Rojnameya Heftane

Nîşanên 2023’yan û baweriya bi piyaseyê

Ji bo hikûmeta desthildar a Tirkiyeyê nîşanên 2023’yan gelekî girîng in. Di pêvajoya çareserkirina pirsgireka kurdan de, wexta ku ji bo piyaseyê hêvî û bawerî zêde bûn, hikûmetê wek armanc diyar kiribû ku di 2023’yan de Dahata Netewî ya Giştî (DNG) bi ser 2 trilyon dolarê amerîkî bixe û Tirikiyeyê têxe nav koma 10 aboriyên herî mezin ên cîhane. Li gor hikûmetê ev nîşanên 2023’yan di heman demê de ji bo pîrozbahiya sedsala cûmhûriyetê dê xelatên mezin bûna. Li gor van armancan enflasyon û betalî gelekî kêm dibûn û DNG’ya serê kesî derdiket derdora 23-24 hezar dolarê amerîkî.

Meha îlonê meha destpêka payîzê ye û amadekariyên zivistanê di vê mehê de dest pê dikin. Ji bo pergala aborî û fînansa navnetewî jî, di heman demê de amadekariyên budçeyên hikûmetan dest pê dikin. Di vê mehê de aboriya Tirkiyeyê jî di qeyran û tengaveke mezin re derbas bû. Beriya îlonê, şoka dowîz-pereguherê di meha tebaxê de nirxê zêr û pereyên derveyî li hember perê tirk gelekî zêde kir. Moody’s asta krediya (qedrê) Tirkiyeyê ji B1’ê daxist B2’yan, rewş jî wek negatîf diyar kir. Fitchê jî fikra xwe got û bal kişand ser rewşa deynê Tirkiyeyê û kêmaniya carî ya hevsenga peredayînê. Di heman demê de li Amerikayê di der barê doza karsazê farsî Reza Zerrab de bûyêrên nû qewimîn û Medyaya Azad NBC’yê bi navê dosyayên FinCen bi hezaran dokumanên der barê dosyeyê de bi destê olîgarkên wek Lev Parnas belav kirin.

Bankaya Navend a Tirkiyeyê ji bo pêşiyê li zêdebûna nirxê pereguherê bigire, amûrên xwe yên neqdî xelas kir û dîsa dest avêt rêjeya faîz zêdekirinê û 200 point faîz di yek carê de zêde kir. Di nav vê geremolê de, daxistina not, ji bo Tirkiyeyê di demeke ku wezîrê karên darayî diyar kir, aboriya Tirkiyeyê ji rewşa herî xetere derketiye û ber bi başbûnê ve diçe de hat daxuyandin û bernameyeke “nû” ya din jî hat diyarkirin. Her wisa di çarçoveya hewldana başkirina aboriyê de hikûmetê zagona Fona Hebûna Tirkiyeyê nû kir û fonên teqawitiyê hemû di bin banê fonekê de kom kirin û diyar kir ku ev fon dê deyn û krediyan bide sektora taybet.

Ji 2017’an heta niha di pergala navneteweyî de, aboriyên Tirkiye, Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Arjantînê ber bi xerabûnê ve diçin û ev welatên hanê bûne aboriyên qirofek-şikestîbar. Li gor hinek saziyên pispor, aboriya Tirkiyeyê hatiye merhaleyeke wisa ku êdî mayîndebûna fînansê ji derveyî bankaya navendî ketiye ser milên bankayên giştî yên wek Ziraat, Halk û Vakifbankê.

Ev jî tê maneya ku rewşa aboriyê ji derveyî Tirkiyeyê ve pir xetere xuya dibe. Di bernameye aboriyê ya nû de her çiqas hêviyên gelek mezin hatibin nivîsandin jî, nayê zanîn ku ev bernameya nû ya çendan e ku hat diyarkirin. Her çiqas her bernameyek rewşeke ku bihara di ber dilî re tîne, pêşkêş bike jî, rewşa aboriya Tirkiyeyê wek qemyoneke fren teqiyayî ber bi nebaşbûnê ve diçe. Li gor qanûnên Tirkiyeyê hikûmet mecbûr e ku bernameya navberî li gor plana pêşveçûnê ya neteweyî amade bike lê di 2020’an de ev bername jî gelekî bi derengî ket û baweriya bi piyaseyan zêdetir şikest. Naveroka ku hate diyarkirin jî ti hêvî û bawerî ji piyaseyê re dernexist holê.

Di naveroka BAN’ê de gelek mijarên çewt û hedefên ku bi hişê mirovan henekan dikin hene. Mînak, li  gor BAN’ê enflasyona Tirkiyeyê ew ê dakeve û di 2023’yan de bibe %4,9!. Di dema ku aboriya Tirkiyeyê di demsalên xwe yên herî baş de bû jî, enflasyon ew qas daneket û kesan xêr ji bazara vê hikûmetê nedît. Di demên peş de daketina enflasyonê gelekî zehmet û xetere xuya dibe.

Dîsa wezîrê karên darayî di daxuyaniya xwe ya BAN’ê de, li ser rewşa zêdebûna nirxê pereyên biyanî, anî ziman ku daketina nirxê pereyê tirk jî, bi qasî ku hevsengiyê bi hêsanî têk bibe, di rewşa xerab de nîn e û wan eleqedar nake. Bi ya min wezîr ji bîr kiriye ku li gor saziya statîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) hilberîna Tirkiyeyê ji sedî 73 girêdayî jidervestandinê ye. Jidervestandin jî girêdayî dolarê amerîkî ye ku a niha xelaya dolar li ber deriyê Tirkiyeyê ye. Lewra çiqas nirxê pereyê tirk dakeve, ew qas buhayê hilberînê zêde dibe û enflasyon li wê gorê zêde dibe.

Ne tenê enflasyon, nîşanên (hedef) BAN’ê ji bo enflasyonê çewt in, nîşanên zêdebûna dahatê, kêmaniya carî, kêmaniya budçeyê û betaliyê jî çewt in û ji bawerîdayîna piyaseyan gelekî dûr in.

Mînak endeksa baweriya zihakaran a TUÎK’ê li der dora 59 pointê diçe û tê. Eger ev endeks li ser 100’î be meyla baweriyê heye, lê mixabin ev çend sal in bi xêra manîpulasyonan jî hîn nêzî sedî nabe.

Mînak bawerî bi polîtîkayên hikûmetê hebûya, ew ê bawerî bi pereyên biyanî tune bûya ku îro li gor statîstikên Bankaya Navend a Cimûriyetê (BNC) kesên li Tirkiyeyê dijîn mevdûatên xwe wek pereyê derveyî û zêr diparêzin û dev ji pereyê tirk berdidin. Di vir de jî pereyê tirk wek amûrê berhevkirinê hêza xwe wenda dike. Heta niha BNC’ê rezervên xwe helandine û rezervên rasterast di biniya 40 bilyon (milyar) dolarê amerîkî de ne lê mevdûatên kesan derketiye 217,7 bilyon dolarî.

Kesên li derveyî Tirkiyê ne û pereyê xwe li Tirkiyeyê di DÎBS, Fon û Bonoyan de razandine jî, ji ber ku piyaseya Tirkiyeyê ne ewle ye, bi rayedaran jî baweriyê nayînin, roj bi roj ji piyaseya pere vedikişin û li welatên din sermiyanên xwe radizînin.

Hemû endeksên ku baweriyê didin piyaseyê serberjêr bûne û kesên rayedar dîsa jî pif dikin nepoxê (balon) û nepoxê tije dikin. Bi makîneya propagandayê aboriyê bi rê ve dibin. Her roj dibejên, dê sibê ji îro çêtir be. Di BAN’ê de jî tu nîşaneyeke bawerî û hêviyê ya dê piyaseyê sererast bibe, tune ye. Rewşa nîşanên 2023’yan jî bûye rewşa belengaziyê. Armanc DNG 2 trilyon bû, a niha DNG di biniya 700 bilyon dolarî de ye. Nepoxa ku tê pifdan erge biteqe, dê dengekî gelekî mezin derkeve holê. Çiqas di navê BAN’ê de “nû” hebe jî, hîkûmet ne hikûmeta ku tiştekî nû têxe meriyetê ye. Ev cara çendan e ku nav “nû” ye lê naverok ne nû ye, riziyaye. Dewlet deyndar, milet deyndar heta ber qirikê û hikûmet jî bûye dewleta bikiltûz, bel e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e.

Endeksa Baweriyê (Cofidence Index): Tê xwestin ku ev endeks di ser sedî re be. Wexta endeks li ser 100’î be tê maneya ku zihakar bi piyaseyan bawer in. Di bin 100’î de be, bawerî bi piyaseyan tune ye. Ji 2017’an şûn de li Tirkiyeyê ev endeks di bin 100’î de ye.

DÎBS-Senedên Deyn ên Dewletê yên Hundirîn: Dewlet ji bo peydakirina çavkaniyên budçeyê senedên deyn derdixin û li gor daxwazan ji bo wan senedan polîtîkayên aborî, fînans û darayî tên destnîşankirin. Ku bawerî bi piyaseyan zêde be, ji derve de sermiyan bi rêya porfoy û DÎBS’ê dikeve piyaseyê.

Gotinek ji gotinên pêşiyên me

Dewleta bikiltûz, bel e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e: Ji bo rewşên berevajî ku roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçin, tê bikaranîn. Rewşa ku rayedar bi darê zorê û çetewarî di tarîtiyê de xebatan dikin, ji zelalî û ronahiyê dûr dikevin re te gotin.