Pêncşem, Çile 27, 2022

Noam Chomsky: Gelê kurd di ya herî zor de bi ser ket

Filozof, dîroknas û zimanzanê amerîkî Noam Chomsky têkildarî pergala Rojava bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Chomsky da zanîn ku sîstema netewe-dewletê bi darê zorê li ser gelên li herêmê dijîn tê ferzkirin lê ji 25 milyonî zêdetir kurd hene û hewceye bibin xwedî statû.

Yek ji feylezof û zimanzanê serdemê Noam Chomsky 93 salî ye. Li bajarê Tusconê yê girêdayî Arîzonayê dijî û bi rêya vîdeoyê bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi Nejla Ar re axivî. Chomsky der barê êrîşên Tirkiyeyê  yên li ser gelê kurd nirxand û got, rejîma Erdogan mîna salên 90’î tevdigere.

Chomsky di axaftina xwe de got: “Gelê kurd gelek êş û jan kişandin, dîroka wan diroka êş û azara ye. Bi taybetî di encama êrîşên dewleta tirk a hovane de bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin, bi milyonan hatin koçberkirin, koçberî taxên wêranbûyî yên Stenbolê bûn. Di destpêka salên 2000’î de hinek pêşketin derketin holê û vê yekê hêviyek jî bi xwe re anî. Lê piştî hinekî aşkere bû ku Yekitiya Ewropa (YE) wê Tirkiyeyê weke endam qebûl neke, rejîma Erdogan tundtir bû. Wek encama vê tundiyê jî gelek hovîtiyên ku ji salên 90’î jî li pişt xwe dihêlin, êrîşên zalimane pêk tên.

Chomsky da zanîn ku kurdên li Rojava di şerê ku bi salane li Sûriyeyê dewam dike de bi ser ketin û bi vekişîna rêveberiya DYA’yê ji hin herêman kurdan di navbera du dijminan de hatin dorpêçkirin û wiha domand: “Rojava di nava şerê navxweyî yê hovane yê li Sûriyeyê de bi ser ket. Vekişîna rêveberiya Trump ji hin herêman bû sedema zêdebûna êrîşên dewleta tirk. Niha herêmên kurdan di navbera du dijminan de asê mane. Li aliyekî Tirkiye û li aliyê din rejîma Esad e. Ev rewşeke paralel e. Herêma Kurdistanê ya bakurê Iraqê heta radeyekê em dikarin bêjin ku xwedî statuyekê ye, lê mixabin ji ber nakokiyên navxweyî, gendelî û tundiya zêde nehatiye sazîkirin. Bi rastî ev rewşek pir bi êş û dijwar e.”

Di berdewama axaftina xwe de Chomsky da zanîn ku  kurdên ku nifûsa wan ji 25 mîlyonî zêdetir e, divê bibin xwedî statuyek û xweseriya xwe ava bikin û wiha got: “Lê ji bo vê yekê jî hewce ye herêm pêş bikeve û wek entegrasyoneke hevpar pêk were. Her çiqas ku ne bi awayekê serkeftî be jî wek formek a YE’yê. Ewropa di paşeroja xwe de gelek tecrûbeyên pir bi êş kişandin û kêm be jî pêşkeftinên mezin pêk anîn. Mixabin dema em li van pirsgirêkan dinerin, dîroka mirovahiyê zêde ne xweşbîne.”

Chomsky diyar kir ku pergala netew-dewletiyê bi darê zorê li gelên herêmê hatiye ferzkirin û welatên emperyalîst dixwazin bi vî rengî herêmê kontrol bikin. Chomsky wiha pê de çû: “Sîstema netew-dewletiyê encameke sedsala 19’emîn bû. Netew dewletan li Ewropayê bi darê zorê ji derveyî daxwaz û pêdiviyên gel, ser wan hat ferzkirin. Mînak li Iraqê îngilizan li gorî berjewendiyên xwe yên emperyalîst sînor xêz kirin. Herêma bakur ku Tirkiye îdia dike û di nav sînorên Iraqê de maye, xwedî çavkaniyên petrolê ye. Ji aliyekî din ve jî bi boneya ku têkiliya Iraqê bi deryayan re qut bibe Îmarata Kuweytê ava kirin. Bi vî awayî îngilîzan armanc kirin ku herêmê kontrol bikin.”

Fîlozof Chomsky da zanîn ku derketina ji vê pergalê ne hêsan e lê pêkan e û wiha got: “Aşkeraye ku pergala netew-dewletiyê pergaleke lawaz e û tim di  nav reqabetekî de ye. Hin gelên wek kurd û filistîniyan tev li pêvajoyên netew-dewletiyê nebûnê. Guhertina pergala dewletê pir zor e. Her çiqas ku bê xwestin sînor hinekî werin sistkirin jî ev bi xwe re pevçûnên dijwar tîne. Yekitiya Ewropayê mînaka herî berbiçav a vê mijarê ye. Bi sedsalan Ewropa yek ji herêmên herî hovane bû ku hevudû qirkirin û kuştin yek ji karên wan ê sereke bû. Piştî van êşan û şerên bêdawî Ewropa kete pey çareseriyê. Di serî de di warê aboriyê de pişt re jî di qada siyasî de geşedan çêbûn. Her çiqas ku YE xwedî pergaleke lawaz û tevlihev be jî pêvajoyên girîng derbas kirin. Piştî wan demên reş û tarî, pergaleke ku di navbera her welatekî de hûn dikarin bê pasaport derbas bibin.”

Chomsky diyar kir ku ev pêvajo dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak û wiha got: “Helbet kes naxwaze vegere Împaratoriya Osmanî ya hov, lê aliyên wê yên erênî jî hebûn. Mirovan dikaribû bê kontrol di navbera welatên girêdayî dewleta osmaniyan de here were, hin herêm xwedî mekanîzmayên rêveberiya hundirîn bûn. Di sala 1953’an de dema ez li bajarê Celile yê Israilê bûm, ez êvarekî derketim meşê. Ji nişka ve erebeyek sekinî û ji min re got hewce ye tu bizîvire. Dema min sedema vê yekê jî pirsî, wan got ku ez derbasî ser xaka Lûbnanê bûme, wê demê sînor hinekî çêker bûn. Ew sînorên ku niha qampên leşkerî tê de hatine avakirinê, ne terciha gelan bû; ya emperyalîzma îngîlîz û fransiyan bû.”