16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nirxandina romana Hechecîkê

“Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin”

Ji deh salan bêtir e ku ez li ser hevwateyên (sînonîmên) kurdî dixebitim. Hema hema min hemû ferhengên kurdî li bêjingê xistin û hevwateyên ku li wan rast hatim, min bi awayekî alfabetîk nivîsandin. Piştre roman û berhemên folklorîk ên ku bi dest dixim dixwînim û peyvên ku di ferhengan de tune bin ez kom û tomar dikim. Hevalên ku dizanin ez li pey berhevkirina hevwateyan im, dema ew berhemekê bixwînin û peyvên sînonîm di wan de hebin, min agahdar dikin ku ez wê berhemê bixwînim û sûd û kelk jê bigirim. Du hefte berî niha cîranê min mamoste Ahmed Kanî ji min re got ku “romaneke Îrfan Amîda ya bi navê ‘Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin’ derketiye û gelek peyvên ecêb û giran tê de hene. Heke tu bixwazî ez ê ji te re bînim bixwîne.” Min pirtûk ji mamoste Ahmed Kanî girt. Ev romana ha di sala 2020’an de ji aliyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin. Edîtorê pirtûkê Tehsîn Baravî û sererastkirê wê Seleheddîn Aksoy e. Pirtûk ji 11 beş û 216 rûpelan pêk tê.

Min berê çend berhemên mamoste Îrfan Amîda xwendibûn; berhemên wî baş bûn bi kurdiyeke zelal û rewan nivîsîbû. Min bi mebesta ku ez ê careke din bi kêfxweşî bixwînim, çêjeke edebî jê bigirim û hevwateyên hêja bi dest bixim, dest bi xwendina romana Îrfan Amîda ya bi navê “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” kir. Rûpela yekem ji serî heta dawî teswîr, rûpela duyem, rûpela sêyem, rûpela çarem, pêncem heman teswîr bûn. Lê teswîrên çawa? Gotin li pey hev hatine rêzkirin, çemandin, komkirin, qûçkirin. Wateyên peyv û hevokan nayên fêmkirin. Gelek peyv di ciyê xwe de nehatine bikaranîn. Piraniya hevokan ne hevokên normal in, hevokên berejavî, bêwate û nîvçe ne. Çavên min li wan peyv û hevokên ecêb asê bûn, ziman di devê min de gilor bû û min kir nekir nikaribûm bi pêş ve herim. Hewez û hêza xwendinê bi min re nema û min dev ji xwendina wê berda. Dotira rojê ez poşman bûm û min dîsa dest bi xwendina wê kir. Min bi îşkenceyê beşa yekem qedand û xwest dest bi xwendina beşa duyem bikim. Min got qet nebe dê di beşa yekem de mijar, ziman, leheng, karakter, hawirdor, teswîr, çalakî werin guhertin. Min dît ku wekî formalîte pirtûk hatiye beşkirin. Beşa duyem ji her alî ve dewamiya beşa yekem e. Cih nehatiye guhertin. Bûyer li mal û hewşa pîrejinekê dom dike. Cîranê pîrejinê bi keça xwe ya biçûk re hatine cem pîrê. Li wir xwarin dixwin, sohbeta rojane dikin. Qaşo dê pîrê ji wan re çîroka malbata xwe vebêje, lê ew dikin nakin pîrê tiştekî nabêje. Pîrê nexweş e û wê bi taksiyê dibin nexweşxanê û tînin. Balafir bi ser bajar re difirin û dengê çend panzeran jî tê. Ji beşa yekê heta beşa yazdehan bûyer bi eynî kesan li eynî malê derbas dibe. Bi navê Mazlûm û Apê Osman du kesên din jî carcaran tên mala wan xwarin dixwin, çay vedixwin sohbetê dikin. Di nav sohbeta wan de gotina “hevalan” derbas dibe. Di ciyek du ciyan de behsa bajarê Nisêbînê dikin: “Kes li bajêr nemaye û bar kirine…” dibêjin. Mirov di nav axaftina wan de gotina “xendekê” jî dibihîze. Lê li Nisêbînê kîjan sal û dem, çi bûye, çi nebûye, bajar kavil kirine, ava kirine, çi ye, ne diyar e.

Teswîr, teswîr û teswîr ku mirov ji gotina teswîrê êdî dikerixe. Heta dawî pîrê li ser şêmûga deriyê xwe rûdine û çîroka xwe nabêje di ciyek de jî navê Dêrsim û jineke bi navê Zarîfe derbas dibin. Di dawiyê de bi navê Seyîdxanko kesekî tê kuştin. Çawa tê kuştin, li ku tê kuştin ne diyar û zelal e. Di rûpela 165’an de ji wan yek ji pîrê re dibêje, “doktor doh ji te re gotibû ji Nisêbînê derkeve û divê tu derkevî.” Ev jî dide diyarkirin ku temenê mijara romanê du roj e û ciyê qada çalakiya wê jî li Nisêbînê mala pîrê ye.

Ji bo hevok û hevoksaziyên romanê çend nimûneyên balkêş wiha ne:

“Ne wekî Nesîma di ber fedîyê xe. Ne gilî û gazin jî. Ji bo hinekî din belav bike bêhna mayî ya ji dengê birînê. Hevokê xwe rast li Nesîma girt lê; qirşikên di çavên wê de vemirîn hinekî din û vebiriqîn bîbikên wê. Ew dît Zerga çêjeke miz î zelal li rûyê wê veda.” (Rûpel 41)

“Deng ji peyvan pê ve ne tu tişt bû vê carê. Ne pêş ne paş. Qut. Sar. Tisî. Xav.

Daket rast li xwedîyê deng nêrî. Ne vir de ne wê de. Qut. Sar. Xav.” (rûpel 103)

“Em bi du bizinan xwedî kirin dêya min. Wekî du karikan belkî jî. Porê di paxila xwe de ji me bêtir belkî jî. Cesedê Seyîdxanko ji me bêtir. Wekî nehêle bimire.

Xumexuma çavên wê belav bû wekî. Wekî xûsîkek ma tenê. Xurand.” (rûpel 216)

Tempûsa lêkar bêserûber e. Di hinekî hevokan de dema niha, di hinekî hevokan de dema borî bi kar aniye.

Li gelek ciyan paragraf bi tîpa biçûk dest pê dike. Li rûpelên 12, 13, 30, 31’ê binêrin.

Ji rûpela destpêka romanê heta rûpela dawî çend peyv hatine dubare û dehbarekirin. Yek ji wan peyvên dubare û dehbare peyva “wekî” ye. Hema hema di her rûpelê de peyva “wekî” bi çend caran hatiye bikaranîn. Hevok bi gotina “wekî” dest pêdike û bi “wekî” diqede. Ka em bi hevdu re binêrin peyva “wekî” di rûpelekê de çend car hatine bikaranîn:

Di rûpela dehan de peyva “wekî” 10 car, di rûpela 19’an de 12 car, di rûpela 87’an 10 car, di rûpela 94’an de 9 car, di rûpela 174’an de 8 car, di rûpela 175’an de 8 car, di rûpela 180’î de 9 car, di rûpela 201’ê de 17 car, di rûpela 204’an de 16 car, di rûpela 205’an de 11 car, di rûpela 206’an de 15 car, di rûpela 210’î de 10 car hatine dubarekirin. Her wiha ev dubarekirina peyvan ji bo peyvên weke wilo, erjeng, fafik, hemişîn, cefil, çêj… jî derbas dibin.

Diyalog kêm in. Diyalogên ku hene jî di bin siya teswîran de fetisîne.

Ji keçan re kur û ji kuran re keç gotiye:

“Hêlîn keça min ma deng nayê te lawo? (rûpel 61)

“Nesîma kurê min. (Rûpel 143)

Gotina “Laleş” şaş e. Orîjînala gotinê ne “Laleş” e, “Laliş” e.

Gelek peyv û têgeh bi şaşî hatine bikaranîn. Di rûpela 26’an de “qîra asfalt” nivîsiye. Peyva qîr û asfalt hevwateyên hev du ne. Du hevwateyên wê yên din jî hene: qetran, qîr, zift, asfalt.

Di rûpela 27’an de gotina doşveger heye. Gotinên doş û veger jî hevwateyên hevdu ne. Çend hevwateyên wan ên din jî hene: doş, çerx, zivir, qavz, veger, çeng an çengberkî…

Tê gotin ku Îrfan Amîda û çendên din dixwazin ekola nivîskarê amerîkî Wîllîam Faulknerê ku di sala 1897’an bûye niha vejînin. Wîllîam Faulkner pêşî helbestên teswîrî (portraît) nivîsîne û piştre bi heman metodê dest bi nivîsandina romannivîsandinê kiriye. W. Faulkner li Amerîka û Ewropayê weşanxane bi weşanxane geriyaye ku berhemên xwe bide çapê lê weşanxaneyan berhemên wî yên ku ji derî teswîrên dirêj, bêwate û monologên hundirîn hêjayê çapkirinê nedîtine. Wîllîam Faulkner di bîr û baweriya xwe de ne mirovekî stabîl bûye, tim dîtina xwe guhertiye, poşman bûye. Ew gelek caran di warê nivîsandina romanê de têk çûye. Piştî gelek salan çend senaryoyên wî li Hollywoodê hatine pejirandin û li ser wê navdar bûye. Piştî navdarbûna wî weşanxaneyan dest bi çapkirina berhemên wî kiriye û di sala 1949’an de Xelata Nobelê girtiye. Mirovekî pesîmîst û alkolîk bûye. Dem çûye dewran vegeriyaye, roman niha di qad û asteke din de ye. Portraîtiya Wîllîam Faulkner di nav rûpelên pêvajoya dîroka romanê de wenda bûye.

Romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

Dîsa rojekê mamoste Receb Dildar telefonê min kir û got, “Bi navê Beriya Mêrdînê romaneke Konê Reş derketiye. Di wê romanê de gelek gotinên herêmî hene. Dikare ji xebata te ya hevwateyan re bibe çavkaniyeke baş.” Ez çûm min romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) kirî. Konê Reş behsa jidayikbûn, zaroktî û ciwantî, xwendekarî û gundê xwe dike. Yanî ji serî heta dawî otobiyografîya Konê Reş e. Ji aliyê komkirina hevwateyan ve min sûd jê girt. Lê tiştekî girîng heye ku otobiyografî ne roman e. Derdê serê derdan weşanger Qahir Bateyî di dawiya pirtûkê de dinivîse ku cîlda duyem a “Romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) jî li ber çapê ye.”

Otobiyografî çawa dibe roman?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê