20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskaran Mehmet Uzun bi bîr anîn

Komek nivîskar û rewşenbir, nivîskar Memed Uzun li ser gora wî ya Deriyê Mêrdinê ya li Amedê bi bîr anî. Hin nivîskar û rewşenbir ji Swêdê, hin nivîskar ji Stanbolê û hin nivîskar jî ji Sîweregê hatin û li ser gora Mehmet Uzun kom bûn. Nivîskaran çelenga reş a ku li ser “Em te ji bîr nakin” nivîsîbûn  danîn ber serê Uzun. Di bîranina Mehmet Uzun de ewil pismamê Uzun Îsmet Uzun axivî û wiha got: ”Li gelek bajarên Kurdistanê û derveyî welat kurd Mehmed Uzun bi bîr tînin. ”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û niha girtî ye, ji Girtîgehê Tîpa T a Hejmar 2 ya Qeyseriyê helbesta Şêrko Bêkes ya bi navê Cejn, diyarî Mehmed Uzun kir. Nivîskar Şexmûs Dîken, Lal Laleş, Sertac Bucak, Eyub Surek jî axaftin kirin û Uzun bi bîr anîn. Nivîskar Can Ade jî axivî û got: “Li cihê xwe rehet razê kekê me yê delal. Tu herdem heta mirinê yê me yî. Tu dengê me yî û nivîskarê me yî.”

Nivîskar Ferhad Mihemed jî destnîşankir ku bi saya Mehmed Uzun wî dest bi nivîsandina kurdî kirîye û dê her berdewam bike. Nivîskar Seyidxan Anter jî balkişand ser giringîya berhemên Mehmet Uzun û wiha got: ”Min bi kulîlkên hinaran ên li hewşa Mehmed Uzun wêjaya wî naskir. Bê guman berhemên Mehmed Uzun wek Destana Agîdekî û Hewara Dicle asoya me heman û nemaze asoya nifşên xort firehtir û xurtir dikin.”

Nivîskaran piştî axaftinê qurnefil û pirtûka Memed Uzun a “Sîya Evînê’ danîn ser gora Uzun û belav bûn.