Rojnameya Heftane

Amedspor dîsa bi ser ket

Amedsporê li mala xwe stadyûma Amedê 3-1 Sancaktepe têk bir

Amedspor di hefteya 17’emîn de bi Sancaktepeyê re li Standyûma Amedê lîst. Di dewreya yekemîn de lîstikvanê Amedsporê Erman Bulucu gola yekem avêt û dewreya yekemîn bi 1-0 pêşketina Amedsporê qediya.

Amedspor di dewreya duyemîn de bi gola Sînan Akaydin skorê kir 2-0 û di deqeya 60’emîn de bi gola Mesût Can jî skor bû 3-0. Sancaktepeyê jî di deqeya 70’yemîn de tenê golek avêt û maç bi skora 3-1 serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedspor 7 hefte ne têk naçe û bi vê serkeftinê pûanê wê bû 27. Amedspor li gor encama vê maçê di Lîga 2’yemîn a Spî de di rêza 6’emîn de ye. AMED

 

- Advertisement -