23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez deyndarê zimanê xwe me

Mêvanê we yê vê hefteyê dîsa xemxur û kedkarekî ziman e ku salên dirêj ji temenê xwe di kar û xebatên ji bo zimanê kurdî de derbas kirine. Ji bo em kar û xebatên nivîskar û weşanger Qahir Bateyî  ji nêz ve nas bikin me ev hevpeyvîn pê re kir.

Em Qahir Bateyî wekî nivîskar û xemxurekî zimanê kurdî nas dikin; mamosteyekî ziman, çîroknivîs, weşanger nas dikin. Qahir Bateyî xwe çawa dide nasîn û niha bêtir bi çi re mijûl  e?

Her gav xwe wekî deyndarekî zimanê kurdî dibînim. Ji bo xizmeta ji bo zimanê kurdî, parastin û pêşxistina zimanê kurdî her gav wekî deynekî mezin li ser milê xwe dibînim. Her ku dibînim zimanê kurdî di nav civakê de dihele, vê deyndariyê mezintir dibînim û dixwazim ku miqabilî vî deynî xizmeteke mezintir bikim û vî deynî hîn siviktir bikim. Bi vê boneyê ev nêzî 25 salan e ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bênavber dixebitim. Belkî di çend salên destpêkê de min xwe wekî deyndarekî nedidît, lê ji 15 salan zêdetir e wisa xwe deyndar dibînim. Yanî çiqas ziman, çand û dîroka xwe nas dikim, her wiha talûkeya li ber ziman û çanda kurdî çiqas ji nêz ve dibînim û vê hîs dikim, ewqas xwe deyndar û berpirsiyar dibînim ku divê tiştekî ji bo kurdî bikim. Heke nekim, an jî kêm bikim dê xwe wekî gunehkarekî bibînim. Ji bo vê jî bi salan e ji bo xizmeta kurdî dixebitim. Heşt sal in jî wekî xwedî û edîtorekî weşanxaneya Sîtavê xebatên xwe dikim û rojê 15-16 saetan bi vî karî re mijûl im. Karê weşangeriyê karekî gelek zehmet e, mijûlî, baldariyê dixwaze. Ev jî dibe sedem ku mirov ji gelek xebatên din dûr bimîne.

Tu gelek caran hatiyî girtin û binçavkirin, tu dikarî behsa sedem û çîroka xwe ya girtina pêşî bikî?

Cara ewil ku ez hatim girtin, ez di pola yekem a lîseyê de bûm. Wê demê tevî temenê min gelek biçûk jî bû, li dibistanê di nav kar û xebatên siyasî de bûm. Hezkirina min ya kurdî hîn wê demê hebû. Min her tim li ser depreşa polê nivîsên kurdî dinivîsîn. Belkî ew bûne sedem ku ez zû bêm girtin. Di hezîrana 1993’yan de min qarneya xwe wergirt û çûm sûkê, li dikana hevalekî xwe rûniştî bûm hatim binçavkirin. Piştî îşkenceyên gelek xedar ku bandora wan hem fizîkî hem derûnî hîn jî li ser min e û 13 rojên binçavkirinê hatim girtin û çar mehan di girtîgehê de mam. Piştî çar mehan hatim berdan lê binçavkirin, girtin û mişextîbûn her berdewam kir. Hîn jî dema radizêm wekî ku dê serê siharê li derî bidin û bên min binçav bikin radizêm. Bi şev hema dengek bê, dibêjim qey hatine min bibin. Jiyaneke di nav psîkolojiyeke wisa de ye, jiyana min. Ji ber ku ji 93’yan û wir ve rojeke jiyana min a asayî çênebûye. Hîn jî ji derê dadgehan xilas nebûme. Temen xilas lê dadgeh xilas nebûn.

Te kîjan berhemên xwe di zindanê de nivîsandin?

Min di zindanê de sê berhem nivîsandin; du roman û çîrokek. Çîrok bi navê ‘Perdeyê Reş’ hatiye weşandin. Romanek beşek lê kêm e, xebata 15-20 rojan e. Beşa psîkoterapiya lehengê romanê ye. Hinek pisporiya psîkolojiyê dixwaze, lê mixabin ev çend sal in ji ber kar û xebata weşanxaneyê her tim didim paş. Romana din nîvco maye. Bêşansiya min bû. Dema min dinivîsî min nexweşiyek giran derbas kir. Piştî nexweşiyê heta hatim berdan min nekarî  tiştekî bikim. Ji ber ku tedawiya min didît gelek giran bû. Min bi zorê dikarî dersa hevalan a kurdî bida. Ew jî gelek bi zor û zehmetî. Jixwe çend mehan piştî berdanê jî tedawî berdewam bû. Ji ber wê ew romana min wisa maye. Ji bo wê hem wext, hem serekî rihet divê. Her wiha divê ku biçim li gelek cihan bigerim ku di romanê de derbas dibin. Ev roman ji bo min gelek girîng e. Ez dibêjim piştî vê romanê êdî ez ê bêjim ez nivîskar im.

Te ji bo zarokan kartên perwerdeya ziman ên biwêne amade kirine, tu dikarî behsa wê cerebeyê bikî ?

Wekî tê zanîn kartên perwerdeyê îngilîzan derxistine. Rêbaza kartan ji bo perwerdeyê gelek bibondor e. Bi taybetî jî ji bo zarokan. Zanyar dibêjin tiştên dîtbarî zû dikevin serê zarokan û zû bi zû ji bîra wan naçin. Piştî îngilîzan ev rêbaza kartên dîtbarî gelek belav bûye, lê mixabin di kurdî de ev yek nîn e. Min jî di sala 2014’an de ji bo ku hindik jî be vê valahiyê dagirim û bi rêyeke hêsan û bibandor zimanê kurdî hînî zarokan bikim min ew qart amade kirin. Bi rastî jî gelek hatin ecibandin û gelek faydeya wan çêbû. Her çiqas di warê wêneyan de zêde ne profesyonel in jî lê dîsa jî dikarim bêjim xizmeteke gelek hêja ye.

Te Rêbera Axiftinê ya sêzimanî amade kiriye. Piraniya pirtûkên bi vî rengî bi tirkî û kurdî-kurmancî hatine amadekirin, te bi çi armancê farisî û zaravayê soranî jî lê zêde kir?

Wekî te jî got, ên heta niha tirkî û kurmancî ne, lê dema ez diçûm Başûr, an jî ku ji Başûr însan dihatin Bakur, min didît ku pêdivî pê heye ku di berhemeke wiha de soranî jî hebe. Her wiha ji bo farisî jî. Gelek turîstên îranî dihatin Wanê, lê di destê wan de tiştek nebû ku bi farisî û kurdî biaxivin. Ango merema xwe li gel kurdan bi kurdî bînin ziman. Dîsa li tirkî dizivirîn. Îca ez fikirîm ku rêbereke axaftinê ku tê de soranî û farisî jî hebe dê hem ji bo zimanê kurdî bibe xizmetek baş hem jî dê kesên bixwazin kurmancî, soranî, farisî û tirkî hîn bibin bibe çavkaniyeke baş. Bi vê mebestê Rêbera Axivtinê ya bi sêzimanî û bi du zaravayên kurdî hat amadekirin.

Di van salên dawî de, em dibînin pirtûkên kurdî zêde dibin axaftina bi kurdî di nav gel de kêm dibe. Wekî weşangerekî tu vê yekê çawa dinirxînî?

Mixabin her diçe, zimanê kurdî di nav civakê de dihele, ber bi windabûnê ve diçe. Bi taybetî jî êdî nifşa nû, gelek li kurdî û çanda kurdî biyanî ye. Ev yek metirseyeke gelek mezin e ji bo kurdî. Zêdebûna berhemên kurdî ziman ji talûkeyê rizgar nake. Ku ev rewş wiha berdewam bike heta bîst salên dî êdî zimanê kurdî dibe zimanê kesên entelektûel, dê bibe zimanê komek kesên ku bi kurdî re serê xwe diêşînin. Mixabin êdî nabe zimanê civakê. Di vî warî de bi qasî dewletê-bi ya min ji dewletê zêdetir jî- siyaseta kurdan, sazî û dezgehên kurdan, ango ewên pêşengiya civaka kurdan dikin gunehkar in. Ew bixwe jî aliyekî helandina kurdî ne. Rojekê dîrok dê hesabê vê yekê ji wan bipirse û di meseleya windabûna ziman û çanda kurdî de navê wan dê bi reşbînî li rûpelên dîrokê were nivîsandin. Belkî îro ev yek zêde neyê dîtin, lê bila bi yeqîn bê zanîn ku ev yek wiha ye. Ew aliyekî helandina kurdî ne, ew bi qasî dewletê gunehkar in û navê wan li rûplên dîrokê reşbîn tê nivîsandin…

Meselaya bişaftina li ser kurdî gelek gelek kûr e. Kodên zimanê kurdî tên guhertin. Êdî kesên ku bi kurdî re mijûl in, kesên ku wekî zimanzanên kurdî tên nasîn bi tirkî difikirin û wê fikirînê bi kurdî pêşkêşî xwendeyan dikin. Ev yek talûkeya herî mezin a li ser kurdî ye. Dema bi kodên zimanekî hat lîstin ew ziman çû. Dema kod xirab bibin, piştî pêncî salên din zimanekî bêbingeh dimîne, zimanekî wergera tirkî li holê dimîne. Wê demê kurdî nabe zimanekî xwedî dîrokeke qedîm. Dibe zimanekî zirek ku dişibe tirkiyê. Aha ev yek herî zêde min diêşîne. Tiştê xewa şevan li min diherimîne ev yek e. Mamosteyekî gelek xwedî ked û têkoşerekî zimanê kurdî, pirtûka wî ya rêziman çap bûye, di facebooka xwe de parve kiriye “pirtûka min ji filan weşanxanê derket”. Gelo “derket” çi ye? Pirtûk çawa derdikeve, diçe ku derê? Li şûna ku bibêje “pirtûka min derçû” dibêje derket. Di ferqa vê yekê de nîn e ku hevoka wî rasterast wergera tirkî ye. Nizane ku tu eleqeya vê hevokê bi kurdî re nîn e. Îca bifikire ku zimanzanek wiha bike, rewşa kurdî çiqas xirab e. Kêmasiya me hemû kesên ku em bi kurdî re eleqeder in; bi taybetî jî ewên ku em wan wekî zimanzan û pisporên zimanê kurdî dizanin ew e ku em ji civakê qut bûne, em naçin nav civakê. Em naçin wan deran cihê ku ruhê kurdî lê dewlemend e, cihê ku kodên zimanê kurdî xirab nebûne. Ez kengî bi van tiştan hesiyam? Dema ku van salên dawiyê hem li Başûr, hem li Rojhilat û hem jî li Bakur hinekî li wan cihan geriyam, min li wan deran dan û standin kirin, min hin xebatên folklorê kirin, di dan û standinên bi gel re mîn dît ku ew mirovên gundî gelek ji min baştir, gelek ji zimanzanên me baştir bi kurdî dizanin. Min dît ku kurdiya wan ne wergera tirkî ye. Min dît ku li cem wan kurdiyeke saf û paqij heye û ez wê demê pê hesiyam kodên zimanê me xirabûne. Mixabin gelek zimanzanên me jî van kodên ziman xirab dikin û dibin mînakên gelek xirab ji bo nifşa nû û zimanê kurdî.

Di van demên dawî de li ser rastnivîsê tevlihevî zêde bûne. Her weşanxane li gorî xwe rastnivîsekê ji xwe re dike bingeh, li gorî te ev rewş bi xwe re çi tîne; tu der barê vê yekê de çi difirî û weke weşanxane hûn kîjan rastnivîsê esas digirin?

Tu ji min bipirsî, heta çend sal beriya niha ev mesela rastnivîsê ji sedî 90 hatibû çareserkirin. Belkî ji sedî 10 pirsgirêkên rastnivîsê hebûn, lê ew jî ne pirsgirêkên mezin bûn. Mixabin van salên dawiyê hin xebat li ser navê rastnivîsê hatin kirin, tevliheviyeke gelek mezin derxistin. Li şûna ku kil bikin bi ya min kul kirin. Bi rastî gelek tiştên pir eletewş derxistin holê. Belkî di hin mijaran de rastiyên wan hebûn, lê di gelekan de ya rastî jî xirab kirin, tiştê ku danîn şûnê ji eletewşiyê zêdetir ne tu tişt bû. Heyf bû ku ewqas ked hate dayîn, lê encam bû tevlihevî. Tişta xirab jî ew e ku wekî referans tên dîtin yan jî dixwazin bên dîtin. Jixwe tevliheviya mezin jî li vir derdikeve. Dibêjin dînek kevirekî davêje binê bîrê deh biaqil nikarin derxînin. Ew jî bûye wekî navên mehan. 10-15 sal beriya niha di konferanseke çapemeniyê de li ser pêşniyarekê navên mehan hatin guherîn û bi navê  “meha çile” navê mehekê kete nav navên mehan. Halbûkî bi navê çile navê mehekê tune ye di kurdî de. Çile du wextên salê ne. Çileyê zivistanê heye, çil rojên herî sar ên salê ne. Yek jî çileyê havînê heye. Ew jî çil rojên herî gerim yên salê ne, lê bi pêşniyara nezanekê û destrakirina beşdarên konferansê bû biryar ku çile bibe navê mehekê û ji hingî ve ev şaşî di çapemeniya kurdî de tê kirin, bêyî ku bizanin tehrîbata wê çiqas mezin e.

Du mijar ne tê de, em wekî weşanxane li se rêbaza xwe ya berê ne. Wan du mijaran jî heke nivîskarê berhemê israr bike em wisa dihêlin.  Wekî din çi be bila bibe em di rastnivîsa xwe ya berê de bi israr in û tawîz nadin.

Qahir Bateyî kî ye?

Di sala 1974’an de, li gundê Bêmbo yê girêdayî Şemzînana Colemergê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund û ya navîn jî li Şemzînanê kuta kirine. 1993’yan dema lîseyê dixwine, li Geverê tê girtin û şeş mehan di zindanê de dimîne. Piştî berdanê dîsa qaçax dibe û salekê li başûrê Kurdistanê dimîne. Di sala 1997’an de mecbûr dimîne ku koçî Stenbolê bike. Heta niha gelek berhemên xwe çap kirine û pê re jî karê weşangeriyê dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê