Rojnameya Heftane

Nivîskarî û xwekuştin

Occo Mahabad

Di dîrokê de gelek kes û nivîskar xwe kuştine. Sedemên her xwekuştinê cuda ne. Di vê çalakî û biryara kesane de, mirov di tûrikê jiyana xwe de gelek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê, xwe bi siya mirinê nîşanî civatê didin. Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebinin, her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netewe nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de, ji hev cihê fikirîne û tevgeriyane.

Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Platon jî wekî Sokrat, întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn, divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmeqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîn e.

Epîkuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros girîngiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cîcero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotînos û Porphyrîos jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: “Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike.” Lewma di hişê Camus de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

Nîetzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîn e, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e.” Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.

Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne û xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.

Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emîl Durkheîm xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheîm di întixarê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.

Li ser întixarê gelek teoriyên psîkolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî Sîgmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê wek sadîzmeke ruhî pênase dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş in dikarin xwe bikujin.

Di teoriya Erîch From de ajoyên civakî girîng in, ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne, bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê misilmanan de pir hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, ola xaçpareziyê întixarê erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn a klasîk de rewş hinekî cudatir e, carinan xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar dikin. Di roja me de otorîteyên xirîstiyanî ji xeynî mezheba protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din ên sereke gunehekî li hemberî xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek hînduîzm, budîzm û caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine, bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikare derkevin pêşberî me lê divê em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin her tim dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema wî/ê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û wijdana civatê. Di dinyayê de gelek nivîskarên jêhatî bi sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend nivîskarên kurd û yên biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928’an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemin, ji ber qetliyama dewletê xwe xelas bike mecbûr dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire; apê wî Sofî lê xwedîtiyê dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948’an de diçe zanîngeha Erîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê re di navbera salên 1954 û 1957’an de mamostetiya zimanê ermenî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Erîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’î de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdeyê diçe Lenîngradê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta kurdan digire, her derfetê radixîne pêş wan ziman, çand, huner û jiyana kurdan mezin û bilindtir dike. Bi vê mebestê her tim dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976’an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tiflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961’î de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966’an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970’yî de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko ji nivîskarekî wêdetir însanek e. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin “Gelo çend kes dikarin xwe bikujin û konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî”.

Nivîskarê duyemîn yê kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin, ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957’an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniye ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975’an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.

Helbestên wî ji aliyê ciwanên kurd ve pir tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê de cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991’ê de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd.

Berhemên wî heta niha di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013’an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş, di sala 2019’an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gelek nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gelek navên din.

Ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser xwendevanên cîhanê hiştine.

Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893’yan de li Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya xwe de dibe endamê Partiya Komunîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.

Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava futurizmê hewl dide, dixebite, gelek helbest û tekstên şanoyê dinivîse.

Dostê wî yê jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Lenîngradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî dilê wî pir diêşîne û tesîreke mezin lê dike.

Mayakovski gelek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.

Rihê Mayakovski wekî zarekî biçûk û delodîn bû. Tu carî ji aliyê derdora xwe ve nehat fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.

Vladimir Msyakovski di sala 1930’yî de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.

Nivîskara duyemîn a biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e, dixwazim hinek behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.

Helbestvan û nivîskara amerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832’yan de li Massachusettsê ji diya xwe dibe.

Plath helbesta xwe ya pêşî di heşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940’î de bavê wê dimire. Ev mirin jiyana Plathê tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê psîkiyatrîk ya manîk depresif e.

Di sala 1950’yî de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li timarxaneyê dimîne.

Di sala 1955’an de koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gelek helbestên wê di rojnameya Varsity a zanîngehê de tên weşandin.

Di sala 1956’an de bi helbestvanê îngilîzî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê didomîne, lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manîk depresif zewaca wê zêde dewam nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan kirê dike.

Di sala 1963’yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gelek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê her tim her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.