25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskara kurd dest bi greva birçîbûnê kir

Nivîskar û Aktivîsta kurd Mujgan Kawsî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di 19’ê mijdarê 2020’î de ji aliyê rejîma îranê ve hat girtin.

Li gor agahiya ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê  hat parvekirin ve Kawsî di 16’ê gulanê vir ve li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Kawsî bi armanca ku polîtikayên rejîma Îranê, Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Torê her wiha diyar kir ku daxwazên nivîskar Kawsî ne yên tekekesî, yên hemû girtiyan e.

Mujgan Kawsi ji ber aktivîst bû û li dijî mafên mirovan hestiyar bû gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û herî dawiyê jî hatiye girtin. Dadgehê 76 meh cezayê hepsê lê hat birîn û wê sirgûnî Girtîgeha Evînê kirine.