spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan bang kir

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di meha 3’yemîn de berdewam dike.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di hefteya 7’emîn de ye.

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di hefteya 5’emîn de dewam dike.

Ji heman malbatê 6 kes

Dayika Mehmet Bînîcî yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê û Îbrahîm Bînîcî yê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtîne Emîne Bînîcî bang kir ku daxwazên girtiyan bi cih bînin. Bînîcî diyar kir ku ji 10 zarokên wê 9 jê di demên cuda de hatin girtin. Bînîcî anî ziman ku ji xeynî 2 zarokên wê 4 xizmên wê jî (Îsa, Mehmet, Emîn û Mahîr Bînîcî) di girtîgehê de ne û bang li her kesî kir ku ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng.

Daxwazan bi cih bînin

Yek ji girtiyên tev li çalakiya girêva birçîbûnê bûye û di meha tebaxa 2017’an de li navçeya Germencik a Aydinê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin Servet Aşikar e ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê ya Îzmîrê dimîne. Aşikar di hevdîtina telefonê ya 21’ê çileyê de ku bi malbata xwe re kiribû, diyar kir ku pêkanên keyfî yên li girtîgehê zêde bûne.

Aşikar banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Divê hikûmet daxwazên girtiyan bi cih bîne. Berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, lazim e ku rayedarên dewletê guh bide daxwazên wan û bi cih bîne.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê, civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay wiha got: “Ji du mehan zêdetir e mirov di nav bêderfetiyan de li ber xwe didin û îtirazî rewşa heyî dikin. Daxwazên girtiyan pir aşkera û zelal in. Bi hezaran girtiyên li zindanan ku ji aliyê desthilatê ve hatine girtin di serî de li ber tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û neheqî û bêhiqûqiyan radibin û li ber xwe didin.” Gunay got ku ji bo pejirandina daxwazên girtiyan dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Ev grev ji yên din cudatir e

Vedat Hasass ê 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda Îmraliyê hatibû destpêkirin de mabû, diyar kir ku ev çalakî ji çalakiyên derbasbûyî cudatir e û banga pêşwazîkirina daxwazên girtiyan kir. Hasass wiha got: “Heya ku tecrîd bi dawî bibe wê vê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo ku zextên li ser civakê bi dawî bibin, divê berî her tiştî tecrîd rabe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo ku rewşeke neyînî rû nede, lazim e ku rayedar zû tevbigerin.”