20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Notirvanî li ser şopa cerdevaniyê ye

  • Ji bo ku pergala notirvaniyê jî weke ya cerdevaniyê mayînde bibe, AKP rayeyên wê zêde kirin. Lê ji ber pêkanînên wan, civak weke cerdevaniyê ji pergala notirvaniyê jî aciz e

Pergala Notirvaniyê, piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê ket meriyetê. Li gel ku pêwîstiyeke bi vî rengî tune ye jî ev pergal niha di meriyetê de ye û di bin banê wê de bi hezaran kes hatin çekdarkirin. Li gel destpêkê hat gotin ku notirvan dê li taxan bixebitin û agahiyên îstixbarî kom bikin jî, bi awayekî neqanûnî roj bi roj rayeyên wan zêde bûn. Niha li qadê mîna polîsan dixebitin û bi awayekî kêfî pêşiya mirovan digirin û nasnameyan kontrol dikin.

Notirvaniya alîkariyê!

Ev pêkanîna notirvanan di nav civakê de rastî bertekên tund tê. Piraniya civakê pergalê weke pergala AKP’ê dibîne û vê pêkanîna notirvanan qebûl nake. Di çend mehên dawîn de li gelek deveran ji ber kontrola nasnameyê ya notirvanan, di navbera welatî û notirvanan de pevçûn derketin. Desthilata AKP’ê ji bo ku li gorî xwe vê nîqaşê ji holê rake, hefteya borî têkildarî pergala notirvaniyê pêşnûmeqanûneke balkêş pêşkêşî serokatiya meclisê kir. Parlamenterên AKP’ê di vê pêşnûmaqanûnê de daxwaz dikin ku rayeya notirvanan bê zêdekirin. Heke pêşnûmaqanûn bê qebûlkirin dê ji niha şûn ve notirvan karibin li tax û sûkan nasnameya welatiyan kontrol bikin. Di nav hefteyê de serokwekîlê koma AKP’ê Mehmet Mûş têkildarî pêşnûmeqanûnê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew ji bo notirvan karibin alîkariya gel bikin rayeya kontrolkirina nasnameyê didin notirvanan.

Gel jê aciz e

Alîkariya (kontrolkirina nasnameyê) ku Mûş qala wê dike di nav gel de weke îşkenceyê tê pênasekirin. Her çiqas carna wezîrê karên hundir Suleyman Soylû, bi kontrolkirina nasnameyan propaganda bike û daneyên vê mijarê parve bike jî gel ji pêkanînê gelek aciz bûye. Hin caran ji ber kontrolkirina nasnameyan a li xalên kontrolê di rêyan de bi kîlometreyan wesayît li dû hev rêz dibin. Ev yek li ser rêya ne bes bû, niha heman pêkanîn li tax û sûkan jî tê belavkirin.

Bi israr dixwaze

Ji ber vê pêkanînê dibe ku di rojên pêş de pirsgirêkên gelek mezin peyda bibin. Ji ber ku notirvan li tax, navçe û bajarên xwe peywir dikin, dibe ku vê rayeyê bi awayekî nebaş bê bikaranîn. Dibe ku notirvan rayeyê ji bo tolhildanê jî bi kar bînin. Li gel ku demeke dirêj e, ji ber pêkanînên notirvanan li ser pergala notirvaniyê nîqaş tên kirin jî AKP bi israr dixwaze vê pergalê berbelav bike. Wê ev yek jî gelek pirsgirêkên civakî bi xwe re bîne. Ev nîqaş beriya niha ji bo pergala cerdevaniyê jî hatibû kirin.

Pergala Cerdevaniyê, di sala 1986’an de ji aliyê serokwezîrê demê Tûrgût Ozal ve ketibû meriyetê. Wê demê li ser vê pergalê jî gelek nîqaş derketibûn û hişyarî hatibûn kirin ku dê cerdevan bibin sedema pirsgirêkên civakî. Li gel van nîqaş û hişyariyan jî pergala cerdevaniyê ketibû meriyetê û bi hezaran kes li bakurê Kurdistanê bûbûn cerdevan. Cerdevan di nav salan de tevlî gelek bûyeran bûn.

Heman pergal in

Niha navê bi sedan cerdevanan di cînayetên faîlî meçhûl de derbas dibe. Li gel vê rewşê jî pergala cerdevaniyê bi salan e tê berdewamkirin û nayê terikandin. Her partiyên ku hatin ser desthilatê, pergala cerdevaniyê li gorî xwe revîze kirine û ji bo girtina dengên cerdevanan daxwaza rakirina pergalê paşguh kirine.

Di encamê de pergalên cerdevanî û notirvaniyê heman pergal in. Ji ber vê yekê her du pergal jî li şûna feydê, bi dehan xesarên wan hene. Acizaya civakê ya ji her du pergalan jî nîşaneya vê yekê ye. Ji bo vê yekê ye kesên ku li van pergalan xwedî derdikevin û wan diparêzin, kesên nêzî desthilatê ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê