Pêncşem, December 2, 2021

Nirxandinek li ser pirtûka Kamran Simo Hedilî

Îrfan Yildiz

Nivîskar Kamran Simo Hedilî li ser pirsekî wiha dibêje; ‘niha felsefeya me, felsefeya ku îro kurd, yan duhoyî kurd, yan pêr kurd ji piştî împaratoriyê em ê bêjin, împaratoriya Medan ku 150 salan hikum kir, sê fîlozafên nemir dane me kurdan. Yê yekem Zerdeşt da me, Zerdeşt em kirine bajarî û gundî. Ji me re got çandiniyê bikin, bicih bibin êdî ne koçerî tenê. Xêr e ku mirov cot bike, erdê bikole, bicih bibe xêr e, kire sewab. Ya duyem Manî ye ku Manî jî ev rastiya me ji ber ku di herêma me de em bi gelek miletan re dijîn, Manî ev felsefe jî anî nava me. Ya mirovheziyê, ya xwezaheziyê, ya wekheviya jin û mêr. Ev hersê tişt anîne nav me. Yê sêyem jî Mazdak e, yanê fîlozofê sêyem Mazdak ji Manî derseke mezin girt. Wexta Manî hate kuştin bi tenê bû. Bê leşker bû, ji ber ku Manî dibêje di destê min de ne şûrê ku însana bikuje heye ne jî dê rake kêreke ku fêkiyan jêbike. Ango ewqasî derwêşek e. Ango dibêje ez ê tu sûran ava nekim lê ez ê tu sûr û bajaran jî ji xwe re qedexe nekim. ‘Ez ê bê leşker bikevime hemû sûr û bajaran’ felsefeya wî ev e. Mazdak ji vê dersekî digire. Dibêje devera ku ez herimê divê leşkerên min hebin. Wer dike dewleta Sasaniyan esîr digire û dike hepsê. Mazdak hemû hikumdariyê dixe destê xwe. Mazdak dibêje madem em hemû malên xwedê ne û ev dinya jî malê xwedê ye û milkê kesekî nîn e. Wekheviyê tîne, wekheviya Manî îcar di pratîkê de hikum dike.

Ango ev hersê felsefe yên me ne, niha ger ku em werin ser felsefeya xwe ya îro ku em dibêjin bi giranî kurd li dora wê xwe dane hev û lê kom bûne, ne dûrî van felsefeyan e, ev hersê felsefe, senteza van hersê felsefeyan di ruhê me hemûyan de heye. Îro di ruhê Tevgera Rizgariya Kurdistanê de jî heye. Ew sentez in, ne ku ji hev qut in, ango ne ku felsefeyeke nû tê dîtin, hin dijminên me navên dîtir li kurdan dikin. Sozyalîzm, ger ku em bi navê wan bêjin Mazdakê me sosyalîstê yekem e. Heke humanîst be Maniyê me yê yekem e. Heke bajarvanî be dîsa Zerdeştê me yê yekem e. Em ji va na ne dûr in. Yanê em bi wan re ne, em neviyên wan in. Ev in ê ku me dikin em.

Beriya ku em derbasî nirxandina pirtûkê bibin, divê em hinekî behsa van hersê fîlozofên xwe bikin. Da ku em armanca nivîsandina vê pirtûkê zanibin.

1) Zerdeşt (Zerdeştê Kal)

Her çend daneyeke piştrast tunebe jî kêm zêde her dîroknasek an jî lêkolînerek dibêje ku Zerdeşt beriya zayîna Îsa sedsala 6’an de jiyaye. Çarçoveya baweriya xwe bi xîmên qehîm daniye û ev di pirtûka xwe ya pîroz Avestayê de bi cih kiriye. Ji pirtûka wî kêm be jî gelek beşên wî heta roja me hatine. Zerdeştî oleke yekxwedayî ye û li gor vê baweriyê di xîmê hebûn û gerdûnê de wekî ku di xîmê hemû zindiyan de jî heye, şerê ronahî û tariyê heye. Temsîliyeta ronahiyê (başiyê) Ahûra Mazda dike û temsîliyeta tariyê (nebaşiyê) jî Ehrîman dike. Hewla her tiştekî ew e ku di vî şerî de ronahî bi ser bikeve. Ango oleke dualistik e, yê li hemberî xwe înkar nake û ji bo ku ronahî bi ser bikeve her tim bi taritiyê re di nav şer de ne. Jiyan bi bizav û keftûlefta van her du hêzan pêkan e an jî dikare bidome.

“Baş bifikire, baş bêje û baş bike.” Mirov dikare bêje ku destûra herî berbiçav ev e ku exlaqê zerdeştî jî radixe ber çavên me û ya herî girîng jî ew e ku li gor wê heyamê Zerdeşt wekî şoreşekî di sê xalan de ango di sê qadên civakê eleqedar dike de hişmendiyeke nû dide rûniştandin. Li gor vê ev hersê xal mirov dikare wiha rêz bike;

a) Çandinî

Di felsafeya xwe de gelek giranî û girîngî daye çandinî û ziraetê, ax û çandina wê jixwe nîşaneyeke şaristaniyê ye. Dizane ku çandinî bingeha şaristaniyê ye û vê wekî sincekî li miletê xwe ferz dike.

b) Xweza

Fîlozofê mezin Murray Bookchin di pirtûka xwe ya bi navê ‘ Ekolojiya Azadiyê’ de bi kurtasî dibêje, ji bo ku ev bobelata civakî ji holê rabe divê em cardin bizivirin ser rêbaza xwe ya ku me bi xwezayê re hevsengiyek pêk anîbû. Ango dibêje însan ji dûrketina xwezayê ve esasê xwe de ji esasê mirovahiyê jî dûr ketiye û lewma qeyraneke piralî dijî. Ev xala girîng di felsefeya Zerdeşt de jî xaleke bingehîn e û hevsengiya mirov û xwezayê diparêze.

c) Jin

Dîsa di felsefeya Zerdeşt de xala herî bingehîn jin e ku cihê jinê di nav civakê de, di tora civakê de cihekî sereke digire. Wekheviya jin û mêr, pîroziya jinê û bi taybetî jî vehonandina jinê ya di çand û civakê de ber bi çav hatiye girtin.

2) Manî (Pêxemberê Ola Aştiya Rastî)

Manî piştî Îsa di navbera salên 216- 276’an de jiyaye. Ya rastî ji ber ku ev romana birêz Kamran Simo Hedilî li ser jînenîgara Manî hatiye sazkirin naxwazim zêde bikevim hûrguliyan ji ber ku wexta we xwend, hûn ê her tiştî tê de bibînin. Lê dîsa jî divê çend tiştan bînim ziman.

Wekî ku nivîskarê me jî dibêje mirov dikare Manî yekem humanîst bihesibîne. Jixwe felsefeya wî ya ku bi navê Manîheîzm’ê tê binavkirin de jî hema bêje cihê her tiştî û her kesî heye. Li gor felsefeya Manî xweza hebûneke zindî ye, divê tu ziyan lê neyê kirin. Ziyana ku li xwezayê bê kirin alikariya tarîtiyê dike ku ev jî nahêle ronahî an jî başî bi ser bikeve. Kuştina heywanan wekî ya mirovan giran û guneh e. Felsefeya Manî tu kesî ji ber cudatiya wî red nake an jî înkar nake. Ji hemû ol, çand û miletan re wekhev e. Li cem Manî nasyonalîtet tune. Dîsa cihê jinê taybet e û sereke ye, li gor Manî jin û mêr wekî du baskên firindeyekî ne. Ger ji wan a yek kêm be an jî şikestî be ew dem ew firinde nikare bifire. Hevsengiya jiyanê di têkiliya jin û mêr de dibîne û ev hevsengî û wekhevî jixwe jiyan bixwe ye.

3) Mazdek (Sosyalîstê Yekem)

Mazdek jî piştî Îsa texrîben di navbera salên 490- 524’an jî 528’an de jiyaye. Mazdek yek ji wan rehîbên (Mux- Magî-Magus) Zerdeştî bû, ya rastî yê herî mezin. Mazdek wekî ser an jî serokê Magan xwe wekî pêxember dide nasîn û mirov dikare bêje ku hem xwedî fikra proto-sosyalîzm û hem jî yekem sosyalîst e. Felsefeya wî jî xwe dispêre dûalîzma Zerdeşt. Mirov dikare Manî hinekî pasîfîst bibîne lê Mazdek li gor wî bêtir radîqal e û gelek kirinên xwe de jî vê yekê dide nîşan. Mirov dikare bêje ola Manî reforme û radîkalîze dike. Li gor wî divê mal û milk li herkesî bên belavkirin û ev jî dê bibe munesebeta xilasbûyîna nebaşiyê, ango têkçûyîna tarîtiyê. Li hemberî her cure mulkiyeta şexsî ye. Ji aliyê têkiliya jin û mêr ve jî ne kêmî Manî ye, di felsefeya Mazdek de jin kole an jî milkê mêr nîn e, berovajiyê vê keseke azad û şîrîkê jiyanê ye.

Ew jî wekî Manî bi destê burokrasî û statûkoya ku nedixwestin dev ji berjewendiyên xwe berdin û ew û felsefeya wî ji xwe re û ji statûya xwe re wekî metirsîneke mezin didîtin, bi xapandin û defikan ve hatiye qetilkirin.

Me bo çi behs wan hersê zana û feylesofên kurd kirin, ji bo ku em armanca vê romanê zelaltir bikin me bi kurtasî ev agahiyên jor dan. Niviskar jî bi xwe dibêje armanca vê romanê danasîna Manî û ya fikra wî ye. Ev zana û pêxemberê ku bi sedan salan bandora xwe bi taybetî li civaka kurd bi gelemperî jî li ser hemû gel, bawerî û felsefeyan kiriye bide nasîn, cardin bibîr bixe û bide zanîn ku ka me nirxekî çawa ji bîr kiriye. Jixwe navê pirtûkê jî ‘Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ’ lê kiriye. Lê di pêşgotina çapa 2’yemîn de dibêje ku: “Lê piştre têgihîştim heke navê pirtûkê bibûya ‘Pêxemberê Jibîrbirî Manî’ dê rastir bibûya. Ez gihîştim wê baweriyê ku Manî ji bîr neçûye. Pergal û olên desthilatdar, Manî bi mirovan dane jibîrkirin.”

Ev pirtûk her çend bi awayekî romanî hatibe nivîsîn jî di esasê xwe de xwe dispêre lêkolîn û lêgerîneke li ser şopa Manî ya bîst salan. Nivîskar bi xwe dibêje ku ev bîst sal e li ser şopa Manî bi xwe ye. Lê fikra romankirina jînenîgara Manî û ola wî û resimkirina wê heyamê ji ber ku daneyên li ber dest heya cihekî wî dibin dertê holê. Ev jî li gorî min rêya herî serkeftî ye ji bo şexsekî dîrokî bêyî ku bikeve tu kêmasiyeke zanistî an jî pêşiya tu nîqaşan vebike.
Li gor lêkolînên nivîskar, Manî ji Mêrdînê ye, bi xwe jî kurd e. Mirov dibîne ku mîrateya Zerdeştê kurd di xwe û felsefeya xwe de hewandiye û ji bo Mazdekê kurd jî bûye îlham û rêberekî mezin.

Li ser romanê çend rexne

– Li gor min karekterên romanê ji bilî Manî zêde nehatine dahurandin. Rexmî gelek karekter tê de hene jî hema bêje tu karekterek bi xuy û xisletê xwe di bîra mirov de namîne.
– Her çend di romanê de diya Manî cihekî girîng digire jî xêncî rola welidandina Manî zêde behsa diya wî Marmacan’ê nehatiye kirin û mixabin roman careke din li Marmacanê nazivire.
– Manî wexta çar saliya xwe de ji dê û warê xwe, ji zarokatiya xwe tê qutkirin, 20 salan jî di nava komeke bawermendên ku cilspî tên binavkirin de dimîne. Jixwe wisa xuyaye ew felsefe û ola xwe li wir li hember hişkbûyîna vê baweriyê wekî antî-tezekî diafirîne. Lê di romanê de em zêde şerê tez û antî-tezê nabînin.
– Gera Manî ji bo belavkirina ola xwe an jî rêxistinkirina gel ji bo biezimîne ola xwe dikaribû berfirhtir û berbiçavtir bihata hunandin.
– Ya herî girîng jî mirina Manî ye, ku mirina pêxemberekî an jî kesayetekî ewqas bibandor û xwediyê gelek şopîner û bawermendan divê bêtir hestewar û bi hûrgulî bihata ziman. Mixabin hema di yek carê de dawiya Manî tê bêyî ku mirov biherike nav êşa mirina Manî.

Çend xalên serkeftî

-Herikbariya ziman û çîrokê mirov nikare ji pirtûkê qut bibe. Heya bêje zimanekî xweş û herikbar e. Ziman li gor efsûna wê demê hatiye honandin.
– Navên karekteran gelek balkêş e û li gor demê ye, bawer im li gor lêkolînên nivîskar ev navana navên rastîn in.
– Mekan kurdî û kurdewar e. Mirov xwe xerîb nabîne.
– Nîqaşa di navbera Manî û Katîr (Katîr temsîliyeta Muxan dike di dîwana şahêşahan de) li hember şahêşahan serkeftî ye. Katîr wekî temsîliyeta statukoyê gelekî baş hatiye vehunandin.
– Dîsa dîyaloga di navbera Manî û Hurmiz de (ku Hurmiz êdî dewsa bavê xwe şahêşahan e) gelekî serkeftiye û felsefeya Manî hemû radixe ber çavan. Di vir de Hurmiz ji bo ola Manî bike ola fermî ya împaratoriya xwe hewl dide ku Manî qayîl bike. Beşek ji doyalogê wiha ye;

Hurmiz;
– … Ez niha serwerê vê hikumdariyê me, heta karibim nahêlim xwîn were rijandin. (rp. 294)

Manî;
– Ez bawer dikim, heta ji te were tu nahêlî xwîn birije. Lê dijberên te, yên dûr û nêzîk heke karibin dê vê fersendê nedin te. Heke tu dixwazî şahênşahan bî, divê artêşa te ya li dijî neyarên derve hebe. Divê hêza te ji neyarên hundir biparêze hebe… Ji bona tu li ser textê hikumdariyê bimînî, pêwîstiya te bi her du hêzan heye. Şahêşahan bêyî her du hêzan nabe, ew hêz jî bê şer tu wateya wan nabe. Oldariya min jî li dijî şerê hundir û derve ye. Ji ber vê em nikarin barê hev rakin. (rp.294)

Çend gotinên ji bo dawî

Ger em bizivirine ser pirsa ku li serê nivîsê de nivîskarê me bersivandibû di civateke ser medyaya civakê de em dikarin bêjin ku dîrok an jî çand, xislet an jî felsefeya miletan her tim li ser koka xwe şîn dibe. Çand û şaristaniya Zerdeştê Kal, Manîheizma Maniyê nûranî, sosyalîzma Mazdek û bi dehan zana û felyesofan ve bi dehan serhildan û serokan ve heya roja me hatiye. Bo nimûne îro em li gel hemû îxanet û nokeriyan ve li gel hemû dagirker û talankerên hov ve em di rojavayê Kurdistanê de şaristaniya Zerdeşt, xwezahezî, mirovhezî û wekheviya jin û mêr a Manî û sosyalizma Mazdek dikarin bi awayekî şênbêr bibînin.

Wexta mirov vê pirtûkê diqedîne mirov hay lê dibe ku ka felsefeya Manî çend di kûr de çûye di hiş û mêjiyê me kurdan de. Lewma jî dikarim bêjim ku nivîskar birêz Kamran Simo Hedilî di vê armanca xwe de bi ser ketiye.