Pêncşem, December 2, 2021

Nivîskarên kurd  bibin yek dê dengê wan geştir bibe

Komeleya Wêjekarên Kurd, li Amedê bi nivîskaran re bernameyek li dar xistin. Gelek nivîskarên kurd beşdarî bernameyê bûn û li ser pirsgirêkên nivîskarên kurd niqaş kirin. Di civînê de nûnerên PENa Kurd, Nomeleya Niviskarên Mezopotamyayê, Kovara Destar, MED DER, Înstutiya Kurdî ya Amedê, Komeleya 78’an a Amedê, Weqfa Mezoporamyayê, Weşanxaneya JJ, Platforma Ziman, Tora Çand û Ziman, Komeleya Arider, Komeleya Birca Belek, Û gelek nivîskarên kurd ji bajarên cuda ên bakurê Kurdistanê tev li vê civînê bûn.

Hevserokê Komeleya Wêşekarên Kurd Mehmet Deviren, anî ziman ku divê hemû nivîskarên kurd li ser pirsa “Ji bo ziman û nivîskariya kurd divê çi bê kirin? serê xwe biêşînin û wiha got: “Di mijara xwendina pirtûkan de divê em bi saziyên kedê didin re bêne cem hev. Divê em wekî komele bi nivîskaran re bêne cem hev. Em îro hatin cem hev. Divê ji niha û şûnde jî em bêne cem hev.

Deviren bal kişand ser rêxistinkirina nivîskaran û wiha got: “Eger nivîskar di nava xwe de nebin yek dibe ku ev nexweşî belav bibe. Lê ger ku nivîskar bibin yek û bibin aliyê aştî û dengê civakê, wê demê dê dengê nivîskarên kurd bêtir xurt û geş derkeve.

piştre jî gelek nûnerên saziyan mafê acaftinê girtin û fikir û ramanên xwe, pêşinyar û rexneyên xwe anîn ziman.

Piştî daxuyaniyê civîna nivîskaran ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Nivîskar û nûnerên saziyan nêrînên xwe der barê pirsgirên ziman de anîn ziman.