18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nola pirpinîkên xwe li rohnkahiyê bigirin

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

…Em di rê de ne, diçin Hewlêrê û hîn jî ez  paldayî me. Gotina; ‘Heft xwezî bi Sedam. Desthilatdarî ket destê kurda, malik li me virritî’ min ji nava xeyalên kûr vediciniqîne. Xwediyê vê gotinê kurdekî ji başûrê Kurdistanê ye. Vê gotinê bi kurdiyeke zelal dibêje.

Gava gotina xwe bi dawî dike, zimanê xwe bi gotina xwe re dadigire. Ji babetê axaftina wî diyar dibe, kirrekirr ji kezeba wî tê. Ew çend gotinê ji dil dibêje, paşê jî nola şekirekî bixwe, wanî bi mirçemirç xwêzîya xwe di ser gotinên xwe de dadiqurtîne.

Başûrî xweziyê bi Sedam tînin!

Di destpêkê de min di dilê xwe de got, “An ev sîxwurê partiyeke kurda ye, an jî kesekî xwurifî ye.” Lê paşiya paşîn ez ê lê hay bibim go ev nêrîneke berbelav e. Ew çend berbelav e, ez dibêm, “Heke li gorî vê rewşê, Sedamê şeytanqûnî ji tirbê rabe û li herêma kurdan têkeve pêşbirka hilbijartinê, ew ê li hember rêvebirên kurdan bi rêjeyeke gelekî bilind bi ser bikeve.”

Gotinên rêwiyê nepen 

Digel ku tu kes bersiva rêwiyê nepen nade û tiştekî jê napirse jî, camêr gotina xwe dikudîne: “Erê, di dema Sedam de em bindest bûn, qet nebe em dewlemend bûn. Lê niha em hem bindest in, hem jî xizan in. Ka me çi ji xwe fahm kir!”

Em êdî ketine nava bajarê Hewlêrê. Gotinên wî rêwiyê ku wî jî nizanîbû ka ew ji kê re dipeyive, di tasa serê min de xwe ducar dike û olan dide: “Sed carî xwezî ne bi dilê serok û serkêşan!”

Xwedê neke, ez vê rewşê li xwe miqayese dikim. Heke ez bim, di ser van gotinên xelkê re, ez ê kevirekî bi qirpika nigê xwe ve gire bidim û xwe biavêjim nava çemê Dîjleyê. Bi vî awayî ez ê xelkê ji xwe pak bikim. Heke xelkê xweziya xwe bi serokatiya qesabekî nola Sedam bîne, ê de hema meriv bijî ji çi re ye qey!?

Îşê mazûbanê min zor e

Mazûbanê min bi kar û barê dostekî xwe re mijûl e. Li alîkî ez û li aliyê din kar û barê dostê wî. Ev rewşa hanê, mazûbanê min hinekî şerpeze kiriye. Karê mazûbanê min ew şerpeze kiriye, kirrîn û firotina erebeyekê ye. Dostekî mazûbanê min ereba xwe daye li ber firotanê, dostekî wî yê din jî bûye bikirrê wê erebê. Mazûbanê min jî ketiye navbera her du dostên xwe. Îşê wî zor e. Yek dixwaze ereba xwe biha bifiroşe, yek jî dixwaze erzan bistîne. Lê mazûbanê min li xwe naşikîne. Diyar e tecrûbeya xwe ya jiyanê têra xwe heye. Lema jî mazûbanê min, hûr dajo/kûr dajo/lêw belê ga jî naêşîne.

Mazûbanê min peywira noter dibîne û ji her du aliyan re jî dibe kefîl. Destê her duyan dide hev, ew jî bi destê her duyan digire û destê wan hilditeqilîne. Yek ji wî, yek ji wî û yek ji yê din. Gotina dawî ya mazûbanê min û ew bazarê diqetîne.

Dibe êvar. Yê erebe kirrî, yê firot û di gel çend nas dostên wekî din, em li malekê dibin mêvan. Her yek ji wan nigê xwe di gelek feqan de kotine. Tecrûbeyên wan yê jiyanê ango ezmûnên wan yên jiyana civakî pirr in. Ketin û rabûnê baş dizanin.

Yek ji wan ji min dipirse; “Êêê. Te welatê me çawa dît?” (Qesta wî ya ji ‘welatê me’ ew e, ango qala başûrê welat dike)

“Nebêje kurd im, bibêje tirk im.”

Hîn min xwe ji bersiva wî re amade dikir. Yekî din xwe di nav re dike, dibêje: “Ji bo qedrê te were girtin, li vê derê ji kesekî re nebêje ez kurd im. Bibêje ez tirk im.”  Paşê destê xwe nola îşareta ‘gurbozan’ dike dibêje; “Bibêje ez ev im!.” Bi kenekî pilore, serê xwe paşve xwar dike, bi denekî hêla dikene. Ji ken wêdetir, edetî nola hespekî dihîrre.

Nizanim çima, lê hema ez bersiva yekî jî nadim. Ez bi îroniya xwediyê îşareta ‘gurbozan’ ya bêxwê jî nakenim. Ez wî şermezar jî nakim.

Sûcê wan kurdbûyîn bû

Her yek ji van kesên li civatê rûniştî, ji nava dojehekê filitîne û hatine, li vî bajarî gihîştine hev. Hinek ji Rojhilat, hinek ji Bakur û hinek ji Rojava bûn. Hin mehkûmên farisan, hin yên tirkan û hin jî yên ereban bûn. Sûcê wan yên hevbeş, kurdbûyina wan bû. Nola pirpinîka xwe li rohnkahiyê bigirin, hatibûn xwe li vê beşa welatê xwe yê piçekî azad girtibûn. Paşê li xwe hay bûbûn ku ew rohnkahî dê wan bişewitînin.

Her diçe, civat germ dibe; peyv li peyvê dikeve û gotin li hev zêde dibin. Mijar tê li ser zindanan disekine.

Ji gotinên wan tê fêhmkirin: Eger zîndanên Tirkiyeyê dojeh bin, yên Başûr esfelesafilîn e.
Yek ji wan qala rewşa zindanên Başûr dike û dibêje: “DAIŞ’î û yên li hemberî wan şer kirine bi hev re di nava yek hucreyê de ne. Hucre jî çi, hucre!”

Vebêjer, ew jûra em lê rûniştîne destnîşan dike, dibêje; “Aha firehiya wê bi qasî vê jûrê ye. Lê zêdeyî sed girtî têde li ser stuyê hev in”

Yekî din gotinê ji devê vebêjerê yek werdigire û ew êdî lêzêde dike: “Bavo ji dêlva hûn bikevin zîndanên vana (qala rêveberiya başûrê Kurdistanê dike) hema derbekê bera serê xwe de û xwe ji vê dinyalikê pak bike, biçe.”

Ji axaftinê wan eyan dibe ku jiyana ti kesî ne di bin mîsogeriyê de ye. Nexasim kurdên ji bakurê Kurdistanê û yên ji rojhilatê Kurdistanê ew çend bi fikar in, nola çivîka li ser hej wanî dilerizin.

Fikarên di awiran de meyandî, fikarên xezaleke bêmecal e. Xezala di îklimê jiyan û mirinê de; ger xezal xwe li çem bixîne, çem ji tîmsehan bi mişt e; xwe li çolê bixîne jî çol tije dirrinde ye…

Penaberên welatê xwe

Gava min ev çavdêriyên xwe dinivîsand, pêşmergeyekî ji rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Behzad Mahmûdî yê li hemberî DAIŞ’ê şer kiribû. Lê paşê jî li kuçeyên Hewlêrê mabû bêxwedî û belengaz. Ew vê rewşa kambax hew debar dike. Lema jî Behzad Mahmûdî li pêş kamerayan, bedena xwe ya nazik dide li ber pêta êr û dawî li jiyana xwe anî. Niha jî çar heb ciwanên ji rojhilatê Kurdistanê, Jakan Baran Melekşahî, Ako Alah Muradî, Saadî Mahmûdî û Fardin Geramî lêvên xwe bi hev ve dirûtine û bi bêdengî di guhên kerr yên xemsaran de diqîrin. Pêlên desîbelên qîrrîna bêdengan, pêlên herî guhkerrîner e. Ev babet qîrîn ne bi guhan, bi wijdanan tên bihîstin.

Guftugo pirr zêde bedewam nake. Lewra kes bi kesekî bawer nabin. Hesta bihevnebaweriyê, civatê di valahiyekê wer dike. Her wekî gotin bi meqesê were qutkirin, ji nişkan ve gotin ji devê wan tê birrîn. Nola kurkurkên şevê yên pêjin bi ser wan bikeve, wanî kurrhildiçinin.

Çavên min, bêyî min li ser civatê digere. Dilê min ji min re dibêje “rejîmên ji edaletê dûr, mirov dixîne çi kirasî û çi dilqî ey xwedê!”

Bêdengiya mazûban

Mazûbanê min heta hingê ne ji çê ne jî ji xerab, qet nepeyivîbû û tev li mijarê nebûbû, dawiyê li bêdengiyê tîne. Îzna xwe ji civata hazir dixwaze û em radibin diçin mal. Bêdengmayina mazûbanê min, bala min jî kişandibû. Lê ez sedemên wê yekê meraq jî nakim. Lewra tişta tê zanîn, meraqê bi meriv re çênake û meriv nakeve tatûleya sedeman.

Di hewşa mazûbanê min de, du kûçikên bi qasî du şêran me pêşwazî dikin. Diyar e ku her du kûçikan jî gelekî kakûniya xwediyê xwe kiribûn. Xwediyê wan jî ne destvala bû. Tibabek hestî û pelaqê sorgoşt ji wan re anî bû. Mazûbanê min jî zilamekî bi dar û ber bû; bi qasî badîgartekî xurt bû. Dikarîbû bi humtukekê, gaboxeyek li erdê bixista û bikira şelte. Kûçikên wî jî xurt bûn. Mazûbanê min deriyê hewşê vedike. Ew kûçikên xwe, xwe diavêjin hev; hinekî bi hev re navê dilîzin û hevûdu vedigewixînin. Bi zimanekî xweser bi hev re dipeyivin. Di nava demeke kurt de, hevûdu di nava xwêdanê de kumêt dikin.

Mazûbanê min, hemû êlma xwe bera ser kûçikên xwe dabû. Kûçikên wî, paşmêr û dostên wî yên herî sadiq bûn. Mazûbanê min bi mirovan re kêm, lêbelê bi kûçikên xwe re pirr dipeyivî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê