Rojnameya Heftane

“Em” kurd kî ne?

Rexneya herî mezin û bi bandor li teoriya femînîst a rojavayî ji jinên anglo-afrîkî û indo-asyayî hatibû. Ew bi analîz û serpêhatiyên xwe yên bindestbûnê peyva “em jin” ku hemû jinan bi awayekî homojen wekhev didît, her wiha qurbaniya baviksalariyê ji bo hemû jinan bi heman awayî nirxandin, rexne kirin û gotin “na, gotina ‘em jin’ tenê xizmeta piştperdekirina êş û keserên me dike. Ne jin “homojen” in, ne jî serpêhatiyên jinên bakurê cîhanê û jinên başûrê cîhanê wekhev in. Heta daxwazên me jî ne wekhev in. Dema jinên bakurî ji bo mafê kar derketin kolanan, jinên başûrê cîhanê û heta jinên çîna feqîr û karkeran a bakurê cîhanê rojê heta 16 saetan dişixulîn. Heta gelek ji wan li nav malên jinên çîna navîn ku niha ji bo mafê kar derketibûn kolanan, tenê ji bo zikê têr bênavber dişixulin. Lewma jî rexneya jinên postkolonyal û dekolonyal dîrokî bû. Cudabûna jinan, bandorên cuda yên li ser bindestiyê, yên wek çîn, nijad, ol, çand û hwd. bi awayekî vekirî raxist pêş çavê me.

Bêguman ev nirxandin û rexneya li ser wekhevkirina êş û keserê, qurbaniyê, serpêhatiyên bindestbûnê bandora xwe bi giştî ji teoriyên dekolonyal û postkolonyal digire. Ango bi taybetî jinên anglo-afrîkî di bin bandora van teoriyên femînîzma reş û postkolonyal bi pêş xistin. Ji xeynî hevbeşiya di mijarên têkoşîna li dijî newekheviya zayendan û neheqiya li ser jinê, wekî ku Bell Hooks binxêz dike, li rûyê dinyayê bi qasî hejmara femînîstan teşeyên femînîzmê hene.

Ger em vê nîqaşê bi kurdbûnê ve girê bidin, di nirxandinê de pir tişt naguherin.

- Advertisement -

Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi navê “kî me ez” de li ser şopa dîrokê pênaseya kurdekê/î dike. Wekî hemû helbestên berxwedêriyên di helbesta wî de jî kurda/ê ku tê tarîfkirin, serbilind, li ser doz û sonda xwe, li ser şopa pêşiyên xwe, têkoşera/ê welatê xwe ye, lê gelo bi rastî pirsa “kurd kî ye” dê karibe bi vê helbestê bersiva xwe bibîne? Dibe ku Cegerxwîn di helbesta xwe de daxwaza dilê xwe, yan jî baweriya xwe ya der barê kurdbûnê de anîbe ziman, em nikarin bersiva vê yekê bidin, lê li hêla din ne hewceyî îstatîstîkan e, ger em bibêjin kurd ne di dema Cegerxwîn de, ne di dema pêş wî de û ne jî di ya pişt wî de ne xwedî yek pênaseyekê bûn.

“Em kurd”  peyva “em”ê pirî caran pir bi hêsanî bi kar tînin. Wekî ku kurd hemû wekhev bin, heman tecrûbeyê jiyabin, di heman fikir û baweriyê de bin, li mijarê dinêrin. Wekî mijara femînîzmê ku dibêje, “jin ji ber zayenda xwe bi şîdet, bindest û newekheviyê re rûbirû dimînin” em kurd ji ber kurdbûna xwe (wek gelên din ên xwecihî) bi şîdet, bindestî û newekheviyê re rûbirû dimînin. (Hin kes jî dibêjin ne kurdbûn, lê nijadperestî sedema şîdetê ye. Ango dibêjin, ger tu ne kurd bî jî dema tu li dijî nijadperestiyê derkevî leqayî şîdetê têyî, lê ev yek jî me dîsa vedigerîne meseleya newekheviya tecrûbeyên bindestbûnê. Rûyê nijadperestiyê li hemberî kurdbûnê cuda ye, li hemberî jinan, çepgiran an jî karkeran cuda ye. Em nikarin hemû bindestbûnan û teşeyên êrîşên li ser wan wekhev nîşan bidin) Em vê wek tespîteke sereke û tespîteke ku divê hemû kurdan bigihîne hevdu, li hêlekê bihêlin; lê di nav kurdan de jî têkiliyên serweriyê yên newekhev hene û ji hev cihê ne. Ev serwerî ji sînorên welêt wêdetir li her derî derdikevin pêşberî me. Her kurd ne têkoşera/ê welatê xwe ye, yan jî têkoşeriyê bi heman awayî nanirxîne.

Li hêla din di temsîliyet û nûneriya kurdan de jî ne yek temsîliyet heye, ne jî divê bibe. Kurdbûn di vê qadê de wek kategoriyeke polîtîk, îdeolojîk û civakî derdikeve pêşberî me û ji vir pê ve xwe pênasekirina bi kurdbûnê li gor helwesta mirovan diguhere. Lewma îro di nîqaşên parlamenteran de, çi li Ewropa û çi li Tirkiye û Kurdistanê peyva “kurdbûnê” dibe mijara nîqaşan. Dema li parlamentoya Tirkiyeyê parlamenterên kurd li dijî peyva “hemwelatiyên koka xwe kurd” derdikevin û pênaseya “hemwelatiyên kurd” wek nasandina nasnameya kurdbûnê derdixînin pêş, li Awusturyayê parlamentera bi navê Bêrîvan Aslan pênaseya “parlamentera kurd” dike pirsgirêk û naxwaze bi vî awayî were nasandin. Li gorî wê kurdbûna wê li axa lê hatiye dinê maye û ew niha parlamentera Awusturyayê ye û lewre jî kurdbûn helwesta wê ya civakî û polîtîk pênase nake. Ev yek konstrukta etnîsîteyê û têkiliya wê ya bi axê wek mijar dide pêşiya me, lê di çarçoveya vê nivîsê de derbas dibe.

Ez nizanim gelo dengdêrên ku wê ji ber navê wê û kurdbûna wê hilbijartine, niha serê xwe li kîjan dîwarî dixin! Dema mirov kurdbûnê ne wek kategoriyeke polîtîk lê wek kategoriya serweriyê û jê berjewendî derxistinê bibîne, dibe qeşmera/ê qesran û divê “em kurd” jî ji vê yekê dersê derxînin. Tenê kurdbûn ji bo hilbijartinê bibe sedem û têkiliyên serweriyê yên dîrokî yên li derdora kurdbûnê neyên dîtin, ango kurd homojen bên dîtin, em ê nikaribin ji hêvîşikestinê xwe xelas bikin.