16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestiya li hemberî kurdan zêde bû

“Veke dilê xwe tirkê kedkar, mandelekirina kurdan xwekuştina te ye.” Her çend ev helbesta ji hêla Şafak Tamer ve hatî nivîsandin rewşê eşkere dike jî pêwîst e em piçekî vekin. Mêtingerî çiqas bi rojane bidome, karker û kedkarên dewleta metinger ew qas bi şoveniyê tên jehrîkirin. Di pêvajoya karantînayê de ku bikaranîna medyaya civakî xurtir bûye, rewşa înkar û erîşkariya mêtingeriyê xwe da der û gelek karkerên tirk bûn şahidê vê rewşê. Bi vî rengî me dît ku mêtingerî ne tenê siyaseta dewletê ye lê di heman demê de rastiya gelê tirk e, yê li dijî vê rewşê dernakeve.

Qetilkirina George Floyd ê ji hêla polîsê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve careke din li DYA û gelek welatên cîhanê bû sedema serhildanên gel. Serhildana ji hêla reşik û spiyan ve li DYA’yê hat destpêkirin li welatên curbicur belav bû. Di çalakiyê de bi dirûşmên “Ez nikarim bêhnê bigirim”, “Dad tune be, aştî jî tune ye!” ber bi navendên kapîtalîzmê ve meşiyan. Her çend li DYA’ê Trump û alîgirên wî ji “AntiFa” re got “terorîst” jî, çalakvanan gav paşde neavêt; ji ber ku pirsgirêk nijadperestî, birçîbûn û xizanî ye. Nimûneyên mîna polîs û gelên spî ku li dijî vê berxwedanê “çok danîn” û piştgirî da çalekvanan dikare nîşanî neteweyên ku zordarî li ser nijadekê dikin bibe mînak.

Desthilatdarên dewletên din ên kuştina George Floyd şermezar dikin û gotinên li dijî nijadperestiyê bi kar tînin, çavên xwe li polîtîkayên nijadperest û înkarê yên li welatê xwe digirin. Yek ji wan jî dewleta tirk û serokê wê Erdogan e. Bêguman, tiştê ku me ji Erdogan hêvî dikir ev bû, lê kedkarên tirk!

Piştî kuştina George Floyd, li Enqereyê Bariş Çakan bi sedema guhdarîkirina li stranên kurdî ji dilê xwe hat kêr kirin û canê ji dest da. Bi milyonan kedkarên tirk rondikên sexte li ser George Floyd barandin. Ew kedkarên tirk ên bi rastiya sedema kuştina Bariş Çakan dizanin, hevkarên dewleta mêtinger û desthilatdariya wê ne; ew dewleta bavê wî bêdeng kir û vegotinên wî pê dan guhertin.

Bêguman, gelek mînakên mîna Bariş Çakan hene. Em dibin şahidê nijadperestî û polîtîkayên înkarê yên li ser kurdan ku her roj pêşve diçin. Polîtîkayên, mandelekirin, neqanûnîkirin û tunekirina kurdan, bîrdoziya burjuwaziya rojane ne. Em dibêjin bîrdoziya burjuwaziyê ji ber ku nijadperestî û metingerî bîrdoziya burjuwaziyê ye.

Li Bursa û Amedê di heman rojê de du polîs mirin. Polîsê li Bursayê mir pir bal nekişand û nebû rojev lê polîsê li Amedê mir bû “qehreman” û ket rojeva welêt. Kesê bi îdiaya gule berdaye polîsan û polîsek pê hatiye kuştin, li qereqolê îşkence lê hat kirin û wêneyê dema îşkece lê hatiye kirin hat weşandin. Bi sedema kuştina polîs deriyê mala kesê gumanbar hatin şikandin, li malbatê bi kûçikan îşkence hat kirin. Polîsan bi ser nêzî 20 malan de girt.

Ciwanê tê îdiakirin ku gule li polîsan barandiye, piştî hate girtin wêneyê wî bi rêya çapemeniyê weşandin. Ev hemû tenê li ser îdiayekê hatin kirin. Biryara nepeniyê ji bo dozê hat wergirtin û ser rastiyê hat nixumandin. Ji ber vê yekê îhtimal heye, ew ciwan li hemberî êrîşa polîsan xwe parastibe. Dibe ev komployek be û bêguman heger wisa be, ev komplo wê li ser gelê kurd bihata lîstin!

Piştî darbeya 4’ê mijdarê, bi derbeyek din parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û  parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu hat betalkirin û ew hatin girtin. Baş e dema ev tişt çêbûn karker, kedkar û çepgirên tirk çi kirin? Li hemberî vê îşkenceyê “çok danîn” û ji gelê kurd lêborîn xwestin? An jî li kolanan ji bo Bariş û qurbaniyên teqîna li Amedê ya 5’ê hezîranê dad xwestin? Mixabin ev nehatin kirin û nijadperestiya li dijî kurdan zêde bû. Gelê tirk careke din bi mendelakirina/înkarkirina gelê kurd re “xwekujî” kir.

Çepgirên kedkar jî tenê li ser medyaya civakî îtîraza xwe anîn ziman. Hin komên çepgir ev yek jî nekir. Çawa ku dîtina George Floyd lê nedîtina kurdan ji bo kedkarên tirk şovenîzm be, ji bo çepgirên kedkar jî şovenîzmek e. Ji bo hemû komkujiyan deng bilin dikirin çiqas şoreşgerî be; bêdengiya di salvegera qetlîama li Amedê, bêdengiya ji bo Bariş Çakan û bêdengiya li kuştina kurdan meylên şovenîst in.

Serkeftina hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an a HDP’ê derfertên nû yên têkoşîna demokrasiyê ji gelên Tirkiyeyê derxistin holê. Divê were zanîn ku ji bo biratiyê wekhevî, aştî û zadî pêwîst e. Divê HDP û rêxistinên şoreşger li gor şert û mercên nû ji bo vê yekê hîn zêde têbikoşin.

Tişta divê bê nîqaşkirin, ne gelê kurd e, gelê tirk ê di bin bandora şovenîzmê de ye. Li dijî mandele û metingeriyê, kedkarên tirk deyndarên lêborîna ji kurdan in. Ne bi devkî lê bêguman ev di pratîkê de dikare pêk were.

Spiyên ku ji bo George Floyd “çok danîn” û lêborîn xwestin, divê ji bo gelê tirk bibin mînak da ku ew jî dikaribe xwe ji bin nîrê desthilatiya dewleta tirk rizgar bike û bi vî awayî li vî welatî jiyaneke di nav aramiyê de pêk were.