24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ dest pê kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser mirina bi gûman û pirsgirêkên girtiyên nexweş ên di warê bidestxistina mafên xwe yên tenduristiyê de dê îro li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên wê lê hene nobeda ‘Em jiyanê diparêzin’ bide destpêkirin. Nobeta ku Malbat, parêzvanên mafan û parêzer jî beşdar dibin hat destpêkirin.
Nobet li Enqerê li şaxa ÎHD’ê hat destpêkirin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta ‘Em jiyanê diparêzin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan’ hat daliqandin, nobeta bi beşdariya Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Parlamenterê HDP yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu dest pê kir. Di nobeta hat destpêkirin de wêneyên Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
Ozturk Turkdogan diyar kir ku wan îro li hemû şaxên ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’ ji bo girtiyên nexweş dane destpêkirin û wiha got: “Pergala darvekirinê ya li Tirkiyeyê ne rast bû. Bi operasyona 19’ê Kanûnê re pergala înfazê hebû. Bi berxwedana girtiyan ew pergal hat şikandin. Lêbelê, heman pergal berdewam dike. Li Îmraliyê avakirina girtîgehên bi ewlekariya bilind dest pê kir. Ev girtîgeh wek tabûtan hatin çêkirin. Di dema pandemiyê de, serokên çeteyan hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Aysel Tûglûk niha di girtîgehê de ye. Em dixwazin balê bikişînin ser van. Di pêvajoya Covid-19 de cihêkarî heye. Ma girtiyên siyasî bi Covidê nakevin gelo? Ev çi cudakarî ye? Dema me ji girtîgehan re nameyek dinivîsand, me ji Halîl Guneş re dinivîsand, lê niha ne di nav me de ye. Girtiyên siyasî û nexweş bi hincetên ku nayên qebûlkirin nayên berdan. Yên ku nikaribin di girtîgehê de bimînin, divê bên berdan.”
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû mafê axaftinê girt û bal kişand ku ÎHD bi salan e di warê mafên mirovan de xebatên xwe dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan mirov dimirin, neheqî li wan tê kirin, lê hemû civak vê nake rojeva xwe ya sereke. Beşek ji çapemeniyê vê yekê dixe rojeva xwe. Civak li ser kesên ku li ser wijdanê xwe ber bi întîharê ve tên ajotin çi difikire? Di demên dawî de kesên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan destpêk in. Ev çîrok ne nû ye.”
Herî dawî Ozturk Turkdogan da zanîn ku ew ê weke Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê saet di navbera 10.00-21.00’an de nobedê bigirin û diyar kir ku ew ji her cure tevlibûn û serdanan re vekirî ne.
Li Amedê jî çalakiyan dest pê kir
Li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî çalakiya nobetê dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag û Pero Dundar, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, xizmên girtiyên li Baroya Amedê dest bi ‘Nobeda Edaletê’ kirin û gelek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan nobetê.
Li salona ku çalakî lê pêk hat pankarta ‘Em jiyanê diparêzin! Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat daliqandin û wêneyên Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Celal Şeker, Abdûrrezzak Suyur, Mehmet Alî Çelebî û Vedat Erkmen ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. .
Têkildarî mijarê Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş ên li girtîgehan bên berdan.