17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîsa kurdî

Selam Çinar

 I

Nivîsa kurdî, di navbera tinaz û henekê da, di navbera hestîyarîyeke nexweşokî û di navbera aqilekî dehdil û kodikşikayî1, neberdewam2 û serberdayî da, bi ‘hêla çongan li pêyan dimîne.

II

Zimanê gazinan3 e, zimanekî ku bi hestan, bi dilşewitînê heta qirikê dagirtî, episandî, dewisandî ye. Zimanê aqilekî quto quto, gepgepî, aqilekî bêreh û rîşal e.

Ev giş dikin ku nivîsa kurdî bê ‘ser’ û ‘ber’ be.

Mirov gazinan carekê dike. Ji bo mestereya gazinê ev awayê gotina Ehmedê Xanî bes e: “Ger dê hebûya…”4. Li vir a ku hêjayî lêxebitînê ye, ruhîyeta lêkera hebûnê ya bi vî awayî ye. Wexta ku mirov dibêje “hebûya”, yanî gava mirov gotinê weha lê dike, esil dixwaze birîneka nekewîyayî îşaret bike. Gazin e, hewar e, çespandin e. Piştî vê ne lazim e ziman bi vî awayî bigere. Mesela gazin û hewarê di çarçoveya deqeka temambûyî da (Mem û Zîn) hatîye zelalkirin.

III

Lihevkirineka ku ji tiralîyê (ji xeynî sedemên dîrokî, ne-berdewamîya çandî. Jixwe sedem ew in; lê ne ew in) ber digre li rastê ye û pirê caran ‘bîr-birin’ ji ‘hest-birinek’a nehişî (derbxwarî..5.şermok) wêdatir nabe tu tişt.

IV

Peyv necotkirî6 mane.

– “Xweş çi ye?”

– “Xweş xweş e.”

– “Temam, îcar xweş çi ye?”

Peyva “xweş”ê, çend sed sal in, hê jî “xweş” e. Di ferhengan da ji mane û şiroveya wê bêhtir, awayên wê yê zaravayan, yan peyvên nêzî wê li dû hev tên nivîsîn. Jixwe hew ferheng dibêjin, ew jî ewqasî dibêjin. Derba ewil çi bîne bîra mirov ew e û hew.

Qey kes ji wê hêvîya axaftinê nake.

Li ser meselê;

xweş [I] 1. baş 2. çê 3. qenc 4. Rind xweş [II] 1. biçêj 2. Bitahm / Kerê reş, dixwe tiştê xweş” 7

xweş: (hk.x.çewa) Xoş. xoş (hk.x.çewa) Bi tam. Balkêş. Dilveker. Xweş. Evro rojeka xoşe. Xwarineke xoş ji mera çêke.”8

Xweş: tişta li gor dilî ye, tişta mirov dixwaze bike / bibîne9

Xwe’ya di xweşê da, ne ya jibîrkirinê ye.

V

Peyva ku bi gotinê10 ber bigire û ya ku bi nivîsê ber bigire naşibe hev, li hev venabe, bi ser hev venabe. Zimanê sor, ku gelî û newal xwe li berê ranagirin, li ber girêkên kor ê ku ne-“ber”-dewamîyê li hişê (bîra) nivîsa Kurdî xistîye, bûye potikek zipîziwa.

Gotar, helbest û çîrok û romana qels ji vî qumaşî ne.

VI

Peyvên kurdî kitim11 in, bi serborîyên xwe li bîrê nehatine qeydkirin. Nehatine deqkirin. Weku her yek bi serê xwe be, di nav bendê helbestekê (cureyeka din a wêjeyê jî dibe) da li rastê ne û bê pêwendî ne.

Di sedsala dawî ya Kurdistanê da ev bela, heftserî bûye.

VII

Nivîsa Kurdî bi ‘behane’ya Ehmedê Xanî daketîye.

1 Kodik amûreka pîvana zad e.

2 Gelek caran bê referans e. Hem referansên dîrokî pir kêm in, hem jî yên navika peyvê. Mesele jî navika peyvê ye. Her car, a ku ji ber çavan difilite ev e.

3 ‘Diyalogeka afirîner’ bi Ehmedê Xanî ra, tiştekî baş û hêja ye. Sebeba sedbareya gazinê, neberdewamîyê jî, çênekirina diyalogê ye. Belkî her kes dixwaze bibe nûxwirîyê gelê xwe.

4 Xanî, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Beşê 5’an: “Ger dê hebûya me îtîfaqek, vêkra bikira me înqîyadek”

5 Di vê newalê da çi diqewime, nema kes dizane.

6 Hem bi maneya xwe ya sereke mane, hem xeyaleka bireh û rîşal li wan nehatîye zêdekirin û hem jî nehatine cotkirin, beyar in.

7 Demîrhan Umîd, Ferhenga Destî, r. 496., Weşanên

8 Botî, Kamêran Silêman, Ferhenga Kamêran, r.

9 WQ Ferheng – Vê ferhengê pênaseyek kirîye.

10 Kurd bi hezarê salan axivîne; li gorî gotinê, hema hema nenivîsîne.

11 Di nav dev û diranê axêverên xwe da.  

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê