23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nehiştin li axa xwe bê veşartin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê mirina girtiyên siyasî didome. Piştî 3 girtiyên siyasî yên li Wan û Agiriyê jiyana xwe ji dest dabûn, xebereke mirina girtiyê siyasî ji bajarê Gurgumê hat. Girtî Mûhammed Emîr ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê girtîbû, li girtîgehê bi vîrûsa koronayê ket û li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîr ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê.

Emîr ji bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê bû û 28 sal bûn ji doza PKK’ê girtî bû. Li gel ku malbata Emîr a li Şehbayê daxwaz kir ku cenazeyê kurê wan radestî wan bê kirin, dewlet nêzî vê yekê nebû û cenaze radestî malbatê nekir.

Girtîgeha xapandinê

Der barê veşartina cenazeyê Emîr de jî ji aliyê rayedarên dewletê ve agahiyên nezelal hatin parvekirin. Rayedaran destpêkê bi rêya hin parlamenteran ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re ragihandin ku cenazeyê Emîr li goristaneke bêkesan hatiye veşartin.

Tenê rojek piştî vê agahiyê, rêveberiya Girtîgeha Elbistanê li vasiyê Mûhammed Emîr, Bekir Kara geriyan û jê xwestin ku di nav 3 rojan de cenazeyê Mûhammed Emîr ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê bê girtin. Her wiha ji vasî Kara re got heke cenazeyê Mûhammed Emîr di nav 3 rojan de neyê girtin dê li goristana bêkesan bê veşartin.

Li Stenbolê hat veşartin

Ji ber van zextan vasiyê Mûhammed Emîr Bekir Kara cenazeyê wî girt û li Stenbolê veşart. Piştî mirina Mûhammed Emîr heyetek çû Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê û derxist holê ku hemû girtiyên li kawişên zilaman bi vîrûsa koronayê ketine û rewşa hinekan ne baş e.

Birina rojeva meclisê

Parlamenterên HDP’ê Şevîn Çoşkûn û Pero Dundar mirina Emîr birin rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûmepirs dan serokatiya meclisê. Her du parlamenteran jî der barê mirina Emîr û rewşa vîrûsa koronayê ya li Girtîgeha Elbistanê de pirs ji wezîr Gul kirin û xwestin ku der barê mijarê de daxuyaniyek bide û raya giştî agahdar bike.