24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobed 100 roj in didome

Hêzên çekdar ên PDK’ê şeva 26’ê tîrmehê 3 endamên HPG’ê xistin kemînê. Di 28-29’ê tebaxê de kemîn danî pêşiya 7 endamên HPG’ê. Ji vê koma 6 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. HPG’ê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û ji PDK’ê xwest ku daxuyaniyê bide. Li ser vê yekê Berdevkê PDK’ê Mahmûd Mûhammed got, “Çi karê gerîla li wir heye?” û li kiryara xwe mikur hat.

Piştî daxuyaniya Berdevkê PDK’ê Mûhammed, malbata endamê HGP’ê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ketin nava liv û tevgerê. Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Rojavayê Kurdistanê alîkarî xwest ku karibin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.

Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin, ji 5’ê cotmeha 2021’ê ve li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon vedane.

Ji gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê;  ji Dêra Zor, Şeddadê, Hawll, Kerema, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Kobanê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê bi dehan heyetan serdana çalakgeran kirin. Di nava yên hatin serdanê de gelek rûspî û serokeşîrên ereb jî hebûn. Tevî endamên rêxistinên civakî yên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên rêxistinên saziyên bawerî û olan jî serdana çalakgeran kirin.

PDK’ê daxwazên malbatan red kir û derî girt

Ji roja destpêkirina çalakiya kon û vir ve gelek caran dayikên aştiyê û dayikên şehîdan serdana kon kirin. Di 11, 21’ê cotmehê û 4’ê mijdarê de Dayikên Aştiyê sê caran xwestin nameyê bişînin. Dayik ji Pira Fişxabûrê derbas bûn û hewl dan nameyê bidin rayedarên PDK’ê, lê her carê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

Komek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger jî ji bo şermezarkirina nedayina cenazeyan çalakiyek li dar xist. Asayîş û endamên îstîxbaratê yên PDK’ê bi ava şid û keviran êriş birin ser ciwanên li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê. PDK’ê 16’ê kanûnê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, 19’ê kanûnê jî Deriyê Sînor ê El Welîdê girt.

Lê malbatên ku doza wergirtina cenazeyan dikin bi biryar in. Malbat dibêjin, “Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin em ê çalakiya xwe neqedînin.” Çalakiya malbatan îro 100 roj li pey xwe hişt.

Her kom du rojan û şevekê nobedê digire. Nobedarên roja sedemîn koma ji Amûdê ye. Koma Amûdê diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku vê çalakiyê dimeşîne.