spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik Aksoy: Ez ji wan natirsim, serî natewînim

Agît Îpek ê PKK’î di 2017’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî di 2’yê adara 2020’an de bi kargoyê ji diya wî Halîse Aksoyê re şandibûn. Polîsan çend roj berê avêt ser mala Aksoyê. Di dema avêtina ser malê de deriyê mala Aksoyê hat şikandin û polîsan ew û mêvanên wê serdevkî dirêj kirin.

Dema polîsan mal sehî dikir, hin polîsan jî tahde li Aksoy û 4 mêvanên wê kir û serê mêvaneke Aksoyê hat şikandin. Piştî 5 saetên li malê polîsan Aksoy û her çar mêvanên wê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan Aksoy û her 4 mêvanên wê hatin berdan.Dayik Aksyo got: “Bi lingên xwe pêl newqa me kirin. Heqaret li me kirin.”

Deriyê malê şikandin
Dayik Aksoy anî ziman ku polîsan bêyî ku li derî bixin, deriyê mala wan şikandine û ketine hundir û wê û mêvanên wê li ser betonê serdevkî dirêj kirine. Aksoy wiha got: “Bi lingên xwe pêl newqa me kirin. Heqaret li me kirin. Jixwe gava avêtin ser malê, êrîş birin ser mêvanên me jî û serê mêvaneke me şikandin. Li me hemûyan dan, bi pehînan.”

Heqaret û çêr kirin
Dayik Aksoy got ku polîsan dest daniye ser telefonên li malê hemûyan û wiha got: “Gava polîsan mal sehî dikir, li ser xênî jî helîkopter diçûn û dihatin. Li malê tu tişt nedîtin. Çêr û heqaret li me kirin. Şopa li ser qedeh û amûrên li malê girtin. Polîsan ji min re got, ‘ji ber ku me derî û paceyên we neşikandine divê tu giliyê me nekî.”

Dayik Aksoy, anî ziman ku polîsan wêneyê kurê wê Agît Îpek ê li dîwar daliqandî nîşan dane û gotine: “Kurê te ev wêne ji te re şandin?” Aksoy got, “Min ji wan re got, we kurê min kuşt. Gotin, ‘na, kurê te sax e.’ Haya wan ji mirina kurê min tune ye.”

Dayik Aksoy destnîşan kir ku di avêtina ser malê de tahde li wan hatiye kirin û piştî lêgerîna li malê qediyaye ew û mêvanên wê birine Midûriyeta Polîsan a Amedê û got polîsan jê re gotiye: “Mêvanên te ji bo plansaziya çalakiyê hatine? Tu endama HDP’ê yî? Tu çima diçî HDP’ê? Tu bi tena serê xwe dimînî, kî alîkariya te dike? Çima tu naçî cem zarokên xwe? Xaniyê te bi kirê ye yan ê te ye? Ji nav PKK’ê tu kê nas dikî?”

Dayik Aksoy got: “Ez ji wan natirsim. Çavê wan lê ye me bitepisînin. Ez ê serî netewînim.” AMED