23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka bûka bedew

Min heta niha di vî emrê xwe de bûkek wisa bedew neditiye, bê merûmê hema xwedê tu bi qelema xwe xêz kirî gelo? Lê dayê, meriv ewqas jî bedew nabeee!

Wan deman ez hê jî teze dibûm qîzeke xama. Lê hemû derd û kulên min bi dîtina bûka mala xalê diya min bû. Hema min çavên xwe ji xew vedikir û ez direviyam diçûm ser kaniya orta gund, li bendê disekinîm ka bûka mala xalê diya min, Sefure wê kengî were ser kaniyê!

Min navê xalê diya xwe nizanibû, qet nedifikirîm jî ji diya xwe pirs bikim, navê xalê wê çi ye! Nizanim çima, ez li ser vê mesela bedewbûna di nav malabata diya min de pir difikirîm.

Min xwe bi xwe digot; hemû jinên mala bavê diya min bedew in, lê ez çima wek wana wisa ne bedew im? Çima ez wisa yeke bejinkinik, jar û qurçomekî me? Çav û biriyên min çima wek wê bûkê mezin, qerqaş û belek nîn in?

Ez dinêrim qîz û bûkên nav malbata bavê min jî wisa bedew in, kezî û guliyên wan dirêj û çilgulî ne, keziyên min ên vegirtî, ji serî heta binî bîst û pênc in, yên wana çilî zêdetir in, çima yên min ewqas kêm in?

Ez her roj di nav van fikrên nebaş de diçûm û dihatim, heta rojekê meta diya min gazî min kir û got; were qasekê li cem min rûnê, ez ê ji berxa xwe re çîrokekê bêjim.

Got; ev çendek e, ez bala xwe didimê, her roj dema tu ji xewê radibî, berê xwe didî kaniya orta gund û li benda hinekan disekinî, di serî de min got qey tu dixwazî bi avê re bilîzî lê dûra min fêm kir ku av bala te nakişîne, tenê bûka mala birayê min bala te dikişîne û tu ji serê sibê heta êvara dereng li pey bûkê diçî û têyî. Dûra jî tu bi madekî tirş vedigerî malê.

Tu dizanî ew bûka hanê çima ewqas bedew e? Ewqas hêja û jîr e? Dema emrê wê wek emrê te bû, ew jî weke te keçikek biçûk û çilmisî bû, wê jî weke te bi xwe re şer dikir. Dûra ew hêdî hêdî mezin bû, bi ser xwe da hat, bû qîzeke xama û bedewbûna wê her diçû zêde dibû. Ew jî wek te her roj diçû li ser kaniya orta gund, wê ava kaniyê ser çavên xwe dişûşt, her ku dilopek wê ava kaniyê li ser çavên wê diket ew bedewtir dibû.

Çîroka bedewbûna Sefura bûk ev e. Ger tu jî her roj, dema diçî ser kaniyê, bi wê avê ser çavên xwe bişoyî tu yê ji hemû kesan bedewtir bibî. Niha bila ev qewlê min û te be, dema tu çûyî ser kaniyê, kulmek av li ser çavên xwe bireşîne, wê demê tu yê bibînî, wê bedewbûneke çawa bê ser rûyê te. Tenê ev ava hanê jiyanê dide me. Ew çîroka meta diya min ez bedew kirim, wek bedewbûna bûka mala xalê diya min.