spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her roj roja zimanê kurdî!

Kakşar Oremar

Li welatê me û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê serdemeke tije tirs a tunekirina nirxên ku nasname û mayîna me bi wan ve girêdayî ye, êdî gehiştiye xêzên sor ên sînorê xwe! Dijmin ji hêlekê bi hêza aborî-siyasî û ji hêla din jî bi rêya teknîka ragehandinê weke “ava bin kayê” heta xwe gehandiye kore gundên nav dilê çiya û gelî-newalên kûr û dûr ên Kurdistanê jî. Bi rêya rêzefilmên sedan beşî peyamên xwe yên olî-siyasî û ji wê xerabtir jî heza ji zimanê tirkî di nav dil û mejiyê zarokên kurd de şên kiriye.

Li hemberî vê sisyaseta tunekirin û talakirinê ji hezaran dengên ku di singan de hatine fetisandin, kêm kes hene ku heta bi qêrînekê dijberiya xwe bidin xuyakirin. Hemû qêrîn di gotinên bêpatin de xeniqîne. Yên “dibêjin lê napêjin“ tenê li ser torên civakî qehremanên Facebook, Twitter, Telgram û rêyên din yên xwe nîşandanê ne. Berpirsên saziyên me yên ragehandinê ne tenê li nav welêt belkî heta li derveyî welêt jî piraniya civînên xwe bi zimanê tirkî dikin. Piraniya peyamên wan li ser dîwarên torên civakî bi tirkî ne!! Îcar bi wî zimanê bişaftin û tunekirina hemû nirxên kurdan şîreta li gel dikin! Ji wan dixwazin rabin ser piyan û li hemberî dagirkerî, înkar û talankarên serdest agir berdin canê xwe!! Hunermend û stranbêjên me di nav hunereke bêkarekter û teqlîdî de wenda bûne. Hinek ji wan jî li cihê afirandina berhemeke xwedî bandor ku civakê bihejîne û mejiyên razayî bileq-leqîne şîreta li xelkê dikin an jî bi peyamên siyasî kurdan li hemberî hev tûj dikin.

Min texmîn dikir ku ji sala 1995‘an û şûnde ku MED TV dest bi karê xwe yê dîrokî kir, êdî tofana asîmîlasiyonê li her derê û bi taybetî jî di nav kurdên bakurê Kurdistanê da kete nav dilê goreke bêbinî. Mixabin hêvîyên wê şoreşê bi hemû geşbûna xwe ya wan salan ji sala 2000‘î û pê de çilmisîn. Dagirkeran bêtir ji kurdan peyamên MED TV famkiribûn û li hemberî wê ketin ger û xebateke piralî. Êş pir giran û derman jî heye lê xemsariya berpirs û birêveberên saziyên kurdan hêşta jî nebûye sedem ku pêngaveke mezin û xwedî bandor bê hilanîn. Gelo dibe ku ev rewş wiha bidome?!! Gelo nabe ku em ji xwe bipirsin: “Li Mezopotamiyayê çend neteweyên xwedî împeratorî, dewlemendîyên piralî û desthilatdar hebûn?! Sedema yekê a tunekirina wan ji ku derê dest pê kir?,… niha ji şûnewar û bermahiyên wan komên etnîkî yên xwedî şaristaniyet çi maye?…“Gelo di sedsala 21´ê de em jî ketine ser rêya wê qedera reş a ku ew milletên mezin tê de çûn û niha tenê di muzeyan da navê wan maye?“

Rewşenbîr, sazî, partiyên siyasî, komeleyên perwerdeyê, ragehandin û siyasetmedarên kurd dema ku ji rastiyên civaka xwe xafil bibin, hingî nirx û bihagiraniyên hezaran salan dikarin di demeke kin de wenda bibin an na? Dîrok li ser sedemên têkçûna împeratoriya Medan gelek dersên baş bi bîra me tîne. Ka çavekî bi ser wê mêjûyê de bixişînin gelî hevalan.

Ji min re hemû rojên salê “roja zimanê kurdî” ne. Sedemên vê yekê pir in, çimkî bi vê rewşa heyî re ez weke metirsiyeke mezin pêşerojeke baş ji mayîna çand û zimanê me re nabînim. Zimanek ku xwedî dîrokek çend hezar salî li ser axeke dêrîn e lê di vê sedsalê da ger rewş wiha bi pêş ve here yê gelek derî li ber berdewamiya jiyana zimanê kurdî bêne dadan.

Li bakurê Kurdistanê roj ji rojê zêdetir xemsariyên di ber parastin û xizmeta ji bo zimanê dayikê re zêdetir dibin. Saziyên me bêbandortir ji salên berê karekî nakin ku bibine asteng li hemberî siyaseta înkar û asîmîlasyona dewleta Tirkiyeyê.

Ji sedî 52 axa Kurdistanê li bakur e û mixabin tevî hebûna 25 milyon kurdan di 20 salên bihûrî de heta niha pêngaveke pêşdeçûnê ji bo geşkirina zimanê kurdî nehatiye avêtin.

Birêveberên dewleta înkarger bi hemû rêbazan kar û xebat kirine û dikin ku ji teknîka moderen, torên civakî, TV, radîo, rêzefîlm û xwendingehên xwe li Kurdistanê sûdê distînin ku bi rêya zimanê serdest navbera du nifşên duh û îro mesafeyek zêdetir çêbikin.

Ev rewşa kambax yê heya ku derê bidome? Berpirsyarên vê yekê kî ne? Em hemû çawa dikarin bi rêya rexneyên ji xwe li pêşberî dijminên tunekirina xwe bibine asteng?

Di vê cîhana biçûk û tije îmkanên ragehandinê de her kesê ku xwe însan û xwedî wijdan dihesibîne, pêwîst e xwedîtiyê li nirxên xwe yên “hebûn û mayînê” bike. Nirxên ku di nav cîhana hemû komên etnîkî da “nasnameya me” ne. Weke Pêşewa Qazî û serok Ocalan gotine: “Ne xwe ji kesî bilindtir bibînin, ne jî xwe ji kesî kêmtir û biçûktir bihesibînin, çimkî em jî weke herkesî mirov û xwedî wan mafan in ên ew ji xwe re meşrû dibînin…“