Yekşem, Nîsan 11, 2021

Nikilê kewê sor e!

Seyidxan Anter

Di strana “Evdal im” de, Hesen Cîzrawî li ser “evîna xwe û keleşgevra xwe ku tiştê hatiye serê wan, nehatiye serê Mem û Zînê” dibêje:

“Ewrê reş û tarî li raserî keleha zinara Mêrdînê,

qeb-qeba kewê gûz vê êvarê dixwîne li ser hêlînê.

Fermanê…”

Wa diyar e li tenişta qaz û quling, bilbil û kevokê, çûka ku di folklor û wejeya kurdî de gelekî cih girtiye, kew bixwe ye. Di civata kurdan de kew, nemaze kewê/a gozel bûye sembola dengxweşî, nazelîn, kubarî û desthilanînê û hin wesfên din ên neyînî ne.

Loma jî îlusrationa hin stranên Mihemed Arifê Cizîrî wek ya Qasimê Meyrê û hin qapaxên CD ên wî bi weneyên kewê hatine xemilandin. Strana “Kewê” ku Mehemed Arifê Cizîrî dibeje, belkî we jî mîna min gelek caran lê guhdarî kiribe.

Li ser hin paketên bazirganan nemaze yên ji başûrê Kurdistanê, kew danîne û hin rêxistinên polîtîk jî carcaran kew ji xwe re wek motîf hilbijartine. Di warê sosyal de, gelek caran kew û kurdan dişibînin hev. Kew bûye mijareke civaka kurd.

Li bakurê Kurdistanê xelk hene ku ji xwe re kirine kar û tîcareta kewan dikin. Ew çêlkewan digirin  wan kedî dikin, mezin dikin, basko dikin û difiroşin nêçîrvanan.

Li welatên Skandinavyayê nêçîra  çûkên mîna kewan dibe. Li gor destûr û fermanan, li cihên taybet û bi hejmareke diyar ev nêçîr pêk tên. Li Kurdistanê nêçîra kewan bûye hobî û nexweşiyeke ku şêwêyên vê nêçîre jî gelek in.

Nêçîra kewên nêr û mê hem ne mîna hev in û hem jî dema wan ne yek e. Nêçîra mêkewê payîzê û ya nêrkewî jî biharê ye. Çend şêweyên nêçîra kewên nêr hene. Yek jê a bi kewê ribat e ku  ji kewî re li erdê cih çêdikin, li hawirdora wî, dahfikan ( yên ji mûyên terya hespan hunandî) diçikînin. Dibêjin kewê ribat  şerxwaz e, lê kewê celab-serdar bi şiklekî din e. Ew bi şaxê darê ve vedikin. Rengek din ê nêçîra kewan jî bi çîtê ye. Li ser çapanekî mezin wêneyê kewekî datînin. Kew tên xwe li wêneyê li ser çîtê didin û tên girtin…

Nêçîra mêkewê cuda ye. Nêçîrvan, an mêkewê bi darê vedike yan jî  wê datîne cihekî bilind û li dora wê dahfikan vedidin. Dûre jî nêçîrvan jî çifteya wî hazir, xwe di kozikê de vedişêre û piraniya caran kewên tên mêkewê bi çifteyê dikuje. Helbet mêkew û barê wê jî girantir e!

Kewên bejî, li gor xwe çûkên din li warê xwe naxwazin. Her wiha êrîşî kewên kedî û girêdayî dikin, lê lingên wan dikevin dahfikan, xwe didin dest, tên kuştin û ji nêçîrvanan re dibin şîv an jî paşîv.

Hin şêweyên nêçîra kewan jî di demsala zivistanê de dibin. Wek ku tu dizanî fira kewê kin e. 200-300 m difire û xwe datîne ku cardin bifire. Serdema abûra kewan, çaxa erd befirê digire xelk derdikevin hêlê. Ji ber seqemê û şilbûna perîyên baskên xwe, kew hew dikare bifire. Mirov jî kewan bi destan digirin.

Cureyek din a nêçîra kewan jî nêçîra reş e. Li warên ku befir gelekî li wan dibare (wek mînak Bîngolê) xelk li berpalan  ji befrê kozikan çêdikin, ta ku bi qasî xalîyekê reşayî bimîne befrê dimalin û xiltê (zad) lê direşînin. Dûre jî diçin temaşe dikin ka kew hatine xilt xwarine yan na.  Ger xwaribûna, berbanga serê sibê nêçîrvanan xwe di kozikên xwe de vedişartin û çavderî li kewan dikirin. Gava ku kew dihatin û xilt dixwarin, nêçîrvanan bi sîlahên xwe gelek kew dikuştin. Çi mê û çi jî nêr.

Bûyer û serpêhatiyên kurdan ên van rojan kew anîn bîra min. Îcar gava te got kew, nikilê wê/î jî sor e!

Peyva ku  gelek caran dubare dibe, mîna rastiyekê di nav xelkê û civatê de cih digire. Kurdan gotiye; “Kew dijminê serê xwe ye”. Çaxa refek kew tê ser avê , bi rêzê yek nobetê li yê avê vedixwe, digire. Na nexêr, kew ne dijminê serê xwe ye, xefik dijminê serê kewê ye!

Têbînî:

Sipasî li Rizoyê Xerzî, Beteyê mizîzexî, Muslumê dêrî û Amed Tîgrîsê licî dikim ku ji min re bûn rêber û çavkanî.

spot_img