spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda malbatên girtiyan di roja 4’an de didome

Xizm û malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitîye bêne berdan, di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatan di roja 4’an de berdewam dike. Îro dîsa malbatên girtiyên nexweş Siddik Guler, Ahmet Kolakan, Ciwan Boltan, Abdulselam Guler, Yahya Baytar û Hamdusena Adar hatin Baroya Amedê û çalakiya xwe berdewam kirin. Ji malbatan Hevjîna Siddik Guler Hasine Guler, Dayika Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan, Bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan, Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler, xwişka Hamdusena Ada Reşahat Ada û Xwişka Yahya Baytar Neziyet Baytar cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Rêvebera Navendî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Newroz Uysal, Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê  Ozum Vurgun û parêzerên OHD’ê serdana malbatan kirin. Parêzer Newroz Uysal, di serdana malbatan de anî ziman ku heta daxwazên malbatan pêk bê dê piştgiriyê bidin malbatan.

Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, ÎncÎ Gulerê jî anî ziman ku dema diçin girtîgehan bi çavê xwe zextên li ser girtiyan dibînin û wiha got: “Girtiyan 20-30 salan di girtîgehê de dihêlin. Em diçin girtîgehan em nikarin bi girtiyan re bi axivin. Dema diaxivin ceza li wan dibirin. Heta daxwazên me pêk bên em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Em edalet û hiqûqê dixwazin.

Neziyet Baytar jî îro tev li çalakiyê bû. Baytar anî ziman ku ji bo birayê xwe Yahya Baytar ê 28 sal in girtî ye tev li çalakiyê bûye. Baytar, anî ziman ku birayê wê nexweşê dil e û xwest hemû girtî bêne berdan.