Rojnameya Heftane

Nivîskar û xwîner

Alan Pîrê

Jixwe li welatê me heya demeke kurt jî zimanê me, kurdîya me ya kurmancî qedexe bû. Ev yek bêhtir ji bo bakur û rojavayê Kurdistanê wisa ye, ji ber ku li başûr û rojhilatê welêt rewş hinekî cuda bû.

Ez dikarim bêhtir li ser rewşa zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê biaxivin, ji ber ku ez bixwe ji wir im û ez baş ji rewşa kurdîya kurmancî li wî parçeyê Kurdistanê hayedar im.

Kurdî qedexe bû lê tenê kurdîya nivîskî û ya devokî heya radeyekê (li deverên giştî, bo nimûne: li sazîyên dewletê). Lê hebûn – di ser ku kêm bûn jî – yên ku xwe fêrî kurdîya nivîskî dikirin û berhemên nivîskarên kurd ên kevin û yên nû dixwendin; û hebûn yên ku dinivîsadin jî û bi şêweyeke giştî xwînerên kurdîya nivsîkî bi piranî nivîskar bixwe bûn. Ango nivîskar xwîner û nivîskar bûn di heman demê de, kêm xwînerên tenê xwîner peyda dibûn. Yê ku di destpêkê de xwîner bû, piştî demekê dibû nivîskar û hin nivîskar hebûn nema êdî li xwe datanî ji nivîskarên nifşê xwe re bixwînin (bi wan re mezin dibû! Lê çi mezin dibû, ji we re vekirî ye) lê ev rewşa han tenê ji kurdîya nivîskî re derbas dibû, ji ber ku hemû xwînerên erebîyê tenê xwîner bûn û kêm ji wan êdî dibûn nivîskar, ango ne hemû kesên ku berhemên erebîaxêv dixwendin, yekser piştî wê dibûn nivîskar û xwe dixistin rêza nivîskaran.

Em ê niha li vir ji xwe bipirsin, ka gelo çima? Çima xwînerên berhemên kurmancîaxêv bi piranî dibûn nivîskar, an jî xwe dikirin nivîskar û ev navê mezin bi dû xwe dixistin lê kesên ku pirtûkên erebî dixwendin, na? Ez ê li vir hewl bidim ku çend sedemên ku li gor nêrîna min sedemên sereke û navendî bûn, raçav bikim.

  • Kurdî qedexe bû û ji ber ku qedexe bû, ne her kesî berhemên kurdî li cem xwe vedihewandin û ne her kesî jî wêrîbû wan pirtûkan bikire û bîne malê veşêre û carê li ber çavên xelkê derxe û bixwîne.
  • Di nav kurdên rojavayê Kurdistanê de xwînerên erebîyê gelek bûn. Kurdan gelekî dixwend û di gelek malan de jî pirtûkxaneyên biçûk peyda dibûn. An pirtûkên sîyasî bûn, an yên wêjeyî bûn (wêjeya erebî û ya cîhanî bi piranî) û an jî kêm zêde olî bûn. Lê kêm hebûn yên ku pirtûkên kurdî yên bi tîpên latînî li cem wan bi girseyî peyda dibûn (ji ber ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî ne gelekî qedexe bûn). Tîpên latînî dibe ku sedemeke din be, ji ber ku xwendin li Sûrîyeyê bi erebî bû û tîpên erebî dûrî yên latînî ne, û vê yekê jî kêm zêde roleke neyînî lîst.
  • Kesên ku dikarîbûn bi kurdî bixwendana, mirov bi çavekî mezin li wan dinêrî û yekser mirov digot: ev kes an sîyasetmedar û partîzan e, an jî nivîskar e. Xwendina bi kurdî wê çaxê tiştekî mezin bû û ji ber vê yekê, hema çi kesê ku bi kurdî bixwenda, dinivîsand jî. Ji ber ku heger gelekî ji zimanê kurdî û ji xwendinê bi şêweyekî giştî hez nekira, xwe nedixiste vê metirsîyê û pirtûkên kurdî li cem xwe venedişartin û ew nedixwendin.
  • Xwînerên kurdîyê kêm bûn û hîn jî kêm in, ji ber ku pirtûkxaneya kurdî xizan e û kî tê li berhemekê digere nabîne, dibêje tune ye, ez ê wê berhemê li pirtûkxaneyê zêde bikim. Diçe xwe fêrî kurdîya nivîskî dike û yekser dibe nivîskar, û navê nivîskarîyê jî bi dû xwe dixe. Lê heman kes ya xwe di zimanê erebî de nabîne, ne her kes dikare bi erebî binivîse, ne ku nivîskarekî baş be. Lê kurdî belengaz e û her kes lê siwar dibe!

Gelek hene dinivîsin, bi taybetî helbestan dinivîsin, ji ber ku helbest ya herî hêsan e û kurdî bixwe zimanekî helbestî ye. Hema dêya nexwendî li ber dergûşê gava ku ji zaroka xwe re dilorand deh helbest diafirandin. Pîrekan berê li ber destar deh helbestên stranî diafirandin. Jin û mêr gava ku diçûn paleyê, stranên paleyê digotin, yek û du û deh û hemû jî nû bûn.

Mixabin berhemên baş kêm in, ji ber ku xwendina bi kurdî kêm e. Û ez dibêjim divê ku em niha bêhtir nivîskarên xwe yên serkeftî bixwînin, ji bo ku em bihêlin ew bibin nivîsakrên xwedî xwîner û em jî bibin xwînerên birastî. Ji ber ku li gor reşwa heyî gelek ji me ji her duyan mane, em ne nivîskarên baş in û em ne xwînerên baş in. Îcar xwînerekî baş be, çêtir e ku tu nivîskarekî seqet û binketî be.