19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Malbatên Sêmalka û Malbata Şenyaşar didome

Nobeda malbatên ku li Sêmalka kon vedane di roja 51’emîn de berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan ên HPG’î yên di 28’ê tebaxê de di kemina hevkariya dewleta tirk û hêzên PDK`ê de jiyana xwe ji dest dabûn, 51 rojin çalakiya nobedê didomînin. Her rojê şandeyek diçin serdana malmatan. Îro şandeyek din çûn serdana malbatan. Şandeya ku çûye Sêmalka ji nûnerên 80 malbatên Çeteyên Roj pêk tê. Malbatan da zanîn ku ew qebûl nakin PDK zarokên wan beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bike.

Malbatên di nobedê de, wêneyên şehîdên kemîna Xelîfanê rakirin. Li ser navê malbatan, Zahir Şêxmûs axivî û bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokatiya hikumeta Başûr kir ku cenazeyên şehîdan tavilê radestî malbatên wan bikin.

Çalakiya mabatna Şenyaşar di roja 261’an de berdewam dike

Li Rihayê çalakiya malbata Şenyaşar di roja 261’an de berdewam dike. Du kurê Emîne Şenyaşar û hevjînê wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê ve hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe ji bo edaletê nobeda xwe berdewam dike. Endamê Platforma Jinan a Bajar a Rihayê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan de serdana Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin, kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî piştgirî da serdana platformê û bi jinan re serdana Emîne Şenyaşar kir.

Emîne Şenyaşar, xwest pergal bê guhertin û wiha got: “Divê Erdogan îstifa bike.”

Li ser navê Platformê Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel jî anî ziman ku bi armanca bibine dengê nobeda bi daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar hatine serdana wê û ev tişt got: “Em dixwazin bibin dengê nobeda Emîne Şenyaşar. Daxwaza edaletê ne tenê ya dayika Emîne ye, daxwaza me tevan e. Em li dijî tundiya fizîkî û derûnî ya ku dewlet li Emîne Şenyaşar dike ne.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi Emîne Şenyaşar re nobed  girtin.