Pêncşem, Tirmeh 29, 2021

Nameya desteya bangewaziyê ya ji bo kurdî 

Ahmed Kanî

Em wek rûspî û rewşenbîrên kurdan, demek dirêj e li ser fermîbûna zimanê kurdî difikirin. Gelo bo li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî meriv dikare çi bike? Me vê pirsê ji xwe kir û em bi gelek kesan re şêwirîn. Di serî de me got, divê ew kesên ku bangewaziyê bikin temsîliyeteke xurt a hemû kurdan bikin. Li ser vê fikrê, me bi hemû rûspî û rewşenbîrên kurdan ên pênc parçeyên welatê xwe re, pêwendiyek li ser vê nameye saz kir.

Desteya bangewaziyê ya ji bo kurdî 

“Kurdî yek ji wan zimanan e ku li Tirkiyeyê bi milyonan axiverên wî hene lê di kar û barên fermî û dezgehên dewletê de bikaranîna wî qedexe ye.

Ji bo ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî ji holê bên rakirin, em dixwazin kampanyayeke berhevkirina îmzeyan bidin destpêkirin. Armanca vê kampanyayê berhevkirina 10 milyon îmze û pêşkêşkirina wan ji bo cihên hewce ye ku hemû asteng ji holê bên rakirin û kurdî bibe yek ji zimanên fermî.

Em rûspî û ronakbîrên kurdan dixwazin desteyeke koordînasyona bangewaziyê ava bikin. Ev desteya bangewaziyê dê teksteke bangewaziyê amade bike û ji hemû partiyên siyasî, platform, înîsiyatîf, tor û hereketên zimanê kurdî re bişîne.

Piştî ku armanca berhevkirina mînîmûm milyonek, maksîmûm 10 milyon îmze bi cih hat, hem ji bo dezgehên fermî yên li Tirkiyeyê hem jî yên navneteweyî dê serlêdanên fermî bên kirin û prosesa wê bê şopandin.”

Bi vê nameyê re me bersivên gelek xurt girtin û eleqeyeke bi kelecan dît. Jixwe li Bakur saziyên wek PZK’ê ku bi piştgiriya 9 partiyan ava bûbû, TZÇK’ê ku ji 300 saziyên sivîl ên xemxurên zimên pêk hatî û Komeleya Hezkurdê ya fermî di nav amadekariya plansaziya pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de bûn. Heta cara ewil ev hemû sazî bi hev re bi kampanyayek xurt xwedî li hilbijartina dersa bijarte ya kurdî derketin. Di raya giştî ya Tirkiyeyê û Bakurê welêt de eleqeyeke mezin bo mafê zimanî heye. Em bi hêvî ne ku ev eleqeya germ bi seqaya demokrasiya cîhanê re jî li hev bike û pişgiriyeke xurt ji demokratên cîhanê jî bigire.

Li ser vê bîr û baweriyê me bi slogana ‘Ji bo fermîbûna kurdî milyonek îmze’, di 31’ê meha çileyê de civînek online a berfireh li dar xist. Bi beşdariya gelek rûspî û rewşenbîrên kurdan civîn nêzîkê çar saetan dom kir. Di civînê de nûnerê saziyên ku me li jorê navê wan nivîsî beşdar bûn. Agahiyên berfireh li ser karê xwe, bi me re parvekirin. Ji bo pêwîstiya desteya bangewaziyê bi me re hemfikir bûn û ji me re  gotin, em bawer dikin ku ev deste dê dikaribe kordînasyoneke neteweyî di navbera hemû kurdên li cîhanê de saz bike. Herî pir pêwîstiya kurdan bi karekî wiha heye.

Em difikirin ku bi argumentên xurt, ji axaftin û pêşniyazên rûspî û rewşenbîrên kurd ên beşdarî civînê bûne, teksta bangewaziya fermîbûna zimanê kurdî amade bikin. Di 21’ê Sibatê de, bi saziyên xemxurên zimên re, ji raya giştî ya welêt û cîhanê ra pêşkêş bikin.