-kurdî-Kurdistan tune ne. Lewma jibîr dikin ku hê kalikên wan nehatîn ser vê axê kurd, bi zimanê xwe li welatê xwe dijiyan. Ji ber ku rastî û heqîqet di aşê amûrên îdeolojîk ên dewletê de hatine hêrandin û tiştên sexte şûna wan hatine avakirin, civaka wan jî li gorî van tiştên sexte dijî. Bi gotineke din nijadperestî li ser hîmên “dîroka hatî îcatkirî” pêş dikeve û tê rêvebirin. Netewe li dora dîrokeke qelp/sexte tê komkirin û bi vê yekê civak tê kontrolkirin.

Civaka kontrolkirî li gorî şert û mercên dewletê asta nijadperestiya xwe bilind û kêm dike, an jî berê nijadperestiya xwe dide ‘ê-din’. Dewlet her tim rayê civakê yê nijadperestiyê zindî dihêle, lewre her tim li gorî rojeva xwe ‘ê-din’ çêdike. Lê ev sed sal in ku li gorî netew-dewleta tirk kurd ‘ê-din’ e. Ev sed sal in ku kurd di netew-dewleta tirk de ji ber ziman, çand û kurdbûna xwe tên kuştin. Tevî ku kurd ji ber polîtîkayên dewletê yên taybet tên kuştin jî rêveber û rayederên dewletê van kuştina weke kuştinên edlî nîşan didin. Jixwe di dewleta tirk de kuştina kurdan rojane bûye ku Apê Mûsa gotiye; ‘navê kuştina me kurdan kirine paqijî’. Nijadperestiya tirkan êdî ketiye nav zimanê wan.
Jixwe nijadperestî tişteke wisa ku bêyî kes hajê hebe, xwe zimanê kesan dialiqîne û dertê der.

Ziman carinan tiştên di binhişê kesan de derveyî kontrola kesan derdixîne derve. Ziman herî zêde jî nijadperestiya kesan derdixine. Jixwe ew kes nizanin ku nijadperestiyê dikin ango ew gotinên têr guneh bi awayekê bûne parçeyeke ji axaftinên wan ên rojane. Heke meriv çend mînakan ji van gotinên rojane yên ji devê nijadperestan derdikevin bide, wê derdê me baştir bê fêmkirin; ‘Çîngene lê dide, kurd dileyîze.’,’Îro yekşem e, gawir har dibin.’, ‘Ji hirçan post/eyar, ji kurdan dost nabe.’, ‘Bi maçkirina destê ereban, lêv reş nabe.’, ‘Nalbendê ecemî xwe li ser kerê kurd dicerîbîne.’, ‘Ji kerê re gotine kurd du hefteyî ka nexwariye.’ Bi sedan gotinên bi vî awayî di nav zimanê tirkî de hene ku ji bo heqaretê neteweyên din bikin, hatine gotin. Helbet van gotina bi dilxweşî bi kar tînin ku bi van egoyên xwe û yên dewletê têr dikin.

Meriv dikare bibêje ku di bingeha hemû netew-dewletan de nijadperestî heye. Netew-dewlet xwe li ser nijadê ava dike ku ev jî xwe li ser tekaneyên yek dewlet, yek ziman, yek netew, yek al hwd. bilind dike. Nijadperestî bûye yek jê polîtîkayên sereke yên dewleta tirk. Lewma pişaftin û tunekirina çand û ziman jî hinek ji van polîtîkayên dewletê ne ku bi zimanî her roj ji nû ve tên avakirin.

Divê neyê jibîrkirin ku hem dewlet hem nîjada xwe xwediyê dewletê dibîne, her du jî nîjadperest in. Ev her du cureyên nîjadperestan hevdû xwedî dikin û ji hev dixwin ango yek bêyî yekê nabe. Ji ber vê ye ku her du hev perwerde dikin. Ji ber vê yekê ye ku nîjadperestî heta ketiye nav rayên her duyan. Her wiha divê neyê jibîrkirin, nijadperestî qasî ku civakî ye ewqasî jî dîrokî ye. Lewre bi kesekî/ê nayê guhertin. Li hemberî nijadperestiyê ya pêwîst ew e ku meriv ji nav rayên civakê derxîne û biavêje. Helbet ev jî di demekê kurt de ne pêkan e. Ji ber ku nijadperestî li bin hiş rûniştiye û li wir ji xwe re koşk ava kiriye. Dema pêwist li zimanî dialiqe û li nav çavên ‘ê-din’ dikeve.