spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistana Sor şerê ermen û azeriyan

Di 27’ê îlonê de li herêma Qerebaxê ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye, şer dest pê kir û dewam dike. Cihê niha şer lê diqewime herêma Kurdistana Sor e; lê di nûçe û agahiyan de ne navê kurdan heye û ne jî navê erdnîgariya ku 100 sal berê Kurdistana Sor lê hatibû avakirin.

Dewleta tirk azeriyan sor dike û şer gur dibe. Derket holê ku Tirkiyeyê gelek çete şandine herêma Kurdistana Sor û Ermenistanê jî ragihand ku balafira wan ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatiye xistin. Ger mirov li daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê binere, agahiyên tên belavkirin piştrast dibin. Berdevkên hikûmeta tirk misêwa piştgiriya xwe ya ji bo Azerbaycanê tînin ziman û Ermenistanê dikin hedef.

Hem li welat û hem jî li derveyî welat, polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê dewam dikin, lê di esasê xwe de şerê li welat û derveyî welat tê meşandin li hemberî kurdan e. Li Başûr, Sûriye, bakurê Kurdistanê kurd û deskeftiyên kurdan hedef tên girtin. Şerê niha hatiye destpêkirin jî balkêş e ku li herêma kurdan diqewime, lê du hêzên din li vir şer dikin. Dewleta tirk di demên dawîn de li Lîbya, Idlib, deryaya Spî têk çû û dixwaze vê carê jî li Qafqasyayê xwe biceribîne. Tê gotin ku armanca dewleta tirk ew e ku li herêma Kurdistana Sor baregehên leşkerî ava bike.

Li Ermenistanê gelek baregehên leşkerî yên Rûsyayê hene û li gorî Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf li herêmê Ermenistanê diparêzin. Di vê çarçoveyê de beriya şer piştgiriya çek û leşkerî jî da Ermenistanê. Ger mirov têkiliyên Rûsya û Azerbaycanê jî li ber çavan bigire hebûna vî şerî bi kêrî polîtîkayên Rûsyayê tê û wek firsendekê tê dîtin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê heta niha bi hezaran leşker hatine kuştin; bi hezaran malbat koçber bûne. Her çiqas şer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de xuya bike jî, tiliya gelek dewletan di vî şerî de heye; di serî de DYA-Rûsya-Tirkiye, van dewletan ji bo berjewendiyên xwe her du dewletan didin şerkirin.

Kurdistana Sor

Kurdistana Sor a di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye, di sala 1923’yan de hatiye avakirin û ji 6 bajarokan pêk tê. Destpêkê navend gundê Pîrîcahanê bû û piştre navend bûye Laçîn. Li gorî serjimêra sala 1926’an nifûsa Kurdistana Sor zêdetirî 51 hezarî ye. Ji sedî 73 kurd, ji sedî 26 azerî û yên din jî ermen in. Piraniya kurdan asîmîle bûne. Ji ber zextan gelek malbat koçber bûne û yên mayî jî asîmîle bûne. Piştî ku rêveberiya Sovyetê diguhere di sala 1929’an de Kurdistana Sor tê hilweşandin.