Rojnameya Heftane

Evdoyê Temîrcî

Çend rojan mêrik dereng ji kar hate malê û gelek caran bi şev jî derveder dima. Hevjîna wî aciz bû û got belayeke vî mêrikî heye. Rojekê telefona hevserê xwe kontrol kir û van sê navên di telefonê de bala wê kişand:

  • Xwediya hembêza henûn
  • Xwediya hêsra xweşik
  • Şahînşaha xewnên min

Jinik pêşî li xwediya hembêza henûn geriya dît ku diya wî ye; paşê li xwediya hêsra xweşik geriya dît ku xwişka wî ye; dawî li şahînşaha xwenên min geriya dît ku telefona wê bixwe ye. Li ser vê yekê jinik gelekî li ber xwe ket ku çawa ji bo hevserê xwe wiha fikiriye.  Ji bo ku xwe bide efûkirin meaşê xwe yê mehekê da hevserê xwe; xwişka wî gustîla destê xwe dayê û diya wî jî bazinê xwe da kurê xwe û got binêrin kurê min çiqasî mirovekî hêja ye. Piştî ewqas diyarî mêrik ew tiştên ku gihabûn ser hev tev firotin û ji yara xwe ya nû re diyariyek xweşik kirî. Navê wê jî di telefonê de hebû lê wî navê heskiriya xwe ya nû kiribû Evdoyê Temîrcî. Loma bala hevsera wî qet nekişandibû. Wey qeda bi bextê mêrên tolaz bikeve, ma pepûka xwedê ji ku zane, navê yara xwe kiriye Evdo.