24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê di roja 6’an de berdewam kir

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan 6 roj li pey xwe hişt. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş, bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitîye bêne berdan li Baroya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatên ku di 16’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin, di roja 6’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Îro jî xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hasîne Guler, Încî Guler, Feyziye Kolakan, Saît Demîr û Hakki Boltan beşdarî çalakiyê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersîm Dag, Semra Guzel û Remziye Tosûn serdana nobedê kirin.

Di serdana parlamenteran de, Xwişka Hamdûsena Ada ya li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Amedê girtî Reşahat Ada axivî û diyar kir ku derbarê rewşa girtiyan de agahî nagirin û wiha got: “Em weke malbat bi fikar in. Divê em li wan xwedî derkevin. Em ê ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Êdî bes e.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî  anî ziman ku tedbirên tekildarî pandemiyê li her derê hatine rakirin lê li girtîgehan didomin û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Pemû pêkanînên şerê taybet in. Bêhiqûqiya li dijî we û Îmraliyê li her derê xwe dide der. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û ev belavî tevahiya civakê bûye. Tişta ji destê me bê em ê li qada siyasî bikin.”