19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîsandin û çend pirs

Konê Reş

Ezbenî! Her çiqas nivîskarî ji der ve hêsan xuya be, lê bi rastî ew wiha jî zehmet û zor e. Eger nexwîne û nenivîse, nexweş dikeve! Kesê ku karê nivîskariyê bike û bixwaze di nivîskariya xwe de berdewam be, divê bi şev û rojê bi peyvan re şer bike! Dinya li serê wî dibe wek tara bêjingê û hundirê serê wî dibe wek qada şer. Ku şer neke, nivîskarekî miriye!

Erê ezbenî! Tu kes wek nivîskar ji dayika xwe re çênebûye. Încex mirov bi xebata salan dibe nivîskar. Ji bo hînbûna pîş û sazekî neh-deh sal dem ji mirovekî re divên, ji ber ku nivîskarî ji gelek pîş û sazan zortir û zehmetir e. Ango neh-deh sal ji bo hilgirtina navê nivîskariyê ne gelek in. Yê ku navê nivîskariyê hilgire, divê salên dirêj bide ber çavên xwe. Nivîskarî karekî çetin û dijwar e. Astengiyên wê pir in. Lê çendî zehmetiyên wê hebin jî, ewqasî xweş û pîroz e.

Sebaretî me kurdan, eger em kurd bin û doza me Kurdistan be, zimanê me kurdî ye, ne tirkî, erebî û farisî ye. Pêdiviya me bi nivîskar û xwînerên zimanê me heye. Nivîskar û xwînerên zimanê kurdî bingehên herî girîng in ji avakirina welatê re. Ma em ji kê re dinivîsin ku xwîner zimanê me nebin û ku em bi tirkî, erebî û farisî binivîsin, welatê ku em doza wî dikin li ku dimîne? Ma em zimanê xwe yê şîrîn, pêmayên xwe yê zengîn û zargotina xwe ya dêrîn di ser guhan re bavêjin? Çîroka Memê Alan û Siyabend û Xecê ji milk û malê kê bihesibînin? Gotinên Cizîrî, Xanî, Nalî û Koyî û Cegerxwîn bişewitînin?!!! Ezbenî! Em dijîn da ku bi nasnameya xwe mezin bibin û nasname ziman, ax û dîrok e.

Ji min pirsîn: Torevan kî ye? Min got: Torevanî danak ji xwedê ye. Mirovê torevan ew e yê ku serpêhatiya xwe wek a min û a te dinivîse. Bi rengekî din: Ew nivîskarê ku ez xwe di nivîsên wî de dibînim.

Ji min pirsîn: Cudahiya di navbera helbesta nûjen û kilasîk de çi ye? Min li wan vegerand: Helbesta nûjen mikurbûn e… Helbesta klasîk rêzkirin û lihevhatina gotinan e.

Ji min pirsîn: Tu ji bo kê dinivîsî? Min got: Ez ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Bedirxan diaxifin, dinivîsim… Ji bo xelkên Qamişlo, Amed, Zaxo û Mehabadê dinivîsim. Ji bo lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welatê min de rijandine û dirijînin da ku careke din berfa spî li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, sor nebe, keç û xortên welatê min bi aştî û aramî bijîn û her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêje… Edûla Zor Temir Paşayê Millî jî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binewhirîne… Erê, ez li dor gul û kulîlkên welatê xwe dinivîsim, ewên ku ji zimanê dayika min û te fêm dikin… ewên ku ez û wan bi yek şûrî dikevin û radibin… ewên ku ne ji wan be ez tune me… hebûna xwe di hebûna wan de dibînim. Min tu carî destûra nivîsandinê ji kesî nexwestiye, bi taybetî nivîsandina helbestê. Pêwistiya nivîsandina helbestê ne bi destûrxwestinê ye û ne jî bi demeke destnîşankirî ye.

Û min berdewam kir: Ez ê çawa wêneyê bav û kalên xwe winda bikim, kum û kolosê wan li ber ba bifelişînim?!! Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî Mîr Bedirxan, Şêx Nehrî, Şêx Seîd û Barzanî ji me bi gazin lome bin; fêde nake… hê jî em di çayxaneyên bîranînan de qerebalixê dikin û bi demên dirêj li ber dergehên bajarên giryayî radiwestin! Lêborîn û pexşanê dixwazin û ji darên xûz û tewiyayî dipirsin; gelo, em bi derengî ketine?!