În, Nîsan 16, 2021

Nîşanê 9 salî bi vîdeoyan kurdî diparêze

Nîşan Doxan zarokek 9 salî ye, bi malbata xwe re li Almanyayê dijî û bi alîkariya bavê xwe yê derhêner Deysem Doxan vîdeoyan çêdike û li ser medyaya civakî parve dike. Doxan di her vîdeoyên xwe de bal dikişîne ser girîngiya mijara zimanê zikmakî. Vîdeoyên wî ji çar aliyê Kurdistanê, bi dehhezaran kes temaşe û parve dikin.

Malbata Doxan 9 sal berê ji Tirbesipiya rojavayê Kurdistan koçî Almanyayê kiriye û li wir dijîn. Em di derheqê xebatên wan de bi bavê Nîşan Doxan, derhêner Deysem Doxan re axivîn.

Derhêner Deysem Doxan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şopdarên kanala ku bi navê kurê wî Nîşan Doxan hatiye vekirin û ev agahî dan: “Em vîdeoyan çêdikin û li ser medyaya civakî parve dikin. Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran şopdarên vîdeoyên Nîşan Doxan hene. Ev hesteke pir xweş e lê di heman demê de barekî giran e ku em mijaran ji hemû rengên jiyana kurdan ji her çar aliyên Kurdistanê amade bikin û pêşkeş bikin.”

Deysem Doxan diyar kir ku dema wan dest bi xebatên xwe kirine çend xalan ji xwe re kirine armanc û ev tişt anî ziman: “Xala yekem rexnekirina hin mijar û şêwejên jiyanê yên ku em di nêrîna xwe de çewt dibînin. Bêguman anîna mijarên hestewar û nedirust di rojevê de û bi taybetî bi rêya vîdyoyan bêhtir di nav civakê de belav dibe ango bandora xwe dilîze. Lewma hilbijartina şêwe û rengê textan ji aliyê derhêner û senarîst Rodî Heme ve bi zanebûn û plan pêk tên û ji aliyê min ve jî tê eyarkirin. Armanca me ya duyem jî bi taybetî di nav civaka ewropî de zindîhiştina ziman e.”

Derhêner Doxan da zanîn ku hilbijartina mijaran girêdayî rojev kurdan e û wiha axivî: “Di mirajên vîdeoyan de bi awakî giştî çîrokên ji dîrok û folklorên herêmî yên peyamên kûr ku di nav de hene, em hildibijêrin. Bi piranî di nav peyv û hevokên me de ahengek heye, em bi vê terzê dixwazin ku şêweya komediyê xweştir bibe. Lê yek ji armancan jî ew e ku bi hêsanî bê jiberkirin û di nav temaşevanan de zû belav bibe.”

Deysem Doxan li ser xelata Dr. Faraj Remmo ku ji serokkomarê Almanyayê girtiye û dide kesên ku serkeftî dibin de wiha got: “Bi rastî xelata ku me girt cihê serbilindiyê ye. Dema Nîşan xelat girt em gihiştin wê baweriyê ku karekî serkeftî pêşkeş dikin û li ser rêya rast dimeşin. Ew xelat deriyeke nû ji me re vekir ku em bi zimanê xwe xelatên din jî bikin armanc.”

Banga Nîşan ji bo kurdan

Her wiha Nîşan Doxan ku bi vîdeoyên xwe parastina zimanê zimakî dike û dibêje “Ez kurd im zimanê min kurdî ye”, wiha bang li kurdan dike: “Banga min ji kurdan re ew e ku bi hemû bîr û baweriyên xwe yên cuda ji hev hez bikin. Her wiha banga min ji bo zarokên kurdan jî ew e, li ser şaşiyên pêşiyan mezin nebin û li ser zimanê xwe yên zikmakî kesayetiyeke xwe ya taybet ava bikin.”