25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîseke balkêş

Rohat Alakom

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê de kar kiriye. Di salên xwe yên dawîn de di fîlma “Kilamek ji bo Beko” (1992) de jî cîh girtiye. Li ser koçkirina Eznîva Reşîd re îsal bîst sal derbas dibin. Ew, jina Xelîlê Çaçan Mûradov û dayîka rojnamevan Têmûrê Xelîl e. Eznîva Reşîd di vê nivîsa xwe ya kurt de 8 Adarê, roja jinan ya navneteweyî pîroz dike, bona hemcinsên xwe yên ku di Radîyoya Rewanê de wek dengbêj, stranbêj û muzîsyên kar kirine tiştine baş dibêje û li ser pêşketina wan disekine. Di nivîsê de navên çend stranbêjan jî dide. Ev nivîsa ku berî 58 salan hatiye weşandin wek mesajek, peyamekê jî dikare bê hesibîn. Nivîs di warê dîroka pîrozkirina Roja Jinan ya Navnewteyî de dokumenteke balkêş e. Ev nivîsa Eznîva Reşîd hewa û atmosfera polîtîk ya wan salan jî bi vekirî dide der, nîşan dike. Ez qet têkilî zimanê vê nivîsê nebûm, li jêr latînîya tekstê wek xwe diweşînim.

Dotêd k’urda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrên

“Çiqas r’oje p’êlêd r’adîoê ser deşt û zozanar’a, gelî û gebozar’a, ç’ya û banîyar’a bi hezara kîlomêtra r’ê dibir’in û dengê dîktor û dengbêjêd me dighînine welatêd dûr û nêzîk, r’adîoguhdarêd me.

Nava dengê wan dengbêjadanin usa jî dengê qîz û k’ulfetêd k’urd, kulfeta k’urd, ya ku berî qeydê sovetîê nava belangazîê û zelûlîêda bû û îro welatê sovêtîêda bûye uzva mexluqetîêye t’am, xweya r’isqet û îzna xwe.

Ji guhdarvanêd me k’ê Sûsika Simo, Belga Qado, K’ubara Xudo, Zadîna Şekir, Asa Avdal, Naza Kokil, Seyrana Musa û gelekêd mayîn nas nake, êd ku bûne h’izkirîê guhdarvana. Çiqas h’eftêye ji r’adîoguhdara bi deha name têne stendinê, wekî dengbêjêd qîz wanar’a k’lama bistrên.

Ewana k’lamêd derheqa Lenînê mezin, Partîa Komunîstîeye azadar, derheqa emrê xweyî îroyînî bextewar, derheqa xebatêda, merivêd xebatkarda, qeydê kolxozîêda distrên û usa jî k’lamêd bengîtîê, govenda, mêranîê dibêjin.Gelo ji r’adîoguhdarêd me k’ê k’lama “Kolxozêd me kanîne” nebîhistiye, ya ku koma qîza distrê. Vira qîzêd k’urd derheqa e’mrê xweyî t’êr û t’ijîda, derheqa emrê kolxozîêda distrên û dibêjin, wekî kolxozêd wan kanîne, li deşt û zozana danîne, kîlerê wan t’ijîne, xebatçîêd wan jî cindîne.

Îro r’oja 8-ê martê em çawa h’emû jinar’a, usa jî omidêd xweye dengbêjr’a açixîêd xebatê dixwazin û dibêjin: derheqa emrê meyî bextewarda dha kubar û blind bistrên dotêd k’urd…Bra dengê we çar qulbê dinê belabe û her yek bizanbe, wekî cimae’ta sovêtîê çawa dixebite, dijî û ax’riya merivayêye nûr-komunîzmê çêdike”

Eznîva R’eşîd

(Dîktora xeberdanêd r’adîoêye p’ara k’urdî)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê