20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di baweriya yarî de jin-1

Di her bawerî û dînekê de qala jinê hatiye kirin; bi dûr û dirêjî li ser hebûna wê hatiye sekinîn; kêm be jî rol û bandoreke wê ya di ol û baweriyan de jî li dem û çaxên cihê çêbûye, lê belê hema bêje di hemû olên yekxwedayî û baweriyên cuda de jin li rêza duyemîn tê dîtin û destgirtin; ew ji zilam tê xuliqandin. Jin wê her tim zayenda duyemîn bê hesibandin…

Dîroka yarsanî di rûpelên zêrîn û serbilind de bi hemû mezinahî û rûmeta xwe vegotina demê ye ku navên ebedî yên gelek jinên hêja û navdar tomar kirine. Gelek jinên ku di dema xwe û di hemû dîroka mirovahiyê de hebûn; van jinan ne tenê di ola yarsanî de rol lîstine, belkî her yek ji wan rê û rêzik ji vê baweriyê re destnîşan kirine û exlaqê ku civak li ser bimeşe wek qanûn danîne. Yanî ew di civak û ola yarî de xwedî rolek diyarker bûne.

Hin ji wan jinan wiha ne: Xatun Dayrak Celd ku wek Rezbar tê nasîn, Xatun Mama Celaley Loristanî, Xatun Beşîre, Xatun Zeyneb, Dada Sara (Dada Sarî, Xatun Esmerê, Xatun Zerbanû (Zelal banû), Xatun Sone, Xatun Perî, Daye Xezan Serketî, Xatun Leza Caf ( Mî Zerd), Xatun Nergêz Şehrezorî, Xatun Reyhane Loristanî, Xatun Fatime Lorî Goran û Xatun Semen Dudanî û gelek jinên din ên wek Daye Tebrîzî hene ku hêja ye mirov qala wan bike.

Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim li ser hin xalên girîng ên ola yarî bisekinim û balê bikişînim ser hevsengî û wekheviya ku datîne navbera jin û zilam. A rast ew van her du zayendan di heman tewazûnê de digire dest û dinîrxîne, yekê bi ser yeke din de nagire dest û nanirxîne.

Bêguman baweriya yarî wek baweriyek pîroz a rastî ye ku di heqîqeta xwe a bêhempa ya gerdûnî de jinê di rêya manewî û hebûnê a ber bi mukemel bûnê ve diçe, wek keseke ku jiyanê pêk tîne, temam dike, digire dest. Jinê ne tenê alîkar û hevkarê mêr, belkî wek keseke ku di vê rê û pêvajoya rêwîtiya giyanî ya ber bi kamilbûn û meşrûbûna hebûnê ve, afirîner û têrkera taybet a jiyana mirovî dibîne.

Ji bo ku em di baweriya yarî de rola jinê bigirin dest û lêkolîn bikin, em ê li ser çend qalan bisekinin:

Qala sê demên xuliqandina însan tê kirin ku bi vî rengî ne;

Dema Meşî û Meşyane

Dema Çin û Maçîn

Dema Serendîl ango dema Adem û Hewa; helbet behsa dema Ben can ya benî can jî tê kirin. Yarî di vê baweriyê de ye ku beriya Adem û Hewa jî însan li ser rûyê erdê jiyane, lê li parzemîneke din bûne ku xwedî nijadên cihê yên spî, zer, reş û hwd. bûne. Belkî jî di vir de mebest firişteyên ku beriya Adem û Hewa hebûne be, lê mirov nikare teqez tiştekê bibêje.

Şah Xûşîn (ew di sedsala 4’an de jiyaye û yek jî rêberên baweriya yarsan e) ku xîtebê Xatun Miye wiha dibêje; min rastî ku yek ji erkanên yarî ye da te û şert jî ku yek ji erkanê din e da kake reda ku navê meşyaneya me bi xwe re bir.

Pîr Şehriyar Hewramî jî ku di sedsala 4 û 5’ê qemerî de jiyaye, dibêje; “Ey yaran padişah û meşûqê min ji dindikê rêwasê çêbûye. Mîşiye û meşyane jî ji pelên genim hatin der, da ku alîgirên heq jî rastiya nebatê ya rast biceribîne.”

Her wiha kilama yarî ji çêbûna însan ji her zayendê îşaret bi “Gasenbar” dike. ‘Di Avestayê de Gahenbar e. Ev roj wek cejn tê pîrozkirin ku li gor Avestayê çêbûna gerdûn û însanan di şeş rojên Gahenbarê de ye. ’

Xelîfe Emir wê wiha behsa çêbûnê bike: “Ez li Reşê hatim dinyayê. Ez ê niha ji we re qala paşeroja xwe bikim, li Dîcorê dema ku tarîtî li ser gerdûnê mutleq bû, navê min Mîçeş bû. Beriya xuliqandina mirovahiyê navê min Zarkeş bû û beşdarî qalibê Maçîn (Jin) ê bûm.”

Li vir her yek behsa navê Dîcorî û her wiha beriya Adem û Hewa dike. Her du jî xwe di qalibên pêkhatî yê (Maçîn) û (Hewa) ku her du jî xwedî zayenda jin in, şerîk dibînin. Û bi vî rengî cih û rola jinê ya di nav ola yarî de heya zemanekî pir dûr, yanî heya beriya Adem dibin.

Pir balkêş e ku di vir de jin ji beriya zilam û hevrêya wî, her wiha di heman tewazûnê de tê girtin, heta di mînaka ku em ê niha bidin de jî ku qala dema Adem û Hewa dike, wê bê dîtin ku mêr ji jinê dixuliqe.

Xelîfe Cebar: “Dema ku qalibê Adem û Hewa hat çêkirin, bi lêdana muzîka defê can ket bedena wan û dest bi tevgerê kir. Piştî ku me qalibê Maçîn lê kir, te ji bo cot û hemraza wê Çîn (Zilam) xuliqand.

Xelîfe Ezîz jî dema qala diya xwe dike, dide diyarkirin ku diya wê (Altûn) beriya Hewa hatiye xuliqandin û dibêje me qalibê Hewa çêkiriye. Her wiha Xelîfe Mohemmed jî dayika xwe (Mercan) dema dide nasîn, dibêje ku ew beriya Adem û Hewa hebûye.

Girîng e ku di pêşengên ola yarî de dema behsa xwe dikin an jî xwe didin nasîn, ewilî bi nasîna diya xwe dest pê dikin û koka xwe beriya Adem û Hewa destnîşan dikin. Ger em sedsalên ku qalê dikin bigirin ber çavan, di gelek ol û baweriyan de danasîna dayikê li aliyekî, qet qala wê jî nayê kirin. Ango xwe ne bi dayikê lê bi bav didin nasîn, lê di ola yarî de xwenasandina bi dayikê, pir girîn e…

(Didome)