spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca vê dorpêçê çi ye?

Hikûmeta başûrê Kurdistanê li ser sînorê Rojava pêşmergeyan bi cih dike û nêzî 40 xalên leşkerî li herêma Fîşxabûr a li hemberî sînorên Rojava ava kirin û cebilxane û çekên giran anîne herêmê.

Berê jî di bihara 2014`an de, pêşmergeyên başûrê Kurdistanê bi dirêjahiya 40 km li ser sînorên rojava-başûrê Kurdistanê xendek kolandibûn. Di tîrmeha 2015`an de jî bi firehiya 3 metreyan û kûrahiya 2 metreyan û dirêjahiya 37 km’yî li ser sînorê di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de xendek kolandibû.

Ev yek ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê dibe sedema fikaran û bi taybetî jî ji ber rayedarên başûrê Kurdistanê der barê vê mijarê de tu agahiyan nadin, fikarên xelkê li herêmê zêdetir dibin.

Bi rastî jî di demeke ku êrîşên li hemberî Heftanînê berdewam dikin û nakokiyên ji bo mijara statuya Şengalê tê nîqaşkirin, kiryareke wiha wekî dorpêçkirinê tê dîtin.

Sînorên Başûr û Rojava

Der barê mijarê de sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdî Cemal Şêx Baqî wiha dinirxîne: “Me digot dê diyaloga kurdî-kurdî Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Başûr nêzî hev bike, lê belê wekî me sewqiyatên li ser sînor dîtin, berevajiyê vê yekê pêk hat.”

Şêx Baqî her wiha dibêje: “Tu wateyek cografîk a sînorên di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de tune ye.”

Diyaloga kurdî-kurdî

Şêx Baqî gumanên xwe yên der barê vê rewşê de wiha tîne ziman: “Ez bi hêvî me ku şaş bim. Em bi yekitiya kurdî re ne. Her wiha dixwazim ku tu kes diyaloga kurdî-kurdî mîna rêbazekê wekî zexta li ser destkeftiyên Rojava bi kar neyne. Her wiha bila di mejiyê me de pira diyaloga kurdî-kurdî ku lîstokeke ji bo hilweşandina destkeftiyên Rêveberiya Xweser çênebe û bila ev diyalog nebe hespê troyayê ku di hundir de tirs hebin.”

Planên parçekirina Başûr

Şêx Baqî li ser konsepta giştî ya li dijî destkeftiyên kurdan ên ku tên birêvebirin ve jî wiha şîrove dike: “Çawa ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hevdu hatin qutkirin dewleta tirk dixwaze ku li Başûr jî destpêkê ji Zaxo heta bi sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê parçe bikin û bikin du herêm. Herêmek tê de herêmên Qendîl û Heftanînê hebe da ku ji herêmên dîtir ên Başûr bê qutkirin û ya duyemîn jî ji Zaxoyê heta bi Şengalê qut bikin da ku têkiliyên Rojava bi Başûr re bên qutkirin.”

Bi her awayî wiha xuya dibe ku ev amadekariyên li ser sînorê başûrê Kurdistanê ne nîşaneyên xêrê ne û tevî ku ev yek bi gelek awayan ji rayedarên başûrê Kurdistanê tê pirsîn jî heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.