20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Çep ên Kurdistanê: Bêyî çareserkirina doza kurdî aştî nabe

Aliyên Kombûna Çepgirên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî û Kurdistanê da. Di daxuyaniyê de geşedanên li Kurdistanê hatine nirxandin û bang li hikûmetan tê kirin ku papendê peymana mafên mirovan û mafên gelan bibin û rêzê ji mafên gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyên Kurdistanê re bigirin.

Daxuyanî wiha ye: “Em aliyên Kombûnên Çepgir ên li Kurdistanê we agahdar dikin ku divê hûn bi rêya navendên biryaran li rewşa Kurdistanê haydar bin û hûn ji vê yekê berpisyar in.

Li bakurê Kurdistanê hikûmeta tirk her tim êrîşên leşkerî pêk tîne; azadiya gelê li Tirkiyê diçewisîne; ji ber siyasetên şaş ên desthilatê aloziya aborî xwe daye der û bandoreke neyînî li jiyana zehmetkêşan dike. Desthilata tirk dixwaze aloziya li welatê xwe derxîne derveyî sînorên xwe û hewl dide li herêmên deryaya Spî û şandina hêzên leşkerî ji Sûriye û Lîbyayê re aloziyê kûrtir bike, bi Qibris, Yewnanistan, Fransa û bi Yekitiya Ewropayê re pirsgirêkan derxîne, gund û bajarên başûrê Kurdistana û deverên din ên rojavayê Kurdistanê dagir bike… Ev tevde ji bo ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre û nehêle raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne.

Li rojhilatê Kurdistanê jî Komara Îslamî ya Îranê siyaseta dagirkirinê, dorpêçkirina Kurdistanê, li dijî çalakgeran biryarên darvekirinê û zexta li sivîlan berdewam dikin. Di heman demê de gefan li başûrê Kurdistanê dixwe. Destwerdana kar û barên Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê dike û ev jî bandorê li ewlehiya herêmê dike. Mafên mirovan binpê dike û demokrasiyê tune dike.

Li rojavayê Kurdistanê jî cendirmeyên Tirkiye û milîsên tundrew ên girêdayî wê li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê li pêşberî hêzên Koalîsyonê, dewletên zilhêz û Rûsyayê sûcên qetilkirin û revandinê pêk tînin. Ev hêz li gorî berjewendiyên xwe aloziyê derdixin. Di heman demê de ji aliyên kurdistanî yên li Rojava ji diyalogan dûr bixînin û mafên neteweyî yên gelê kurd, diyarkirina sîstemeke siyasî ji Sûriyeya pêşerojê re û garantiya wê keysbaz bikin, kar û xebatê dikin.

Li gel vê yekê li başûrê Kurdistanê jî siyaseta guhartina demografiyê û erebkirina herêmên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya herêmê berdewam e. Desthilata milîsên Heşdî Şebî, hêzên şovenîst û tevahiya biryarên pê ve girêdayî tevî ku destûr pêk neanîn û hikûmetên navendî mafên gelê Kurdistanê înkar dikin. Ji 2014’an ve herêm mûçeyên wan nadin û siyaseta girtina çalakgerên sivîl, li navendê û başûrê Iraqê tunekirina wan berdewam e.

Rewşa her çar parçeyên Kurdistanê ji ber rewşa siyasî hate guhartin û bi diyardeya vîrûsa koronayê re rewşa gel kambaxtir bû û dîsa jî desthilatên her çar parçeyan alîkariya herêmên Kurdistanê nekirin.”

Partiyên daxuyanî daye ev in: KKP Bakur, PSK Bakur, KKP Rojava, Kombûna Zehmetkêşên Kurdistanê (Rojhilat), Tevgera Demokratî Kurdistanî (Başûr), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanî (Başûr) û Partiya Komunîst a Kurdistanê (Başûr) û Partiya Kominîst a Kurdistanî (Başûr).