Rojnameya Heftane

Di baweriya yarî de jin-2

Ola yarî ku li çar goşe, li rêzeçiyayên Zagrosan dest pê kir û peyama xwe li gerdûnê belav kir, xwedî baweriyek qedîm a kurd e ku di nav dilê çiyayan de bilind bû û bingeha bawerî, îbadet û çandeke bihêz danî.

Yek ji baweriya bingehîn a ola yarî jî ew e ku ruh di bedenên cihê de ‘Donadon’ yan jî bi çerxêşa ruh û bi rêya vê; ruhek di rêya gerdûnê de gelek jiyanên cuda ezmûn dike û ev yek jî bi wê re têkildar e. Ji bo wê jî yarsanî di vê baweriyê de ne ku her rastî û ruh di cîhana ser rûyê erdî de lazim e dîsa û dîsa pêk bên; di hezar û yek don an jî çerxênî re ruh xwe biguherîne û di her qonaxa peresînê de bibuhure. Bi vî rengî, di dawiyê de û li gor nêrandina wan dost an jî xweda ku pîroz e, dikarin xwe bigihîninê. Ji bo wê, di vê olê de nêzikatî û tevgera mirov a bê pejirandin, li ser bingeha ku bi tevahiya mirovan re bi awayekî dostane û li ser esasê hurmetê têkilî pêş xistine. Di her şert û mercî de exlaq û firkirîna tiştên baş girîng e.

Bêguman di vê baweriya ku li ser wekheviya di navbera jin û mêr de ku ji destpêka gerdûnê ve wiha digire dest û dinirxîne, me di nivîsa beriya wê de jî dabû diyarkirin, girîng e. Yarsanî ku xwe beşek ji vê cîhanê dibînin, xwe jê cihê nakin û ew di vê baweriyê de ne ku di vê ola pîroz de, ji nîvî zêdetir şopdar û pêşengên vê olê jî ji jinan pêk tê.

Kake Abdîn, yek ji pêşengê vê baweriyê jî bi van gotinan balê dikişîne ser wekheviya di navbera jin û mêran de;

Şemdanem awerd nakoy ferqanî

Pey soçiyan nûr erwahûgiyanî

Ta Çîn û Maçîn coft bî mîzanî

Bîm û ferzendeşan namîm sîfanî

Ew dibêje; navê diya min Nekîsa û navê bavê min Sefyan e. Niha dixwazim şahidiya ebedî vebibêjim. Li Dîcortarê navê min Kilîm bû û beriya Adem navê min Emdan bû. Me mala Maçîn (jin) ji bo bi Çîn re peyman deyne ava kir. Ji bo ku li mala wê ronahî hebe, min ji çiyayê ferqan ji bo wê şemdan anî da ku bi pêxistina findê ruh di bedena wan de tam bibîne. Maçîn û Çîn ku xwedî maf û heqê wekhev bûn bi hev re weslet çêkirin û ji vê wesletê ez çêbûm.

Wek em di vê metnê de jî dibînin, hebûna jinê hîn ji destpêka gerdûnê de li ser wekheviyê û heya beriya Adem û Hawa tê birin. Li vir jî tê dîtin ku jin ne ji adem, ne jî di wê demê de giyan pê dikeve, yanî ew xuliqkarê mirovahiyê ye, a zayînê pêk tîne.

Kak Heyder Dehlekî jî yek ji axaftvanê dema Perdiyor e, bi rêzdariya maf û wekheviya jin û mêr dest bi xwenasîna xwe dike û dibêje; “Beriya ku qalibê însan çêbibe navê min Bedrek bû. Dûvre dîwana fanî ku tije durûyî bûn tê avakir. Çar hêman te ji çar şahbanûyan ava kirin û ji bo lêanîna bedenê însan di qalibê hatî çekirin de, te bi cih kir. Piştre ji bo ku însan kamil bibe, ji Pîr Bonyamîn erkan, ji Davod Kosewar edeb, ji Pîr Mûsa eqil û ji Xatûn Rezbar têgihiştin, hiş û jêhatîbûn pêk hat, li avahiya însan cih girt.” Wek li vir jî diyar e, hemû beş wekhev in û Xatûn Rezbar jî di vê kelamê de, li gor ên din beşek wekhev girtiye. Ji destpêka mirovahiyê û avabûna gerdûnê de nehatiye jêderkirin, belkî hay li rastiya wê ya di hebûnê de çêbûye û li gor wê nêzikatiyê hatiye raberkirin.

Pir girîng e, dema ku hemû jî diçin û dixwazin di hizûra Siltan Sehak de xwe bidin nasîn, ewilî navê diya xwe û dûvre yê bavê xwe tînin ziman, bi vî rengî jî balê dikişînin ser wekheviya di ola yarî a di navbera jin û zilam de. Her wiha di her mijar û cihî de jî vê yekê pêk tînin.

Li vir ez dixwazim balê bikişînim ser xwenasîna Yar Tahir ku dibêje; Ey Şehsewar Perdîwer, dema ku min bihîst tu li Pendîwerêyî ku ew der qibleya me ye jî yekser hatimê. Niha ez ê xwe ji bêdawîtiyê (ezel) bi we bidim nasîn; beriya xuliqandina însan û çêbûna hîle û fitneyan navê min (Zerî) bû (yanî ew di bedena jinê de bûye), dûvre însan xuliqî û ez ji van însanan çêbûm.

Di vir de jî em dibînin ku di ferqa xuliqkarî û afirîneriya jinê de ne. Ew avaker, ruh û rêçikên gerdûnê tê dîtin. Jin wek a ku pêk tîne, ava dike û her tim di nav guherîn û veguherînê de ye tê dîtin; her wekî tekamûla di gerdûnê de…

Xelîfe Şaşa ku yek ji heft xelîfeyan e, dîroka hebûna (Xatûn Rezbar) digihîne demeke pir kevin û wiha dibêje; namîma Şaşa, namîma Şaşa, meşmarî xwur namîma Şaşa, şam çe came serê sedef mepoşa, çenî pîr (Rezbar) û serê mekûşa…

Li vir pîr jin e, yanî Rezbar e û wê di berdawama vê de bide diyarkirin ku dema ku Şehsewar Perdiwer di nav cilê sir ê hundirê îstirê de bû û bi Pîr Rezbar re di cîhana razan de dixebitî.

Helbet li vir çend xalên girîng hene ku lazim e mirov îşaret pê bike. A ewil ev e ku Xatûn Zerbar sedema jidayikbûnê, xuliqandinê bû û her tim li cem xwedê ye, di ola yarî de xwedî cihekî ebedî ye.

Her wiha di dema Berzenc de jî Pîr Bonyamîn, Xatûn Rezbar (Atsa) wekî bêdawîtî û sira bêhempa dide diyarkirin, hebûna jinan a di nav ola yarî de pir kevnar dihesibîne.

Bêguman rêûresma yarî xwedî dîrokeke kevin û dirêj e. Helbet ev ol xwedî paşeroj û nivîsên hatine tomarkirin lê ji ber êrîşên osmanî, ereb, moxol, safevî û hwd. gelek caran di navbera van êrîşan de mane, ji ber wê jî her tim neçar dimînin ku koç bikin.

Her wiha ji ber metirsî û neewlebûna herêmê gelek berhemên wan hatine texrîbkirin, dûvre gelek ji wan nehatine xwendin lê berhemên heyî jî têra xwe agahiyan radigihînin.

  (didome)