18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar û rojnameger li Amedê civiyan

Civîna ewil a nivîskar û zimanzanan li Wanê hatibû lidarxistin û civîna duyemîn li Amedê hat lidarxistin. Di civînê de girîngiya kampanyaya ziman hat bibîrxistin û bang li her kesî hat kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Hat gotin ku ziman hebûna neteweyekî ye û divê ji bo ziman her tim xebat bên kirin.

Li Amedê bi pêşengiya HDP’ê, bi boneya kampanyaya ku di 21’ê sibatê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî hatibû destpêkirin bi tevlêbûna nivîskar û zimanzanên kurd li Otela Demîr civîn hat lidarxistin. Gelek nivîskar, rojnameger, zimanzan û parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel, Îmam Taşçier beşdarî civînê bûn.

Ev kampanya dilsoziya li hemberî ziman e

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel balkişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Ev xebat ji bo piştgiriya ziman  û kampanyayê ye, ne ji bo propagandeyeke siyasî ye. Heta niha gelek caran kampanyayên ziman hatine destpêkirin lê bi piranî di çarçoveyeke propagandayê de mane. Îro ez dikarim vê bibêjim ku ev kampanya ji propagandayeke siyasî wêdetir dilsoziya me ya li hemberî zimanê me temsîl dike. Em minaqeşeyên xwe yên li ser dagirkeriya ziman û çanda kurdî kûrtir dikin û hewl didin ku bi hev re encameke erênî ji vê kampanyayê derxînin.”

Li HDP’ê perwerdehiya ziman didome

Hevberdevka Komîsyona Zimanê Kurdî a HDP’ê Dersîm Dag der barê perwerdeya ku komîsyona wan bi awayekî navxweyî dabû destpêkirin axivî û wiha got: “Me kêmasiyên xwe yên navxweyî ferq kirin û me ji bo van kêmasiyan ji holê rakin nexşerêyek amade kir. Li gorî vê nexşerêyê hemû parlementer, xebatkar, şêwirmendên partiya me dê fêrî zimanê kurdî bibin. Niha bi tevahî 500 kesî dest bi perwerdeya xwe kiriye û perwerde ji ber şert û mercên pandemiyê bi awayekî online didome. Hêviya me ew e ku em xebatên komîsyona xwe xurttir bikin û di qada dîplomasiyê de û li nav gel jî berbelavtir bikin.”

Civîn di navbera komîteya amadekar û beşdaran de di çarçoveya pêşniyaz û pirskirinê de hat lidarxistin.

Xalên girîng ên ku di civînê de hatin destnîşankirin ev in:

•             Dewlet bi hemû rê û rêbazên xwe yên dagirkeriyê êrîşê hebûna me dike. Beramberî ziman û çanda me xetereyan çêdike.

•             Dîrok dide nîşandan ku hewldanên tevgera azadiya kurdî rê li ber rewşenbiriya kurdî vekiriye û rewşenbiriya kurdî jî pêşengtiyê li tevgera kurdî kiriye.

•             Ziman hebûna me ye ziman nebe netewe tune ye. Girêdayî vê divê tim û daîm xebatên me ji bo pêşketina ziman hebin.

•             Me komîteyeke ziman a ku ji 9 partiyan pêk dihat ava kir û me Tora Ziman damezirand û ev Tor ji 16 maseyên peywirdar pêk tê, xebatan dimeşîne.

•             Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî me dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

•             Li ser esasê fermîbûna zimanê kurdî em li nivîskar, hunermend û rojnamegerên kurd re têkilî datînin û li ser xurtkirina xebatên xwe bi wan dişêwirin.

•             Em ji beşdarvanên civînê hêvî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û bi her awayî sînorên kampanyayê berfirehtir bikin.

•             Divê hemû partiyên Kurdistanî û hemû dezgeh xwedî li kampanyaya ziman derkeve.

Di civînê de beşdarvanan pirs û pêşniyazên xwe ji parlementer û endamên HDP’ê kirin. Beşdarvanan bal kişand ser derengketina xebatên bi vî awayî û piştgiriya xwe ya ji bo xebatên bi vî tehrî anîn ziman. Her wiha hat gotin ku gel herî zêde di mijara ziman de HDP’ê rexne dike û ji nivîskaran bêtir jî  siyasetmedaran dişopîne. Di vê çarçoveyê de divê parlementerên HDP’ê fêrî kurdî bibin, daxuyanî û civînên xwe yên li Kurdistanê bi kurdî bikin. Der barê mijarê de hat diyarkirin ku bira li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê yekem û li Tirkiyeyê jî di asta zimanê duyem de bê bikaranîn.

Civîn bi pîrozkirina Newrozê hat qedandin.